Berdevka Meclîsa Jinan a Federasyona Lêkolîna Îslamî ya Mezopotamyayê (MIA-DER) Muşerref Geçer û polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên li hemberî jin û ciwanên li Kurdistanê nirxand.
Muşerref Geçer ronînekirina aqûbeta jin ên ciwan ên weke Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş weke jihevketina exlaqî û lawaziya saziyî pênase kir û got, “Ev bûyer trajediyeke şexsî tenê nîne; ji aliyê wijdanê civakê û edaletê ve birîneke giran e. Eger di nava civakekê de jin ewle nebe, edalet dereng dikeve û heqîqet tê veşartin, ev yek nîşaneya destpêkirina rizandinê ye. Bêcezahiştin mekanîzmaya herî mezin e ku sûc teşwîq dike. Bi rêya van polîtîkayan hewl tê dayin ku destavêtin, destdirêjî û narkotîk bê asayîkirin.”
‘PERGALÊN ZALIM DESTPÊKÊ EXLAQÊ DIRIZÎNIN’
Muşerref Geçer ragihand ku jihevketina exlaqî ya veguheriye şêweyekî rêveberiyê, civakê bêparastin hiştiye, civak divê rexnedayineke li ser bingeha baweriyê bide û got, “Li gorî Îslamê, pergalên zalim bi rizandina exlaqî civakê destpêkê lawaz dike. Amûrkirina ciwanan, parçekirina malbatê û metakirina jinê civakê bêparastin dihêle. Weke ku di ayeta 11’emîn a Sûreiya Radê de tê gotin, civakek heta ku ya nava xwe neguherîne, Xwedê rewşa wan naguherîne. Rizgarî ne ji derve ye; lê ji hundir e, bi lêpirsîna nava xwe ye û jinûve rakirina ser piyan a edaletê ye.”
Muşerref Geçer destnîşan kir ku nirxên olî dikare li hemberî dejenerebûnê bibe mertalek û got, “Ragihandin, piştevanî û biryara hevpar a li nava malbatê dikare bibe parçeyê herî girîng ê vê mertalê. Weke civak em neçar in bipirsin ku çima di nava vê civakê de ne.”
‘HER TAX Û MAL DIVÊ BIBE NAVENDA ZANEBÛNÊ’
Muşerref Geçer ragihand ku ji bilî temsîla siyasî veguherîneke civakî şert e û weke pêşniyarên çareseriyê jî got, “Li taxan divê sohbetên malbatan bêne kirin, li mizgeftan divê li ser mijara tundî û narkotîkê fetwayên welê bêne dayin ku civakê zane bike. Li kursên Quranê divê qala zerarên dejenerebûna exlaqî ya li ser malbatê bê kirin. Pirsgirêkên li nava civakê bi pênaseyên ‘şerm’ û ‘guneh’ê têne pênasekirin; mirov li bêdengiyê têne mehkûmkirin.”
Muşerref Guçer destnîşan kir ku bernameyên medya û televîzyonê êrişê dibin ser çanda Kurdan û got, “Ev rewş di nava ciwanan de dibe sedema şikestiya xwebûnê. Li hemberî vê yekê divê hilberînên çandî yên bi zimanê dayikê, çîrokên jinan û zimanê medya dîjîtal ê exlaqî bê afirandin.”
‘JIN ÊN CIWAN DI HEDEFA POLÎTÎKAYÊN ŞERT DE NE’
Muşerref Geçer anî ziman ku divê qutbûna navbera saziyên civakî yên sivîl û malbatê bê bidawîkirin û got, “Di vê pêvajoyê de ku bi taybetî jin ên ciwan dibin hedef, divê malbat û ciwan bêne guhdarîkirin. Li hemberî polîtîkayên şerê taybet divê em ciwanên xwe zane bikin. Piştevaniya li dijî tundiyê û têgihiştina li dijî narkotîkê yekser berpirsyariya ’emr-î bîl marûf’ (fermana başiyê) ye. Ol di vir de divê ne amûreke tirsê, lê exlaqekî berxwedanê hilberîne.”

