Di 10ê Cotmeha 2015an de, bi deh hezaran kes bi dirûşma “Li dijî şer, niha aştî” li ber Gara Enqereyê hatibûn cem hev, di encama êrişa du xwekujên DAIŞê de 104 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 500 kesî jî birîndar bibûn. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmeyê ya Gara Enqereyê li eywana Çand Amedê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi bîr anî. Li eywana bernameyê de wêneyên kesên ku wê demê hatine kuştin hat danîn û li ber wêneyan kulîlk hat danîn û find hatin vêxistin û pankarta li ser “Em komkujiya 10ê Cotmehê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin” hat daliqandin. Endam û nunerên platformê û gelek kes tevlî bernameyê bun.
Hevserokê TMMOBa Amedê Şerefxan Aydin da zanîn ku komkujiya ku 11 sal berê pêk hat li dijî hesret û daxwaza aştiyê bu û ev tişt gotin: “Yên ku dilê wan ji bo vî welatî diavêt li Enqereyê xwestin bibin dengê aştiyê, lê mixabin me ew rêhevalên xwe bi hovane wenda kir. Tişta girîng ew e ku em xwedî mirateya wan derbikevin û wê aştiya ku wan dixwest bînin vî welatî. Divê em hêrs û hestên xwe jî wenda nekin û wan tu carî ji bîr nekin. Di vê pêvajoyê de divê em bibin dengê aştiyê wan.”
‘SIYASETA BÊCEZAHIŞTINÊ SIYASETEKE SÎSTEMATÎK A DEWLETÊ YE’
Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 1 a Amedê Salîha Zorlu bi bîr xist ku Komkujiya 10ê Cotmehê ne bûyerek ji rêzê bû û diyar kir ku ew pêvajo parçeyek ji heyama tarî ya di navbera hilbijartinên 7ê Hezîran û 1ê Cotmeha 2015an de bû û ev tişt gotin: “Kiryarên her sê êrişên wê demê ji heman tora DAIŞê ya li Semsûr û Dîlokê bûn û tevî ku agahiyên wan di destê saziyên ewlehiyê de hebûn jî xefik û êriş nehatin astengkirin. Tevî ku di dosyayên dadgehê de belge hene ku xwekuj dihatin şopandin, heya niha yek peywirdarê dewletê jî nehatiye darizandin û destûra lêpirsînê nehatiye dayîn. Heyetên dadgehan gelek caran hatin guhertin û dosye ber bi xetereya demboriyê ve tê kişandin. Siyaseta bêcezahiştinê ne xeletiyeke hiqûqî, lê siyaseteke sîstematîk a dewletê ye.”
‘AŞTÎ NE TENÊ BÊDENGBÛNA ÇEKAN E’
Salîha Zorlu destnîşankir ku di heyama nû de gavên ji bo rawestandina pevçûnan girîng in, lê ji bo aştiyeke mayînde rûbirûbûna bi rastiyê re şert e û wiha axivî: “Aştiya mayînde tenê bi derxistina holê ya rastiya komkujiyan, bihîstina dengê qurbaniyan û darizandina kesên ku hêza giştî li dijî hiqûqê bi kar anîne pêkan e. Ronîkirina van buyeran garantiya paşerojê ye. Êrişên Amed, Pirsûs û Enqereyê divê di çarçoveya “tawanên li dijî mirovahiyê” de werin nirxandin û metirsiya demboriyê ji holê rabe. Divê astengiyên li ser lêpirsîna saziyên giştî û peywirdaran hatine hilanîn û hemû berpirsiyar werin darizandin. Em li ber bîranîna 104 canên xwe yên Enqereyê, 33 fîdanên Pirsûsê û qurbaniyên Amedê bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Sonda me ye ku em ê govend û xeyala wan a nîvco mayî temam bikin û aştiyeke birûmet bînin li vê axê:”
Bername bi temaşekirina sînevizyon û nîşandana slaytek ku bi nav û wêneyên qurbaniyan hatibû amadekirin bi dawî bû.

