În, 24 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KNK: Jenosîda bi destê Împaratoriya Osmanî pêk hatî, divê bê qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salek û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Mehmet Uçar hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî Serokê berê yê Koreya Başûr Yoon 30 sal cezayê girtîgehê tê xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê daxuyaniya 24’ê Nîsanê: ‘Ji bo aştiya civakî rûbirûbûn şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girava Gîrît bi pileya 5.9 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîlufer Koç: Em neçar in ku fermana gel bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dilê Pîroz ê Şengalê û Parêzgeha Melekê Baranê: Pîrê Ewra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Mafên Mirovan serdana rojnamevan Şêrwanî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşî baregeha Sazmanî Xebat hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elbakê êşkenceya polîsan hat şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora UNESCO’yê: Xwendekarên keç dubare di bîrkariyê de paş dikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mehmet Konûr piştî 32 salan konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de daneyên nû derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meryem Dadiyan hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Edliyeya Stenbolê bang: Ji bo Gulistan Doku edalet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulistan Doku meşek girseyî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: 10’emîn Pakêta Darazê bendewariyên gel bi cih nayne
Rojane

DEM Partî: 10’emîn Pakêta Darazê bendewariyên gel bi cih nayne

DEM Partiyê daxuyand ku 10'emîn Pakêta Darazê bendewariyên gel bi cih nayne. Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kûnt Ayan got, “Raya giştî li bendê bû ku ev pakêt ji bo girtiyên nexweş derfetên berdana bêşert û bêcudahî û dermankirinê bide.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endamên Komîsyona Edaletê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Partiya Gelan (DEM Partî) der barê 10’emîn Pakêta Darazê li Meclisê daxuyanî dan çapmeniyê. Endamên Komîsyona Edaletê Dîlan Kûnt Ayan, Nevroz Uysal Aslan, Onûr Duşunmez û Zulkuf Ûçar beşdarî daxuyaniyê bûn.

Dîlan Kûnt Ayan diyar kir ku pakêt ne li gorî ruhê pêvajoya didome ya der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de ye û wiha got: “Bi têgihiştineke ku guh nade bangên ji gel, hiqûqê û komên mexdûr tên, hatiye amadekirin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a di 27 ‘ê Sibatê de ji aliyê Birêz Ocalan ve hat kirin, ji aliyê dîrokî, siyasî û civakî ve rê li ber pêvajoyeke nû vekir. Deklerasyona 12’ê Gulanê ya duyemîn gaveke dîrokî ye ku hêviya jiyana hevpar a di navbera gelên Tirk û Kurd de mezin dike. Her gavên qanûnî yên di atmosfereke bi vî rengî de bên avêtin, divê xizmetê li aştî û jiyana bi rûmet bikin.”

Dîlan Kûnt Ayan anî ziman ku pakêt bi binpêkirina rêgeza wekheviyê hatiye amadekirin û wiha axivî: “Bi taybetî guhertinên di rêziknameya înfazê de hatine kirin, bi deh hezaran girtî û malbatên wan re bûne sedema dilşikestinê. Ji bo girtiyên siyasî, girtiyên nexweş û kesên li girtîgehan rastî cudakariya sîstematîk tên, başkirinên pêwîst nehatine kirin. Newekheviyên heyî hîn bêhtir tên kûrkirin. Di pakêtê de hukmên nedestûrî, dûrî pêşbîniya qanûnî, kêfî û cihêkarî hene. Gazinên ku ji guhertinên darvekirinê yên berê derketine holê, nehatine çareserkirin. Hesta edaletê careke din bûye qurbana hesabên siyasî. Vê pêşnûmeyê pişta xwe da daxwaza edaletê ya civakê; derfetên çareseriya demokratîk, aştiya civakî û wekheviya qanûnî li ber çavan negirtiye.”

