Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, di encamnameya xwe ya dawî de destnîşan kir ku jin wê bibin pêşengên têkoşîna li dijî şer û got, “Em ê weke jin, xwedî li jiyanê û mafên xwe derkevin.”
Di encamnameyê de, hat gotin ku şerê ku ji aliyê desthilatdariya hêzên kapîtalîst ve tên meşandin, zext, tundî û newekheviya li dijî jinê yê li herêmê û cîhanê kûrtir kiriye.
EM Ê TORA NAVNETEWEYÎ YA JINAN MEZIN BIKIN
Meclîsa Jinan, bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn û van tesbîtan kir, “Şerên desthilatdarî û parçekirinê bi taybetî li ser Rojhilata Navîn, dibin sedema xizanî, tundî û îstîsmarkirina jin û gelên li herêmê. Van şeran jin neçarî koçberiyê kirin û ew zêdetir kirin hedef.
Hewl tê dayîn bi destê rejîma Îsraîlê ya siyonîst li Rojhilata Navîn kaos bê avakirin û herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Fîlîstîn û Lubnanê, kijandina Îranê nava vî şerî û hewla tesfiyekirina navendên cuda yên berxwedanê yên li herêmê, pêngavên rejîmê ne ku dixwazin îro pêk bînin. Ya rast, bi fikara ku di vê dîzaynê de wê nikaribe rol bilîze, rejîma AKP-MHP’ê ji bo ku bloka dij-desthilatdariyê û bi taybetî jî têkoşîna me ya azadiyê ya jinê ji hev belav bike û qels bike her cure rê û rêbazan bi kar tîne.
Ji aliyê din ve, bi zanabûn êrîş li ser dirûşemeya Jin Jiyan Azadî ku bûye sembola têkoşîna jinan a gerdûnî û navneteweyî organîze dike. Li dijî tundiya mêr a rêxistinbûyî û berfireh dibe, girîngiya têkoşîna yekbûyî ya bi jinê re derdikeve holê. Em ê heta dawî li her qada ku em lê ne, dirûşma Jin Jiyan Azadî berz bikin. Em ê berxwedan û têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan a li dijî van polîtîkayên tundî û zextê, veguherînin toreke navneteweyî ya jinan li gelemperiya cîhanê û mezin bikin.”
EM Ê TEVGERA AŞTIYEKE BI RÛMET AVA BIKIN
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, destnîşan kir ku jin dê li dijî şeran tevgera aştiyê ya bi rûmet ava bikin û wiha dewam kir:
“Di vê çarçoveyê de, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di navenda têkoşîna jinan a li dijî şer de cih digire û di ewlekirina aştiya civakî de xwedî roleke girîng e. Ev têkoşîn ne tenê ji bo mafên jinan, di heman demê de ji bo avakirina bingeha aştiya civakî û edaletê berxwedaneke jinê ye.
Em ê bi hev re li dijî rejîma faşîst a ku êrîşê dayikên aştîxwaz ên li Silopiyayê dike, her roj li dijî partiya me operasyonan pêk tîne, bi polîtîkayên bêcezahiştinê tundiya mêr rewa dike, tecrîdê kûr dike, bi israr aştiyeke bi rûmet ava bikin.
Birêz Ocalan ji bo têkoşîna azadiya jinê tevkariyeke xurt kiriye û niha li Girtîgeha Girava Îmraliyê di nava tecrîdê de tê ragirtin. Ev tecrîd karakterê faşîst ê vê rejîmê radixe pêş çavan. Tundiya li ser jinê, komkujî û xizaniyên ku jin dijîn, bi tecrîdê ve girêdayî ye; polîtîkayên desthilatdariyê yên tekparêz hemû beşên civakê dixe bin bandora zextên xwe.”
KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E
Di berdewama encamnameyê de ev tişt hatin gotin, “Kuştina jinan ne bûyerên yekjimar û takekesî ne; Ev kuştin encama polîtîkayên sîstema bi serdestiya mêr in. Bi taybetî di nava 10 mehên dawî de em bûn şahid ku kuştina jin û zarokan a zêde, bilançoya şer a bi xwîn bibîra me dixîne. Tevî vê yekê kujer bêceza tên hiştin û ev yek rê li ber zêdebûna kuştina jinan vedike. Nedîtina Rojîn Kabaîş a 18 rojan, her wiha her roj 4 jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin, destdirêjî li zarokan tê kirin, welat veguherî welatê jinên tên qetilkirin û windakirin.
Girîngiya jiyanî ya Peymana Stenbolê ya ku li dijî tundiyê xwedî erka pêşîgirtin û parastinê ye, bi zêdebûna kuştina jinan re ji nû ve hat fêhmkirin û pêkanîna peymanê wê bibe parçeyek girîng a têkoşîna me.
Em ê li dijî polîtîkayên ku qetlîamên jinan rewa dikin bi polîtîkayên bêcezakirinê têkoşîna xwe berfirehtir bikin.
PERGALA DEWLET-MÊR-MAFYA- ÇETE
Polîtîkayên şerê taybet a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li hemberî jinên ciwan dewam dike. Bûyerên îstîsmarê yên li zanîngehên Harran û Mûnzûrê mînakên herî zelal ên van polîtîkayên şerê taybet in. Em ê nehêlin ev çete bi azadî di nava civakê de bigerin. Ji Colemêrgê heta Stenbolê, ji Mêrsînê heta Rihayê em ê li her cihê ku lê bin, li dijî çeteyên mafyayê yên ji aliyê dewletê ve tên xurtkirin, têkoşîna xwe berfireh bikin.
Di encama polîtîkayên kapîtalîst ên neolîberal de, bi belavbûna taybetiyên di bin navê veguherîna tenduristiyê de, tenduristî û jiyana civakê, jin û zarokan hedef hatiye girtin.
Çeteyên ku ji bo kuştina pitikan têne eşkere kirin, nîşaneyên sîstema qirêj û xirap in ku ji hêla polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîst ve hatî afirandin. Têkiliya van çeteyên kujerên pitikan bi gelek asta dewletê re di van demên dawî de bûye yek ji dîmenên herî tirsnak ên vê fermanê ku jinan dikuje. Em ê ji van çeteyan û hêzên wan ên siyasî yên li pişt wan hesabê bipirsin.
EM Ê XWEDÎ LI JIYAN Û MAFÊN XWE DERKEVIN
Ji bo jinên astengdar ên ji hemû qadên jiyana aborî, civakî, çandî û siyasî hatine îzolekirin, bi hev re em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Em destûrê nadin qanûnên curbecur û qetlîamê. Em ê li dijî bêqîmetkirina keda jinên ku bê ewle dixebitin, ji keda malê bigire heta kargehan heta kolanan têkoşîna herî xurt bimeşînin. Em ê nehêlin keda jinê bê desteserkirin.Weke jinên di çandinî, pîşesazî û malê de dixebitin em ê têkoşîna xwe ya parastina keda xwe bidomînin.
Em ê jin jiyan û mafên xwe biparêzin. Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em bang li hemû jinan dikin ku tevlî vê têkoşînê bibin û hevgirtina xwe mezin bikin. Jinên rêxistinbûyî bi hêz in, em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî guhertinan pêk bînin.”