Ji Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) parêzer Naîm Emînoglû li ser mafê hêviyê, rê û rêbazên bicihanîna wê ji ANF’ê re axivî.
Emînoglû bi taybetî bi bîr xist ku kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan tê birîn, dema wan a berdanê nayê nivîsandin û destnîşan kir ku ev yek binpêkirina mafê hêviyê yê girtiyên siyasî ye. Emînoglû got, “Mafê hêviyê tê wê wateyê ku girtiyekî cezayê girtîgehê lê hatiye birîn piştî ku demekê girtî ma ji girtîgehê derkeve û beşek ji jiyana xwe karibe li derve derbas bike.
Di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de mafê hêviyê ketiye lîteratura hiqûqê. Di van biryaran de weke ku pênaseya li jorê hate kirin hate pênasekirin û hate destnîşankirin ku girtiyek divê zanibe ku wê bê berdan. Li welatê me mafê ku herî zêde bi rêk û pêk tê binpêkirin mafê hêviyê ye.
Ji ber ku rejîma înfaza cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî vî mafî dikare bi temamî ji holê rake. Eger cezayê ku li we hatiye birîn ketibe ber Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya bi hejmara 3713’an, di ewraqên dozgeriya girtîgehê de dema berdana we nanivîsîne yan jî dinivîsîne ‘heta mirinê’. Lewma mafê hêviyê yê her girtiyê siyasî yê ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hatiye birîn, bi dehan sal in bi rêk û pêk tê binpêkirin.
‘DI REJÎMA ÎNFAZÊ YA HEYÎ DE MAFÊ HÊVIYÊ NIKARE BÊ BIKARANÎN’
Emînoglû ragihand ku di rejîma înfazê ya heyî de nepêkane ku mafê hêviyê bê bikaranîn û destnîşan kir ku ji bo vê divê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê ji holê bê rakirin. Emînoglû got, “Di mijara sûdwergirtina ji mafê hêviyê de li welatê me guhertineke qanûnî nîne. Weke ku di bersiva pirsa beriya niha de min got, rejîma înfazê ya heta bi hetayê ya girankirî ku mafê hêviyê tine dike, li welatê me hîn jî dewam dike. Lewma heta rejîmeke bi vî rengî ya înfazê hebe bikaranîna mafê hêviyê ji aliyê hiqûqî ve nabe. Ji ber vê jî ji bo girtî karibin sûdê ji vî mafî werbigirin beriya her tiştî divê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ji holê bê rakirin.
Di vê mijarê de gelek serlêdan li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin, bi taybetî di mijara rejîma înfazê ya li Îmraliyê de. Lê belê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Tirkiyeyê heta niha biryareke şênber nehatiye dayin. Di mijara mafê hêviyê de yekane derfeta serlêdanê weke ku li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Lê belê van dadgehan heta niha li hemberî rejîma înfazê ya cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku mafê hêviyê ji holê radike, ti biryar wernegirtine.
‘REJÎMA ÎNFAZÊ YA GIRANKIRÎ LI PÊŞIYA MAFÊ HÊVIYÊ ASTENGÎ YE’
Emînoglû destnîşan kir ku rejîma înfazê ya cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî dike ku girtiyên siyasî nikaribin sûdê ji mafê hêviyê werbigirin û got, “Rejîma înfaza cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku li welatê me di meriyetê de ye, bi rêk û pêk li pêşiya girtiyên siyasî asteng e ku sûdê werbigirin. Yanî cezayekî girtîgehê li te tê birîn, dema ku tu dipirse bê tu yê kengî ji girtîgehê derkeve, ji te re dibêjin ‘heta mirinê’. Astengî kêliya ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li te tê birîn destpê dike. Lewma astengkirina mafê hêviyê bi biryarekê nabe; bi cezayê girtîgehê yê li we tê birîn destpê dike û heta mirinê li girtîgehê dewam dike.”
Emînoglû anî ziman ku dewlet ji bo Rêber Apo sûdê jê wernegire di mijara mafê hêviyê de gavê neavêje û got, “Mafê hêviyê ji bo gelek girtiyên siyasî yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn gelekî girîng e.”
Emînoglû diyar kir ku pirsgirêkeke din a di vê mijarê de jî ew e ku binpêkirina mafê hêviyê bi tecrîdê tê meşandin û got, “Yanî tinehesibandina mafê hêviyê dibe sedem ku demeke dirêj tecrîd bi rêk û pêk bê bicihanîn. Ji bo ev maf bi cih bê anîn beriya her tiştî divê rejîma înfaza cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ji holê bê rakirin.”