Virolog Beata Halassy a ji Zanîngeha Zagreb a Xirwatistanê di sala 2020’an de bi nexweşiya penceşêra sîngê dikeve. Halassy piştî operasyona mastektomiyê (derxistina şaneyên penceşêrê ya bi rêya operasyona cerrahî) pê derxist ku şaneyên penceşêrê 3 caran nû bûne.
PENCEŞÊR BI VÎRUSÊ TÊK BIR
Halassy bi rêya tevgerandina rahatina laşî li ser tedawiya ‘onkolîtîk vîroterapî’ xebitî ku di vê tedawiyê de ji bo têkbirina pênceşêrê vîrus tên bikaranîn. Her çend vîrusa navborî di tedawiya penceşêra çerm de were bikaranîn jî hê ji bo tedawiya pênceşêra sîngê weke metodê tedawiyê nayê dîtin.
DI NAVA CÎHANA TENDURISTIYÊ DE RÊ LI BER NÎQAŞAN VEKIR
Lê belê Halassyê hemû talûke dan ber ber çavên xwe û xwe bi wê rêbazê tedawî kir. Ji ber ku Halassy li gorî qaîdeyên tibê û feraseta exlaqî ya tibî tevnegeriya ye, niha ji aliyê cîhana tibê ve tê rexnekirin. Her wiha ji ber ku tedawiya berbehs di bin çavdêriya kesên pispor de jî nehatiye kirin, gumanên têkildarî kartêkeriya tedawiyê jî tên nîqaşkirin.
TÊKELIYA PARZAYÊ JI BO TEDAWIYÊ BI KAR ANÎ
Halassy têkeliyeke ku ji vîrusên sorik û vezîkuler stomatîtê pêk tên bi kar anî. Piştî 2 mehan hate dîtin ku asawa di laşê Halassyê de peydabûyî, hêdî hêdî biçûk dibe û ji masûlkeyên laşî vediqete. Vê yekê jî kir ku asaw bi rêya emeliyatê bi rehetî were derxistin. Piştî asaw bi rêya ameliyatê hate derxistin, biyopsî hate kirin û hate fêmkirin ku tedawiya Halassy serketî derbas bûye. Hate ragihandin ku tedawî di sala 2020’an de hatiye kirin û ev çar sal in jî rewşa Halassy a tendurisyê baş e û ji pênceşêrê rizgar bûye.