Piştî ku şaredariya Êlihê hate desteserkirin, berxwedana li taxan dewam dike.
Ciwanên ku li taxan rê girtin, bersiv dan êrîşa polîsan.
Ciwanên ku li gelek taxên bajêr daketin qadan, bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan êrîşa polîsên Tirk.
Ciwanan bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Qeyûm wê biçin gel wê bên” û “PKK gel e gel li vir e” berxwedana xwe dewam dikin. Liv û tevgera helîkopteran a li ser bajêr jî dewam dike.