Artêşa Tirk 23’yê Cotmehê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin. Di encama van êrîşan de zirareke mezin gihişte binesaziya herêmê û 17 sivîl şehîd bûn, 65 jî birîndar bûn. Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivîn û peyama berxwedanê dan.
‘ÎSTIKRAR Û YEKÎTIYA GEL DI HEDEFÊ DE YE’
Ubeyd Ettê bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ne cara ewilî ne û wiha got: “Ev êrîşane di encama polîtîkayên qirêj ên demdirêj de pêk hatine. Bi van êrîşan re dixwazin gelan û bi taybetî jî gelê Kurd qir bikin. Her wiha tê armanckirin ku bi polîtîkaya koçkirinê bênasname, bêxak û qirkirina çandî pêk bînin. Xaka li Sûriyeyê ya xwedî jiyana herî bi îstikrar, xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Lewma dixwazin îstikrar û aramiyê xira bikin. Dixwazin projeya netewa demokratîk têk bibin û xwişk-biratiya gelan tune bikin.”
‘ME DÎT KU EM BI BERXWEDANÊ BI SER DIKEVIN’
Ubeyd Ettê destnîşan kir ku hêzên ku qala demokrasî, edalet û wekheviyê dikin, li dijî van êrîşan çav û guhê xwe qepat kirine û got: “Me heta niha ne dîtiye û ne jî bihîstiye ku nerazîbûneke biçûk nîşan dane. Gelê me rastiya van hêzan baş dizane. Gelê me di berxwedanê de bi israr e û têkoşîn wê bidome. Gel ji hevdû û projeya Netewa Demokratîk hêz digirin. Dizanin ku çareserî di projeya Netewa Demokratîk de ye. Me dît ku em bi berxwedanê bi ser dikevin.”
‘DEWLETA TIRK LI DÎWAR KET’
Ji gelê Ermenî Ehsa Kasabiyan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker dewletekî faşîst e ku ji vexwarina xwîna gelan têr nabe û wiha pêde çû: “Bi rijandina xwîna gelan, hewl dide xwe bi hêz bike û xwe xurt nîşan bide. Eger difikire ku ew bi êrîşa li ser gelan re xurt e, xwe dixapîne. Li xwe mikur nayê, lê belê bi berxwedana gelan re li dîwar ket û li hemberî hêza me têk çû.
Zarok û kal zirareke mezin ji êrîşan dîtin. Ji ber êrîşên dijwar hin zarok nekarîn biçin dibistanê. Pirsgirêkên tenduristiyê yên mirovên me yên kal hene. Ji ber van êrîşan pirsgirêkên wan ên tenduristiyê, hîn cidîtir dibin. Mirovên me yên kal, zaneyên vê civakê ne. Tevî hemû zehmetî û êşan, gel bi hev re li ber xwe didin. Çi kes nabêje; Kurd e, Ereb e, Ermenî ye. Ez ruhekî seferberiyê dibînim.”
Ehsa Kasabiyan ragihand ku di encama êrîşan de koça navxweyî jî çênebûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê me berê diçûn cihê ku êrîş lê ne dijwar in. Lê belê niha mala xwe naterikînin. Parastina taxa xwe, ji xwe re erk dizanin. Difikire ku yê mal û xaka xwe neparêze, nikare zarokên xwe jî biparêze. Dizanin ku bêyî xaka xwe nikarin siberojekê ji zarokên xwe re ava bikin.”
‘JIN BI BERXWEDANÊ BERSIV DIDIN’
Ji gelê Ereb Fatma Casim bi van gotinan bal kişand ser sedemê êrîşan: “Dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî hemû binesaziyên herêmê û cihên ku xizmetê didin gel, pêk anî. Bi van êrîşan re hewl dide di nava civakê de tirsê biafirîne û herêmê ji gelê wê yê esil paqij bike û neçarî koçê bike. Her wiha armanc dikin ku xwişk-biratiya gelan û felsefeya jiyana hevpar a gelan, tune bikin.”
Fatma Casim destnîşan kir ku ew ê bi gelên mîna Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî re li dijî êrîşan bibin xeleka ji agir û ev tişt bilêv kir: “Ji bo avakirina welatê xwe, em ê bi hev re bixebitin. Tenê Rêber Apo azadî û maf daye jinan. Em dizanin ku jin her tim destpêkê ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin. Dewleta Tirk dixwaze îradeya jinan bişikîne, lê belê jinên ku li Rojava dijîn xwedî îradeyeke mezin in û heta qadên civakî û leşkerî li her qadê berxwedan raber kirine. Berxwedana jinan bû bersiva van êrîşan.”