Abdullah Ocalan 43 meh bûn di bin tecrîdeke mutlaq de dihat ragirtin û bi tu awayî agahî jê nedihat girtin. Piştî 43 meh cara ewil Ocalan bi malbatê re hevdîtin pêk anî. Birêz Abdullah Ocalan ê ku ligel biraziyê xwe Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan hevdîtin pêk anî, ev peyam dabû, “Eger şert û merc pêk werin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û şîdetê bikşînin qada hiqûqî û siyasî” û careke din mijara bingeha qanûnî anî rojevê.
Derbarê mijarê de Hiqûqnas Ercan Kanar ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku divê ne mijara tecrîd û ne jî ‘mafê hêviyê’ nebe mijara bazariyê û diyar kir ku tecrîd ji xwe weke şêweyê êşkenceyê li dijî pîvanên Mandela ye û anî ziman ku mafê hêviyê êdî weke yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan tê dîtin.
Kanar, da zanîn ku mafê hêviya azadiyê heta roja îro di nava raya giştî de zêde nehatiye nîqaşkirin û destnîşan kir ku hem di aliyê tecrîdê de hem jî di aliyê mafê jiyanê de mafê azadiyê weke mafekî bingehîn ê mirovahiyê bi taybetî di nava 75 salên dawî de hatiye qebûlkirin.
Kanar, anî ziman ku mafê Hêviyê ji aliyê teknîkî ve mafê serbestberdana bi şert e û wiha domand, “Ev yek tê wê wateyê ku mafê jiyanê yê her kesî girîng e û cezayê wî çi dibe bila bibe, çi sûc kiribe jî, divê mafê kesî hebe ku rojekê ji nû ve azadiya xwe bi dest bixe. Yanî, dema şert guncaw bin, cezayê herî giran jî girtibe, divê ev ceza di ber çavan re bê derbaskirin û di dema pêwîst de serbest were berdan.”
Kanar, da xuyakirin ku mafê hêviyê li gelek welatan bi cih tê anîn û got, “Li welatên weke Norwêc, Spanya, Portekîz, Sirbîstan, Bosna Hersek jî cezayê girtîgehê yê muebetê beriya çend salan rakirin. Portekîzê di sedsala 18’an de cezayê muebetê rakir. Niha li Ewropayê ji bilî Tirkiyeyê tu welatekî din nîne ku cezayê muebetê heta dawî pêk tîne û ji bo vê yekê xwedî qanûn e.”
Kanar, destnîşan kir ku Bahçelî li meclîsê tecrîda li Îmraliyê qebûl kiriye û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî bi daxuyaniyên xwe piştrast kiriye û got ku beriya du heftan Komîsyona Parlementeran a Konseya Ewropayê têkildarê tecrîd heye an nîne pirsek kiribûn, li ser vê bersiva tecrîdeke wiha nîne dabûn û bi vê yekê re xwe derewandin.
Kanar, anî ziman ku pêvajoya tecrîda dişibihe ya Mandela û got, “Piştî her tiştî jî aştî di navbera hêzên dijber de pêk tê. Niha, eger di vê rewşê de gav were avêtin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin û Ocalan jî mîna Mandela beriya her tiştî ji tecrîdê rizgar bibe û cihekî guncaw bê avakirin û piştre serbest were berdan.”