Daxuyanî bi amadebûna gel, li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî axivî.
Elî Bilehî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên doza Azadiya Kurdistanê bibîr anî û got, “Salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Di heman demê de salvegera çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li wargehê hatibû destpêkirine. Rêber Apo ji bo hebûna gelê Kurd bide qebûlkirin 50 salan têkoşîn da meşandin. Bê guman bi berdêlên giranbiha hebûna gelê Kurd hat îspatkirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê berhemê wê têkoşînê ye. Şoreşa Rojava ya ku li ser bingehê netewa demokratîk û xwişk û biratiya gelan hat avakirin, bû sembola bi hev re jiyankirina gelan. Bi deh hezaran şehîd divê oxirê de hatin dayîn. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa avakirina ruhê jin e.”
Elî Bilehî di dewama gotina xwe de bal kişand ser çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û wiha pêde çû: “Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin îro sê salan li pey xwe dihêle. Piştî 44 mehan ti agahî ji Rêbertî nehat girtin me weke gelê wargehê dest bi vê çalakiyê kir. Dibe ku niha hevdîtin bi Rêbertî re bên pêkanîn lê azadiya fîzîkî ya Rêbertî nehatiye mîsogerkirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê heta dawî têkoşîn û çalakiyên xwe bidin domandin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Herî dawî jî têkildarî çalakiya nobetê ya Mexmûrê sînevîzyonek hat nîşandan.

