Li gel sal û nîvek di ser banga 27’ê Sibata 2025’an a Rêber Apo re derbas bûye, hîn jî rexne tê kirin ku li qada çarçoveya hiqûqî û sererastkirinên qanûnî de pêşketineke şênber çênebûye. Li aliyê dewletê tenê gotin û hin hewldanên kêm hatin kirin. Ev yek pêvajoyê dixe nava rewşeke nediyar.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bûyerên dawî yên di çarçoveya pêvajoya aştiyê û sererastkirinên qanûnî yên ku divê dewlet bike ji ANF’ê re nirxand.
‘EV BANG NE TENÊ AGIRBEST BÛ, DI HEMAN DEMÊ DE ÇARESERIYEKE DÎROKÎ BÛ’
Bayindir destnîşan kir ku banga 27’ê Sibatê ne tenê agirbestek bû, di heman demê de îradeyeke çareseriyê ya dîrokî danî holê û got, “Dema ku ev pêvajo hate nirxandin divê mirov derziyê li cihê rast ve bikin. Yên ku îro ji qanûna aştiyê ditirsin divê lê bipirsin bê fatûreya polîtîkayên şer ên bi salan ji aliyê kê ve hatiye dayin. Îradeya ku Birêz Ocallan di 27’ê Sibata 2025’an de danî holê, bangeke agirbestê ya ji rêzê nebû. Ew îdîa ye ku girêka sed salî ya vê erdnîgariyê bi rêbazên demokratîk veke. Di heman demê de li şûna siyaseta şer û înkarê, pêşniyara hevpeymaneke civakî ıya nû ye ku xwe dispêre welatîbûna azad. Bi vî rengî ne ji bo rojekê ye, lê rizgarkirina paşerojê bi xwe ye.”
‘DEWLET DIXWAZE ÇARESERIYÊ JI DEMÊ RE BIHÊLE Û BI VÎ RENGÎ BÊ BANDOR BIKE’
Bayindir nêzîkatiya dewletê ya li pêvajoyê rexne kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Li gel sal û nîvek a ku di ser destpêkirina pêvajoyê re derbas bûye, dewletê gaveke şênber a qanûnî neavêtiye ku ev yek tesadufî nîne. Ev yek encamek ji refleksa parastina statukoyê ye. Aqlê dewletê xwedî wê kevneşopiyê ye ku çareseriyê ji demê re bihêle û bi vî rengî birizîne. Îro jî heman rêbaz di dewrê de ye. Desthilatdarî aştiyê ne weke hevpeymaneke civakî, lê belê weke amûreke taktîkî dibîne ku temenê xwe yê siyasî pê dirêj bie. Ji ber vê jî pêşveçûna pêvajoyê giran dike, li rewşeke nediyar mehkûm dike. Tirkiyeyê hîn nekariye bi temamî xwe ji wê stratejiyê rizgar bike ku bi înkarkirina Kurdan li ser piyan bimîne. Ji salên 1990’î heta bi pêvajoya Osloyê, tecrûbeyên rû dan li holê ne. Dewletê her tim bi feraseta ‘Dema xurt bim ez ê bitepisînim, dema lawaz bim ez ê li dora maseyê rûnêm’ tevgeriya. Îro jî heman şaşitiyê dubare dike. Halbûkî Kurd êdî ne tenê meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye, lê di nava hevsengiya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de aktorekî girîng e. Tirkiye eger bi gelê wKurd re aştiyeke demokratîk û bi rûmet çêneke, wê îdîaya xwe ya bûyîna hêza herêmî ji dest bide û bibe welatekî welê ku li destwerdanên derve re vekirî be.”
‘DAXWAZA AŞTIYÊ DI HEMAN DEMÊ DE DAXWAZA KEDÊ YE’
Hevserokê DBP’ê anî ziman ku li Tirkiyeyê ji ber siyaseta şer pirsgirêkên aboriyê gihîştiye asta herî bilind û got, “Di bingeha xizaniya giran a vî gelî de polîtîkayên ewlekarîperest heye ku bi salan e dewam dike. Beşeke mezin a budçeyê ji şer re hate veteqandin. Her roja ku qanûna aştiyê neyê derxistin keda kedkaran vediguhere bombe û fîşekê. Ji ber vê jî daxwaza ji bo aştiyê ne tenê daxwazeke siyasî ye; di heman demê de daxwaza ji bo nan û edaletê ye. Her ku hûn aştiyê dereng dixînin hûn xizaniya gel mezintir dikin.”
‘DEMA KU GARANTIYA QANÛNÎ NEBE, PÊVAJO DI HER KÊLIYÊ DE DIKARE BELAV BIBE’
Bayindir bi dewamî diyar kir ku muxalefet nekariye ji nava sînorên ku desthilatdariyê diyar kiriye derkeve û got, “Berpirsyariya desthilatdariyê mezin e lê belê muxalefet jî li derveyî vê tabloyê nîne. Feraseteke siyasetê ya ku meseleya Kurd tenê di dema hilbijartinê de tê bîra wê, êdî îflas kiriye. Divê muxalefet derkeve derveyî sînorê ewlekariyê yê ku desthilatdariyê diyar kiriye û sekneke demokratîk a rasteqîn nîşan bide. Li dijî polîtîkayên qeyûm ne tenê bi gotinê lê bi sekneke pratîkî divê helwestê nîşan bide. Naxwe wê bibe parçeyek ji vê rewşa xitimandî. Heta ku çarçoveyeke qanûnî ya şênber neyê afirandin pêvajo di her kêliyê de dikare belav bibe. Desthilatdarî hewl dide bi îdîayên li ser mekanîzmayên ‘tespît’ û ‘piştrastkirinê’ demê bi dest bixe. Halbûkî di pêvajoyekê de ku çek li dewrê hatiye derxistin, divê sererastkirin bêne kirin ku pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin. Derxistina qanûneke çarçoveyê wê ewlekariya pêvajooyê pêk bîne û pêşî li krîzên gengav bigire.”
‘HETA KU TECRÎD DEWAM BIKE AŞTÎ BI PÊŞ VE NAÇE’
Bayindir destnîşan kir ku destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê tevkariyeke gelekî mezin li pêvajoyê bike û got, “Ji bo pêvajo dewam bike gava herî jiyanî rakirina rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Heta ku azadiya Birêz Ocalan neyê pêkanîn nepêkan e ku ev pêvajo bi pêş ve biçe. Bi tecrîdkirina muxatab re aştî nayê avakirin. Tecrûbeyên dîrokî ev yek bi şênberî nîşan daye. Ji destpêkê ve hate gotin ku ev pêvajo pêvajoyeke têkoşînê û muzakereyê ye. Her ku siyaseta demokratîk xurt bû muzakere jî xurt dibe. Eger gavên pêwîst neyên avêtin, gel wê her cûre berdêlê bide ber çavên xwe û avakirina demokratîk pêk bîne. Divê neyê jibîrkirin ku aştiya rasteqîn qenciya serdestan nîne, lê mafek e ku bi têkoşîna gelan tê bidestxistin.”

