Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 30’yê Cotmehê de serê sibê di serdegirtina malan de Abdulkerîm Uzen, Welat Karagoz, Serdar Çagînnî, Rênas Dûymak hatin binçavkirin û Fetûllah Yûsûf Kaplan jî dema li nexweşxaneya Dîlokê dihat dermankirin bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin. 4 kesên ku li Midûriyeta Polîsan a dihatin girtin îfadeyê wan hat girtin û îro sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin.
Ji kesên hatin binçavkirin Abdulkerîm Uzen piştî îfadeya li midûriyeta polîsan serbest hat berdan. Welat Karagoz, Serdar Çagînnî, Rênas Dûymak û Fetûllah Yûsûf Kaplan jî piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê der barê her çaran de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.
Li Cizîra Botan 4 kes hatin girtin
Li Cizîra Botan 4 kesên ku di serdegirtina malan de bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike