Weke ku dixwaze dawî li bêdengiya bi salan bîne, li Rojava barana herî zêde ya salên dawî dibare. Ax ji avê têr dibe û piştî bi salan ev erdnîgarî reng bi reng dixemile. Ev bihara ji rengê kesk, spî, zer û sor, bedewiya xwe radixe pêş çavan.
Piştî çend mehan careke din li Dêrikê, li Şehîdgeha Xebat Dêrik im. Li vê şehîdgehê bi giranî hevalên ji Bakur û Tirkiyeyê hatin di nava Şoreşa Rojava de cih girtin û di demên cuda de şehîd bûn, hatin veşartin. Ev şehîdgeha li pêşberî Çiyayê Cûdî ye, niha veguheriye derya rengan a bihara Rojava. Li ser her gorekê kulîlk şîn bûye, ev kulîlk şehîdan hembêz dikin.
Hevalê Reşît ku beriya bi mehan ji Dêrazorê ji bo kontrola doktor hatibû Qamişloyê pêşniyar kiribû. Demeke dirêj me nekarîbû serdana hevalên xwe yên nemir ên li şehîdgeha li Dêrika Hemko ziyaret bikin. Diviyabû me planek bikira. Heman piştî kontrola doktor karê me yekser ew bû. Em bi bêdengî berê xwe didin şehîdgeha ku bi saet û nîvekê dûrî Qamişloyê ye. Saeteke ku me li wir derbas kir vediguhere sohbeteke navxweyî û bêdeng a bi şehîdan re.
Di dema derketinê de ji Reşît re dibêjim, ‘Eger tu şehîd bikeve divê te li Dêrazorê veşêrin, ji ber ku qada te ya kar ew der bû’. Reşît bi biryardariya li ser rûyê xwe, bi rûkenî dibêje, ‘Em ê herî dawî li vê şehîdgehê bigihêjin hev’. û Dewam dike, ‘Ez dixwazim şoreşa Bakur bibînim’.
Wê rojê bi Reşît re bi tenê em ketin wê şehîdgehê, lê niha bi sedan kesî em dikevin heman şehîdgehê. Û şehîd li ser milê hevrê û gelê xwe, ku di oxira wan de canê xwe feda kir, bi ala ji sê rengan û stêrka sor pêçayî ye.
Hin mirov hene, navê wan zêde nayê zanîn. Lê belê bi sekn û giraniya xwe li cihê ku lê ne dibin navenda çareseriyê û rê nîşan didin. Karê van mirovan bi sifet, temen an jî asta civakî re nîne; bi kesayet, karakter û tecrûbeyên xwe bi rengekî xwezayî bi rola pêşengiyê radibin.
Hevalê Reşît Herekol (Mehmet Emîn Acar) yek ji van hevalan bû. Ji sala 2008’an dema tevlî partiyê bû û pê ve li gel wezîfeyên girîng ên li nava partiyê her tim hewl da xwe bi pêş ve bibe, bixwîne û xwe nû bike. Çanda xwendinê ya li zindanên Tirkiyeyê wergirt li qadên herî zehmet dewam kir û rûmeta şoreşgeriyê her tim parast.
Reşît bi vê taybetmendiya xwe şoreşgeriyeke piralî ji xwe re kir esas. Di nava karên civakî de şarezayê teorîk û îdeolojîk bû, li qada leşkerî jî fermandarekî pêşeng, wêrek û bêtirs bû. Weke her kadroyekî şoreşger ê PKK’yî wî jî destê teslîmiyetê ji dijmin re ranekir.
Dema ku HTŞ’ê êriş bir ser Rojava, yek ji hevalên ku pêşengî ji berxwedana li Dêrazorê re kir hevalê Reşît Herekol û koma wî bû. Li gel biryara vekişîna ji Dêrazorê ya QSD’ê jî HTŞ’ê bi qelêşî êriş kir. Hevalê Reşît li eniya xwe li hemberî vê êrişkariyê gav paşve neavêt û bi vê berxwedanê kir ku bi dehan heval bi saxî rizgar bibe.
Çanda ‘eniya xwe neterikîne’ ya PKK’ê kir ku li çolên Dêrazorê bêne dorpêçkirin. Lê belê dorpêçî yan jî qada vekirî ji bo lehengan zêde girîng nîne; ya girîng berxwedan û daxwaza serketinê ye.
Reşît bi vê biryardariyê, berbanga 18’ê Çileyê roja Yekşemê peyameke dawî da fermandarê xwe û got, di nava koma wî de du heval şehîd bûn ku yek ji wan jin bû, ew jî bi du fîşekan birîndar bûye û wê piştî kêliyekê li gel hevala xwe ya birîndar ji bo bi saxî nekeve destê çeteyên paşverû bi fîşekên xwe yên dawî çalakiya fedaî bikin.
Di sibeha 18’ê Çileyê de li çola Dêrazorê çar şervanên Kurd ku du ji wan YPJ’yî bûn, li pey xwe destaneke berxwedanê hiştin û tevlî karwanê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bûn. Şehadeta wan jî bi qasî berxwedana wan bi heybet bû. Çeteyên ku piştî bi saetan wêrî bûn ku biçin qada berxwedanê, bi hêrsa têkçûna li hemberî çar ciwanên Kurd kiryarên li dijî mirovahiyê li cenazeyên şehîdan kirin.
Bedena Reşîd Herekol li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik li xaka pîroz a welêt hate spartin. Mîrateya berxwedanê ya ku li pey xwe hişt, di dilê gel û hevrêyên wî de dewam dike.

