Hacî Gecîken ê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê dihat ragirtin û berdana wî çar caran hatibû taloqkirin di 18’ê Hezîranê de hat berdan, şevê din li Balafirgeha Sabîha Gokçen hat binçavkirin. Hat zanîn ku derbarê binçavkirinê de agahî nedane malbata Gecîken û hat destnîşankirin ku biryara sînorkirina parêzeran û nepeniyê li ser dosyeyê heye.
Malbata Gecîken derbarê tiştên qewimîn de daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşanî binçavkirinê da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Gecîken piştî ku ji girtîgehê hat berdan xwestiye li bajarên herêmê bigere û di vê çarçoveyê de tevî malbata xwe serdana Amed, Stenbol, Colemêrg, Wan û Şirnexê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Gecîken ji bo dîtina Silêmaniyê şevê din bi rê ket û dema balafir ketiye tevgerê hatiye rawestandin û Gecîken ji balafirê hatiye peyarkirin. Malbatê da zanîn ku piştî bûyerê agahî ji Gecîken negirtiye û yekîneyên emniyetê yên ku wan bi şev hewl daye pê re têkevin têkiliyê, bersiva ku ne li cem wan e dane.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber nediyariya heyî wekî malbat bi fikar in û difikirin ku dibe ku Gecîken hatibe revandin.
Malbatê destnîşan kir ku ew binçavkirinê qebûl nakin û di serdemekê de ku pêvajoya civaka demokratîk tê nîqaşkirin de astengkirina rêwîtiya kesên ku bi salan di girtîgehê de mane rexne kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku peyama “hûn derkevin derve jî hûn ne azad in” tê dayîn û banga demildest berdana Hacî Gecîken hat kirin.

