Di sala perwerde û hîndekariyê ya 2024-2025’an de li Zanîngeha Rojava 827, li Zanîngeha Kobanê 435 û li Zanîngeha El Şerq jî 326 xwendekar hatin bicihkirin. Li Dibistanên Mamostetiyê yên Qamişlo, Hesekê û Şehbayê 494, li Akademiyên Tipê yên Hesekê û Şehbayê 45 û li Dibistana Bilind a Hunerê jî 66 xwendekaran qeyda xwe çêkirin. Bi vî rengî Zanîngehên Rojava, Kobanê Eu El Şerq ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û akademiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sala 2024-2025’an 2.193 xwendekar wergirtin. Bi vî rengî di sala perwerde û hîndekariyê ya sala 2024-2025’an de ku 6’ê Cotmehê destpê kir li Zanîngeha Rojava nêzî 2.721, li Zanîngeha Kobanê 1.459, li Zanîngeha El Şerq jî 595 xwendekar perwerdeyê dibînin. Bi giştî li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 4.775 xwendekar perwerdeyê dewam dikin. Hevseroka Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Rojava û Mamosteya Sosylojiyê Nûjîn Hesen li ser asta perwerdeya xwendekaran a li zanîngehan û encamên sîstema heyî ji ANF’ê re axivî.
‘MUFREDATA ME XWE NASPÊRE JIBERKIRINÊ’
Nûjîn Hesen diyar kir ku li zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nava xwendekaran ronakbîrî û kesayetiyeke entelektuel tê afirandin û got, “Di sala destpêkê de qala girîngiya perwerdeyê, armanca avakirina zanîngehan, berpirsyariya xwendekarên zanîngehan tê destnîşankirin. Ji bo afirandina kesayetên entelektuel, zane û têgihiştî, rê û rêbaz têne diyarkirin. Tabloyeke hilberîner ku xwe naspêre jiberkirinê tê pêşkêşkirin. Ya herî girîng jî Neteweya Demokratîk, Jineolojî, Dîrok û Sosyolojî ku zanistên civakî yên bingehîn in, di du salên destpêkê de têne dayin.”
Nûjîn Hesen bal kişand ser guhertina perwerdeya li zanîngehan di jiyana xwendekaran de dike û got, “Ji bo xwendekarên zanîngehê demeke nû, jiyaneke nû destpê dike. Xwendekar piştî lîseyê rola xwe ya di pêşvebirina zanistê de keşif dikin. Hêza analîz û şîroveyê diyar dibe. Hesta berpirsyariyê bi pêş dikeve. Pê dihese ku dikare pêşengiyê ji civakê re bike û bi vê mîsyonê xwe perwerde dike, bi pêş ve dibe. Ya herî girîng jî ne tenê hewl dide xwe bi pêş ve bibe. Pê dihese ku pêşketina wê-wî tê wateya afirandina kesayetên bi kêrî civakê tên. Agahî û zanistiya ku bi rêxistin dike, dike malê civakê.”
‘PIRANIYA WAN XIZMETÊ JI CIVAKÊ RE DIKIN’
Nûjîn Hesen destnîşan kir ku yek ji armancên zanîngehan jî afirandina mirovên ku xizmetê ji civakê re dikin û got, “Ji ber şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek kesên xwendine derketine derveyî welat. Nekarîn agahî û danheviya xwe bixin xizmeta civaka xwe. Ji ber vê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji armancên bingehîn ên sê zanîngehan ew e ku kesayetên welê biafirîne ku xizmetê ji civaka xwe re bikin. Karibe tevlî saziyên civakî yên sivîl ên ji bo civakê bibin, beşdarî saziyên Rêveberiya Xweser bibin û jiyaneke nû ava bikin. Ji ber vê jî li zanîngeha perwerdeya ‘neteweya demokratîk’ tê dayin. Xwendekarên ji zanîngehan mezûn dibin, bi giranî tevlî nava saziyên Rêveberiya Xweser dibin. Bêguman ev ne mecbûriyet e, şertekî bi vî rengÎ nîne. Hin xwendekar jî tevlî qadên kar ên taybet dibin. Lê belê ev tercîh gelekî kêm e.”
‘EM ZANISTÊ Û JIYANÊ BI RENGEKÎ HEVGIRTÎ DINIRXÎNIN’
Nûjîn Hesen got, “Em dibêjin zanîngeha alternatîf, sedema wê jî ew e ku li hemberî zanista heyî zanisteke nû tê afirandin. Em di pozîsyoneke welê de ne ku rexneyê li zanista heyî dikin. Zanista heyî xizmetê ji gel re nake û ne di destê gel de ye. Ji ber vê yekê jî zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe weke zanîngehên alternatîf dibînin. Zanîngehên li Sûriyeyê ne dûrî zanîngehên me qalê kirin; hewl didin karmendên xwe biafirînin û perwerdeya jiberkirinê ferz dikin. Dûrî pozîsyona hilberîner û pêşketinê ne. Dixwaze hejmara karmendên dewletê zêde bike. Sîstemeke perwerdeyê ya xwe dispêre jiberkirinê, sîstemeke ku tenê ji pêşbirka pûanên bilind pêk tê, nikare sîstemeke ku razemeniyê li paşerojê bike, biafirîne. Dema ku em bala xwe didin ser zanîngehên li cîhanê jî, dibînin ku êdî perwerdeya xwe dispêre sîstema ezmûnê ji holê rakirine. Ji ber ku bi vê sîstemê nepêkane ku kesayetên afirîner bêne avakirin.
Li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em hewl didin wê têgihiştinê biafirînin ku zanistî nikare bê parçekirin. Armancên xwendekarên beşên cografya yan jî sosyolojiyê dixwînin ji hev qut nîne û hevdu temam dike. Li gel kesayetên pispor ên li qada xwe, her wiha tê xwestin, kesayetên hevgirtî ku zanistên civakî tînin gel hev, bê afirandin. Lewma agahî û zanistî ya civakê ye, divê di xizmeta civakê de be. Ji ber ku di vê serdemê de zanistî di destê desthilatdariyê de ye, zanistî û jiyan ji hev qut in, têkiliya xwe bi hev re nîne. Berevajî vê yekê zanistî û jiyan ji hev cuda nîne; yek nebe ya din jî nabe.”