Bi pêşengiya Desteya Çandî ya Kantona Firatê û bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê Festîvala Şanoyê ya bi navê Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ya 3’yemîn, di 5’ê Cotmehê de li Kobanê bi dirûşmeya “Şano nasnameya hişmendiya civakî ye” da destpê kirin. Komên ku ji bajarên Heleb, Şehba, Reqa, Minbic, Tebqa û Kobanê di festîvalê de amade ne heta 12’ê Cotmehê ew ê berhemên xwe pêşkêş bikin. Şanogerên beşdarî festîvalê bûne ji ANF’ê re axivîn.
Şanogerê ji bajarê Hesekê Şervan Hec Mislim, ku ew jî lîstikvanê şanoya Mûm û Çira ya Hîlala Zêrîne got, “Em weke şanoger ê Hîlala Zêrîn em tevlî festîvala şehîd Arîn bûn. Şanoya me bi navê Mûm û Çira bû. Li ser yek ji bajarê Serê Kantoyê ku pê re rewşeke pîskolojî dijî, hişê xwe winda dike û bi mentiq û wijdan re şer dike. Di nava şerekî pîskolojî de dijî, lê di dawê de digihêje armanca ku ‘em mûm û çira ne ne mûmkîne ku me vemrin.’ Em gelekî kêfxweş in ku em li bajarê Kobanê di nava şanoya festîvala şehîd Arîn de cih digrin.”
BI RÊYA ŞANO QALIBÊN DI CIVAKÊ DE TÊN ŞIKANDIN
Şanogerê ji bajarê Efrînê ku li Helebê dijî jî têkildarê şanoya xwe wiha got, “Em weke şanoger beşdarî festîvala şehîd Arîn bûn, şanoya me jî bi navê Dawet e. Li ser rewşa civakê û adet û teqlîdên wê, zewaca di temen biçûk de. Rola min jî di şano de kameravane, bi rêya kamerayê wan kevneşopiyan derdixim holê, ew zor û zehmetî û ew zihniyeta heyî min bi kameraya xwe dişopand û weke çavê civakê ji civakê re car din pêşkêş dikir. Civaka me ya di Rojhilata Navîn de ketine qaliban, bi rêya şano em wan qalib û edatan dişkînin û ji nûve rêyeke rast nîşan didin. Em bi rêya van şanoyan jî dikarin çanda xwe ya kevnar jî pêşkêş bikin.”
Ji pêkhateyên Ereb Fatme El Ibêd ku ji bajarê Reqa ye û beşdarî festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ya 3’yemîn bûye wiha dibêje, “Me şanoya Semakerên Goran pêşkêş kir. Rola jinê jî di hemû wara de xwedî role, di şano de jî xwedî role û ew bi xwe civakbûne. Serdema tarî ya li Reqa qewimî, berovajî bû û derket ronahiyê. Jin bi rêya hestên xwe dikare hemû bûyeran ji tamaşevan re pêşkêş bike.”
DÎROKA ERMENÎ BI ŞANOYÊ HAT PÊŞKÊŞ KIRIN
Yek ji pêkhatiya Ermenî Dîkran Erdemyan, jî ku di encûmena Civakî ya Ermen de ye û şanogere jî, anî ziman ku bi hezaran çîrokên Ermeniyan hene ku bi şanoyê bê nasandin û got, “ Şanoya me jî li ser Dadgeha Wijdan bû. Li ser Sogmohter Rilyan ku ew kesekî Ermen bû û Telet Başa kuşt. Bi wê bûyerê re ew ê bêdadgeh kirin. Ev lîstika me ji çîrokek hatiye jiyîn pêk tê. Gelê Ermen girîngiyek taybet didin şanoyan. Bi rêya şanoyan, çanda me ya Ermeniyan hat naskirin. Şano bi xwe tevahî aloziyên civakê derdixe û dibe bendek ji çareseriyê re.”