Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo endamê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Ramazan Tan (Turçel) ê ku di sala 1992’yan de şehîd bûbû, li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê, bernameya bîranînê hate lidarxistin.
Malbatên cangoriyan, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de wêneyên Rêber Apo û Ramazan Tan li ser masayê hatin danîn û pankarta bi nivîsa “Şehîdên me rûmeta me ne” hate daliqandin û dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de ji bo bîranîna cangoriyan deqeyeke rêz hate girtin û li sînevîzyona li ser bîranîna cangoriyan hate temaşekirin. Paşê Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî. Arîfe Çinar diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe her dem berdewam bikin û got: “Em ê li vê axê demokrasî, azadî û wekheviyê ji xwe re esas bigirin. Di şexsê hevrêyê me şehîd Ramazan de ez bejna xwe li pêşiya tevahî şehîdên Kurdistanê ditewînim. Bila serê malbat û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be.”
Bername piştî xwendina duayan bi dawî bû.

