Ji Akademiya Jineolojiyê Aynûr Sarica anî ziman ku li Kurdistanê zext û êrişên li dijî tevgera jinê dewam dikin û bal kişand ser rola ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê jin pê rabe.
Aynûr Sarica ragihand ku jin divê ne tenê pêvajoyê bişopîne û di asta temsîla komîsyonên şopandinê de bê hiştin û diyar kir ku cihgirtina jinan a di mekanîzmayên biryardanê de wê ji bo avakirina civaka demokratîk diyarker be.
Sarica ragihand ku jin hêmana damezrîner a civaka polîtîk, exlaqî û demokratîk e û got, “Têkoşîna jinê û azadiya jinê yek ji qadên bingehîn e ku em bi rêxistin dikin. Em xwe ji vê paradîgma û îdeolojiyê xwedî dikin. Li ser vê bingehê me şêweyê hebûna jinê li nava civakê û têkoşîna wê bi rêxistin kir û hîn jî bi rêxistin dikin. Di dema meşandina têkoşîna demokratîk de nabe ku jin tenê lê temaşe bikin an jî di nava komîsyonên şopandinê de bimînin. Berevajî vê yekê jin hêmana damezrîner a civaka polîtîk, exlaqî û demokratîk e. Ji ber vê jî em israr dikin ku divê komîsyonên jinan bêne avakirin, jin cihê xwe di nava komîsyonan de bigirin û di mekanîzmayên biryardanê de bibin hêmana esasî.”
Aynûr Sarica anî ziman ku eger komîsyon tenê ji mêran pêk were, ev yek wê bibe sedem ku pirsgirêkên civakî tenê bi ferasetke bi serweriya mêr were nirxandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ev yek wê di heman demê de bibe sedem ku xal û qanûnên têkildarî jin, ked, zarok û civakê bêne amadekirin xizmetê ji aqlê serwer re bike. Ji ber vê yekê israr û têkoşîna me ji bo wê ye ku jin weke hêmana bingehîn di nava komîsyonan de hebin. Em vê yekê ne tenê weke meseleyeke hiqûqî yan jî polîtîk dibînin, bi aliyên xwe yên civakî em bi rengekî yekpare dinirxînin. Ne bi nêzîkatiyeke parçeyî, lê bi rêbazeke yekpare û modela jiyaneke demokratîk tevdigerin.”
Sarica ragihand ku nirxandina pirsgirêkên civaî bi rengekî parçeyî rê li ber komkujiyan, mirinê û zayendîperestiyê vedike û got, li hemberî vê yekê divê modela jiyaneke demokratîk bi yekpare bê avakirin.
Aynûr Sarica destnîşan kir ku tevlîbûna jinan li siyasetê û qadên têkoşînê ji aliyê kêmbûna tundî û kuştina jinan ve girîng e û ragihand ku cihnegirtina jinan a li mekanîzmayên biryardanê pirsgirêkên heyî girantir dike.
Sarica anî ziman ku cihgirtina jinan a li pêvajoyên biryardanê wê ne tenê ji bo jinan, ji bo tevahiya civakê qadeke çareseriyê biafirîne û ev yek wê tevkariyê li avakirina modeleke jiyanê ya azad a têkoşîna demokrasî, wekhevî û mafên jinan bike.
Aynûr Sarica got, “Li cihê ku jin lê hêmana esasî be bêhn tê ber civakê. Em ne tenê li ser zayendekê diaxivin; zarok jî tevahiya civakê jî di nava vê de ne.”

