Duşem, 15 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa “Veguherîna Demokratîk de, banga demokratîk ji bo sedsala nû hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di konferansê de ekolojî, demokrasiya herêmî û newekhevî hatin nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Çep a Yekgirtî ya MPKE’ê ji bo ‘ji bo mafê hêviyê’ li Enqereyê hevdîtinan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Malbata Şenyaşar di 8’emîn salvegera komkujiyê de hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 1060’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karox Omer: Kurd li ku derê bin, dibin armanca dijmin
Kurdistan

Karox Omer: Kurd li ku derê bin, dibin armanca dijmin

Rojnamevan û çavdêrê siyasî Karox Omer der barê qetilkirina du jinên rojnamevan û êriş û dagirkeriyên dawî de got: "Dijminên Kurdan armanc dikin ku Kurd li ku derê bin, wan bikin armanc. Ev her du rojnamevan jî Kurd in, lewma hatin armanckirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê berdewam in. Herî dawî di 23’ê vê mehê de, li ser rêya Seyidsadiqa ser bi Silêmaniyê du jinên rojnamevan kirin armanc û şehîd kirin. Şermezarkirin û nerazîbûn li hember êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk berfireh dibin. Têkildarî vê mijarê çavdêrê siyasî û rojnamevan Karox Omer ji ANF’yê re axivî.

Rojnamevan Karox Omer di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku em li ser mijarekê diaxivin ku têkildarî her takekesekî Kurd e û got: “Şehîdbûna her du hevalên me yên rojnamevan li nav axa Herêma Kurdistanê ji me re dibêje ku dijminên Kurdan armanc dikin ku Kurd li ku derê bin, wan bikin armanc. Ev her du rojnamevan Kurd in, lewma ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin armanckirin.

Tirkiyeyê bi dehan hemwelatî kirine armanc, armanca sereke ya Tirkiyeyê jinavbirina Kurd û Kurdistanê ye. Dengê rojnamevanan girîng e ku hebe ji bo hişyariya civakê, lewma ya girîng ew e ku welatî bi her awayî ku dikarin helwesta xwe nîşan bidin.”

Rojnamevan Karox Omer di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew çar dewletên ku Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin, her yek ji wan bi awayekî hewl dide ku Kurdan ji nav bibe û wiha domand: “Tirkiye yek ji wan welatan e ku ajandayeke wê ya taybet heye ji bo jinavbirina Kurdan. Eger pirsgirêka Tirkiyeyê tenê bi bakurê Kurdistanê re heye, çima êrişî rojava û başûrê Kurdistanê dike? Lewma em digihîjin wê encamê ku Tirkiye bi her awayî li dijî Kurd e.

Mixabin niha aliyekî siyasî heye ku ketiye xizmetkirin û hevkariya vê ajendaya Tirkiyeyê. Girîng e ku em hemû li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rawestin.

Tirkiye ne tenê li dijî PKK’ê ye, her wiha Tirkiye wisa dibîne ku Mûsil ji wê hatiye veqetandin, kar ji bo vegerandina wê dike. Hemû planên Tirkiyeyê li dijî Kurdan in, jinavbirina berjewendiyên gelê Herêma Kurdistanê û astengkirina aboriya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber ku niha Tirkiye rastî qeyrana aborî hatiye, dixwaze bi vê rêyê aboriya xwe bi hêz bike û Wîlayeta Mûsilê vejîne. Ev jî tê wê wateyê ku dixwaze Herêma Kurdistanê û Kurdan jî ji holê rake.”

Karox Omer her wiha got: “Divê di mijareke wiha de em hemû biaxivin, ji ber ku mijareke neteweyî ye, mijarek exlaqî û niştimanî ye. Ev mijar têkildarî me hemûyan e û ne tenê têkildarî aliyekî diyarkirî ye. Eger em vê dagirkeriya Tirkiyeyê ranewestînin, dê bibe metirsiyeke mezin.”

Karox Omer di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê em hemû li hember van êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bilind bikin û got: “Tirkiye bi kûrahiya 49 kîlometran ketiye nav axa başûrê Kurdistanê. Li beşek ji wan deveran şer heye. Xelkê Behdînan û Dihokê di metirsiyê de ye, ji ber ku rojane dikevin ber êriş û bombebarana Tirkiyeyê.

Niha Tirkiye di nav têkçûneke mezin de ye, ji ber ku em ber bi zivistanê diçin û Tirkiye nikare li hember berxwedana gerîlayên azad ên Kurdistanê xwe ragire. Divê ew yek ji raya giştî re bê eşkerekirin ku Kurdan êriş nekiriye, tenê parastina axa xwe dikin.

Qendîl axa Kurdistanê ye. PKK parastineke exlaqî dike ji bo mayîna Kurd û Kurdistanê. Loma divê em hemû bi gerîlayên PKK’ê re bin da ku bi ruhiyeteke berfirehtir parastinê bikin.

Divê bê diyarkirin ku berpirsên PDK’ê hene ku bûne sedema eşkerekirina cihê gerîlayên PKK’ê û şehîdbûna wan. Eger ew hevkariya wan nekin, Tirkiye şarezayê vê deverê nîn e. Loma erka me hemûyan e ku em li dijî vê dagirkerî û van êrişên Tirkiyeyê rawestin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KELAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Em rêya Gulistan Tarayan bişopînin’
Nûçeya Pişt re Bahoza Shanshan li Japonyayê mezin bû: 3 kes mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parlamenta Fransayê komkujiya li dijî Cezayîrê ya 17’ê Cotmehê şermezar kir

Roja Pêncşemê Meclisa Neteweyî ya Fransayê pêşnûmaya ku "komkujiya di 17'ê Cotmeha 1961'an de bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Reqayê 5 DAÎŞ’î hatin girtin ku amadekariya êrîşê dikirin

5 çeteyên DAÎŞ’ê ku hate ragihandin amadekarî dikirin ji bo êrîşî navendên leşkerî, sivîlan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbat ji bo xizmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev

Xizmên windakiriyan li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev û aqûbeta yên ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 1060’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?