Sêşem, 24 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Desthilat ji mirina girtiyên nexweş berpirsiyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 8’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Edalet û Hurmet ji bo Miriyan: Bila derbarê hestiyên li Farqînê lêpirsîn bê destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NYT: Di şerê Ukraynayê de zêdeyî 700 hezar leşkerên Rusyayê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabahattin Tekin ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê 3 gorên komî hatin tespîtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bexdayê biryar da ku mudaxileyî deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê û qadên petrolê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    43 roj in bersiva serlêdana ji bo taloqkirina înfaza nexweşa losemî nehatiye dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Bi hişmendiya 25’ê Mijdarê têkoşîn kirin, berpirsyariyeke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Jin wê azad bibin, civak wê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DAKB’ê banga 25’ê Mijdarê: Jin azad nabe civak nabe xwedî siberoj

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Sala 2025’an 47 hezar jin û zarokên keç ji aliyê xizmên xwe ve hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Azadiya jinê bingeha civakeke azad û demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Rihayê di salekê de 2 hezar jin rû bi rûyê tundiyê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’
Jin

‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

Kongra Star têkildarî provokasyonên li Hesekê daxuyanî da û got, “Li dijî polîtîkayên dijminatiyê û fitneyê yên li Hesekê helwest nîşan dayîn, wezîfeya me ya dîrokî ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Kongra Star têkildarî bûyerên li Hesekê qewimîn û polîtîkayên hin hêzên ku dixwazin di navbera gelên Sûriyeyê de nakokiyan pêk bînin, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Di salvegera 9’ê Cotmehê ya Komploya Navneteweyî de pêşketinên xeternak ên ku li Hesekê diqewimin, bi aşkera nîşan didin ku ev bûyer ne tesadufî ne. Pêşketina bûyeran ya li pey hev û hilbijartina taybet a roja ku ev bûyere li pey hev derketin holê, nîşan dide ku zihniyeta Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hîn jî zindiye û ev bûyer ji aliyê heman hêzan ve tên tehrîkkirin.

Tengavîna ku li bajêr bi awayekê domdar tê bilindkirin, destwerdanên li dijî sîvîlan û hewldanên ku taxên Kurdî dikin hedef, jiyana hevpar a gelan û ewlehiya herêmê dixin bin xetereyê. Tevgera komên çeteyên çekdar ên ku ji deverên wekî Şedadê, Dêrazor û Reqayê tên anîn û ber bi Hesekê ve tên şandin, hewldaneke cidî ya provokasyonêye. Pêşîlênegirtina tevgerên bi vî awayî, metirsiya pevçûnê di navbera gelan de zêde dike.

Hesekê ne bajarekê ji rêzê ye. Ew navendeke stratejîk e ku hebûna dîrokî ya gelê Kurd têde xurt e, gelên Kurd û Ereb û gelên din tê de bi hevre dijîn û di heman demê de berê encamên giran ên polîtîkayên Erebkirinê jiyaye. Îro hedef girtina Hesekê, ne tesaduf e. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de Hesekê yek ji navendên girîng ên operasyonên li ser xeta Hesekê, Reqa, Dêrazor û Şedadê bûye û di vê têkoşînê de roleke diyarker lîstiye. Pêşketinên îro yên li Hesekê, hewldana tolhildanê ya hêz û aliyên ku di şerê li dijî DAÎŞ’ê de têk çûne û hewldana xerabkirina têkiliyên di navbera gelan de ne.

Pêşketinên li Hesekê tenê wekî aloziyeke herêmî jî nikare were nirxandin. Ev pêşketin ji polîtîkayên hêzên hundirîn û derveyî yên ku dixwazin li ser herêmê bandor û desthilatdariya xwe ava bikin, qut nîne. Divê li hember polîtîkayên hêzên ku dixwazin şer li Sûriyeyê careke din kûrtir bikin, bi taybetî polîtîkayên zihniyeta kevn a Baas’ê, ku bi bikaranîna komên çekdar û aloziyên civakî teşeya çivakê perçe dikin û gelan dixin hemberî hev, hişyar bin. İstîsmarkirina hesasiyetên dîrokî yên gelan û afirandina dijminatiyên nû, yêk ji mezintirîn xirabiyane ku dikare li pêşeroja suriyê were kirin û dê tevahiya heremê rûbirûyê encamên ku nayê telafîkirinre bihêle.

Li hember siyaseta pevçûnê ya ku dixwazin li Hesekê biafirînin, rawestîn; ne tenê berpirsiyariya Kurdan an jî erebane berpirsiyariya hevpar a hemû gelan e. Girînge ku hemû pêkhatiyên civakî yên li Hesekê dijîn, li hemberê van provokasyonan helwesteke hevpar bigirin û di dema derketina bûyerên gengaz de jî çalakiyên xwe yên demokratîk û rêwistinî bidomînin.

Em bang li berpirsyarên Sûriyeyê jî dikin û dibêjin; avakirina ewlehiyê li Hesekê, parastina sîvîlan û kontrolkirina tevgerên komên çekdar berpirsiyariya hukumetêye. Divê were aşkerakirin ku konvoyên ji çeteyan pêk tê ji deverên wekî Şedadê, Dêrazorê di kîjan mercan de gihiştine Hesekê, bi kîjan destûran tevgerîne û çima pêşî li ber bi taxên Kurdî ve hatina wan nehatiye girtin. Hikûmet nikare tenê li temaşeyê bilindbûyîna tengezariya di navbera gelande bike. Divê ji bo peydakirina ewlehiyê, parastina mafê jiyanê yê sîvîlan û pêşîlêgirtina hewldanên ku dikarin bibin sedema pevçûnan a di navbera gelan de berpirsiyariya xwe bizane.

Em ji vir bang li hemû gelên Rojava, hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê, rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sîvîl dikin. Li hemberê polîtîkayên fitne û dijminatiyê yên li Hesekê tê pêşxistin xwedî helwest bûyîn erka me a dîrokî ye. Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna pevçûnekê ku dikare li Hesekê dest pê bike û tevahiya heremê de belav bibe, divê her kes bi berpirsyarî tev bigere.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin
Nûçeya Pişt re DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Zimanê me hebûna me ye

Yekîtiya Mamosteyên Kurd bang kir ku di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên HBDH’ê li Kocaeliyê kargeha ‘faşîstekî’ şewitand

Milîsên Sefiraz Nîdal ên HBDH’ê ragihandin ku li navçeya Golcuk a Kocaeliyê kargeha ayîdê “faşîstekî”…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

Diyar, gotina Rêber Apo ya hin notên ji Îmraliyê hatine jî anî ziman: ‘’Xwezî min…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Biryarên Serokwezîrê Iraqê nayên qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Demîrtaş: Qonaxa ku em lê ne dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?