Dîlan Kûnt Ayan di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Rêziknameya ku bi salan e gel bi hêvî li bendê ye careke din ji bîr nekirin û wijdanê giştî careke din tengav kirin. Raya giştî li bendê bû ku ev pakêt ji bo girtiyên nexweş derfetên berdana bêşert û bêcudahî û dermankirinê bide. Ew jî li bendê bûn ku newekheviyên hiqûqî yên der barê girtiyên edlî û siyasî de di Qanûnên Covîd yên di 31’ê Tîrmeha 2023’an de bên dest girtin. Wan hesab dikir ku qedexeyên serbestkirina bi şert were rakirin. Ji bo girtiyên siyasî yên ji Qanûna Ceza ya Cudakar a sala 2020’an bêpar tên hiştin wekhevî dihat hêvîkirin. Ji bo sîstema înfazê ya kêfî û cihêkar ji holê rakin daxwaza qeyûman dikirin, ji bo her kesî daxwaza li sîstemeke înfazê ya hiqûqî û adîl kirin. Bi ser de, ev bendewarî ne hêvî ne ku gel derxistiye holê; ew di encama  sozên wezîrê dadê Yilmaz Tunç de ji raya giştî re hatine dayîn e.

Di rêziknameya di xala 3’emîn a madeya 110’emîn a Qanûna Înfazê ya Ceza de hat amadekirin de, ji bo cezayê muebbetê yê girantir ji metnê bê rakirin, em ê pêşniyarnameyekê pêşkêş bikin. Her wiha em ê daxwaza rakirina rewşa nezelal û kêfî ya ‘ji bo ewlehiya cemaweriyê tehdîteke cidî û şênber der barê girtiyên nexweş ên giran de dernexînin holê’ bikin. Em ê pêşniyara xwe ya ji bo rakirina îfadeyên cihêkar ên ku nahêlin girtiyên siyasî ji rêbazên înfazê yên taybet ên ji bo jin, zarok û extiyaran tên pêşdîtin sûdê werbigirin, pêşkêşî komîteyê bikin. Her wiha em ê pêşniyarên rastkirina maddeyên nû pêşkêş bikin.

Pêşî em ê pêşniyar bikin ku Qanûna Wekheviyê ya 31’ê Tîrmehê bi rengekî wekhev û hiqûqî, weke hukmekî nû tevlî pakêtê were kirin. Em ê pêşniyar bikin ku di Xala 16’emîn a Qanûna Înfazê ya Ceza de gotina ‘hin rewşa xetere ya jiyanî’ bê rakirin û der barê girtiyên nexweş ên giran de veguhere ‘nexweşiyeke giran a heyî’. Pêwîste komîsyon û nûnerên partiya desthilatdar guh bidin daxwazên gel ên wekhevî û edaletê. Hê jî ne dereng e ku ev pêşniyarên me li ber çavan bên girtin û çarçoveya pakêtê li gorî pêşniyarên me bi rengekî pirjimar, çareserî û demokratîk bê birêxistinkirin. Wekî ku hûn dizanin, ev guhertin hem di komîsyonê da û hem jî di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê da dikarin guhertinan bikin.

Em ê li hemberî van kêmasî û newekheviyan bi dengê herî bilind ê di qonaxa komîsyonê de, di qonaxa Civata Giştî de û li her cihê em lê ne li ber xwe bidin. Em ê parastina aştiya civakî, dewleta hiqûqê, edalet û wekheviyê bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Binçavkirinên li Stenbolê hatin protestokirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Berxwedêr wê gotina dawiyê bêjin!’

Hiqûqnasan destnîşan kirin ku bi cezayên di Doza Kûmpasê ya Kobanê hatine dayîn de, car…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî bi rêya telefonê bi Mazlûm Ebdî re axivî

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi peywendiya telefonê bi Mazlûm Ebdî re axivî û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Leyla Guven bang kir: Ji bo azadiyê dengê xwe bilind bikin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven peyamek ji konferansa aştiyê ya li Amedê re şand û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

KNK: Jenosîda bi destê Împaratoriya Osmanî pêk hatî, divê bê qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Salek û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Mehmet Uçar hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Têkildarî Serokê berê yê Koreya Başûr Yoon 30 sal cezayê girtîgehê tê xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê daxuyaniya 24’ê Nîsanê: ‘Ji bo aştiya civakî rûbirûbûn şert e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?