Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera 28’emîn a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê nirxandin kirin.
Gerîlayê HPG’ê Azad Herekol bi şermezarkirina komploya navneteweyî dest bi axaftina xwe kir û şehîdên ku bi çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir, bi hurmet û minet bi bîr anî. Gerîla Azad Herekol anî ziman ku komploya li dijî Rêber Apo destpê kir ji bo tinekirina gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bû û got, “Hêzên serwer baş zanîbûn ku têkoşîna Rêber Apo ne tenê ji bo gelekî ye, ji bo civakên bindest hemûyan e. Lewma ji fikrên Rêber Apo ditirsiyan û serî li rêbazeke bi vî rengî dan. Komploya navneteweyî komployeke welê bû ku li gel hêzên emperyalîst noker jî di nav de bûn. Armanca komployê ew bû ku gelê Kurd qir bike û hêviya azadiyê ya gelên bindest ji holê rake. Têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo destpê kir ne tenê li nava gelê Kurd ma; bi demê re pêşî li gelên bindest hemûyan vekir.
Bi rêya vê komployê dixwestin ku têkoşîna gelên Rojhilata Navîn di şexsê Rêber Apo de bê bandor bikin. Rêber Apo bi sekna berxwedêr a li dijî komployê ev komplo pûç kir û nehişt ku komploger bigihêjin armanca xwe. Bi dîlgirtina Rêber Apo re dihate xwestin ku Tevgera Azadiyê bê tasfiyekirin. Lê belê Rêber Apo bi sekna xwe ya berxwedêr ev komplo pûç kir û di ser komployê re 28 sal derbas bûn. Bi demê re têkoşîna azadiyê hîn mezin bû, yekîtiya gelan roj bi roj xurtir bû û têkoşîna Rêber Apo bêhtir bi pêş ket. Vê têkoşînê kir ku gel her roj bêhtir bibe xwedî hişmendiya azadiyê û têkoşîna Rêber Apo weke têkoşîna xwe bibîne.
Piştî ku Rêber Apo dîl hate girtin em tevlî nava Tevgera Azadiyê bûn. Armanca me weke gerîlayekî HPG’ê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bû. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em heta dawiyê bi Rêberê xwe bawer in û em amade ne ku di vê pêvajoyê de têkoşîna ku ji me tê xwestin bimeşînin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd bi ich bînin em ê têbikoşin. Em ê bi vê helwestê komployê pûç bikin û sekna xwe ya têkoşer bilind bikin.”
‘TÊKOŞÎNA GEL Û JINAN LI SER BINGEHA ÎDEOLOJIYA RÊBERTÎ MEZIN DIBE’
Gerîlaya YJA Starê Zîlan Sozdar Cûdî diyar kir ku li gel komploya navneteweyî û êrişan hemûyan gelê Kurd heta roja îro karî li ser piyan bimîne, têkoşîna xwe dewam bike û ev nirxandin kir: “Berxwedana Rêber Apo ya li Girava Îmraliyê kir ku gel ji her alî ve li ser piyan bimîne. Armanca komplogeran dîlgirtina Rêbertî bû, têkbirina têkoşîna gelê Kurd û Rêber Apo bû. Dibe ku komplo pêk hatibe û Rêbertî dîl hatibe girtin; lê belê negihîştin armanca xwe ya bingehÎn a ji bo qirkirina gelê Kurd û tinekirina Rêber Apo. Gelê Kurd heta roja îro bi fikrên Rêbertî li ser piyan dimîne û têkoşîna xwe dewam dike. Têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê di roja îro de komplo pûç kiriye.
Ez weke jineke Kurd, sala ku Rêber Apo dîl hate girtin ji dayik bûm. Rêber Apo bi salan e dîlgirtî ye. Ji ber vê yekê hestên me yên tolhildanê her roj mezin dibe. Berxwedana Rêber Apo û pêvajoya ku herî dawî da destpêkirin parçeyekî girîng ê têkoşîna azadiyê ye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke wezîfeyeke demê li pêşiya me hemûyan e. Heta ku Rêberê xwe azad bikin em ê tawîzê ji sekna xwe ya tolhildêr û têkoşer nedin, em ê nehêliln ku komploger bigihêjin armanca xwe. Rêberê bi fikirê xwe komploya heyî pûç kir û 20 sal in li hemberî komplogeran li ber xwe dide. Pêvajoya heyî jî parçeyek ji vê berxwedanê ye û Rêber Apo biryardariya xwe nîşan dide. Weke gerîlayên YJA Starê em ê xwedî li têkoşîna Rêber Apo derkevin û nehêlin komploger bigihêjin armanca xwe.”
‘EM JI HER PÊWÎSTIYÊN TÊKOŞÎNÊ RE AMADE NE’
Gerîlayê HPG’ê Ciwan Efrîn anî ziman ku Rêber Apo xeteriya li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn berê dît, xwest têkoşîneke mezin bimeşîne, lewma komploger ketin dewrê û got, “Komplogeran bi planekê xwestin îradeya gelê Kurd bişikînin û gel bêparastin bihêlin. Aarmanca wan ew bû ku gel û Tevgera Azadiyê ji Rêber Apo dûr bixînin û têkoşînê ji her alî ve tasfiye bikin. Komploger naxwazin ku gelê Kurd di nava yekîtiyê de be. Bi rêbazên şerê taybet dixwestin ku gelê Kurd bigihînin asta ku dixwazin. Dixwestin bandora Rêbertî û Tevgerê ya li ser gel ji holê rakin. Armanca komplogeran qirkirina gelê Kurd, tinekirina wê bû. Bandora vê qirkirinê wê ne tenê li ser gelê Kurd bima, wê li nava tevahiya gelên herêmê belav bibûya. Bi çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, hevrêyên me li dora Rêber Apo bûn xelek û pêşî li vê komployê girtin.
Çalakiyan bandor li gelê Kurd û tevahiya herêmê kir. Rêber Apo bi pêşdîtina xwe encamên van êrişan hîs kir û têkoşîna heyî ya li hemberî vê yekê mezin kir. Gelê Kurd jî di şexsê Rêber Apo de têkoşîn bilind kir û gaveke dîrokî avêt. Gelê Kurd xeteriya komployê dît û têkoşîna xwe li gorî vê bilind kir. Çalakiyên hevrêyên me berpirsyariyeke dîrokî bû. Em jî heta pêkhatina azadiya Rêber Apo çi ji destê me bê em ê bikin û asta têkoşîna xwe bilind bikin. Ne tenê komploya navneteweyî em ê hemû planên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê pûç bikin. Rêber Apo bi sekna xwe asta têkoşînê ya gelê Kurd danî holê. Em vê yekê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hîn bi şênberî dibînin. Ji bo armanca komplogeran pêk neyê em ji her cûre pêwîstiyên têkoşînê re amade ne. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

