Li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Sêrtê bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.
STENBOL
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD’ ya Stenbolê, bi boneya 20’ê Mijdarê li Qada Şîşhaneyê ya Begoglûyê daxuyaniya çapemeniyê da. Di çalakiyê de pankartên “Ji îstîrmarkirina zarokan re êdî bes e”, “Ji karkeriya zarokan re edî bes e”, “Her zarok bi mafên xwe tê dinyayê”, “Ne tenê rojekê, her roj ji bo mafên zarokan û “Bila Narîn û Silayên me nemirin” hatin vekirin. Beşdarvanên çalakiyê pifdankên ku navên zarokên hatine qetilkirin li ser hatibûn nivîsîn hilgirtin.
Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend. Yolerî diyar kir ku berpirsê binpêkirina mafên zarokan dewlet e. Gulseren Yolerî anî ziman ku tundî û îstîsmara li dijî zarokan di van demên dawî de zêdetir bûye û pirsgirêkên zarokan bi hin mînakan bi bîr xist.
Gulseren Yolerî tiştên ku ji bo parastina mafên zarokan divê bên kirin wiha rêz kir:
* Divê ji bo her zarokekî li gor xalên 28 û 29’emîn ên Peymana Mafên Zarokan di perwerdehiyê de wekheviya derfetan pêk bîne.
* Divê torên piştgiriyê ji bo zarokên ku rastî şîdetê hatine berbelavtir bikin.
* Divê hejmara zarokên di girtîgehan de bê eşkerekirin û zarokên girtî demildest bên berdan.
* Divê xwegihandina bêpere ya tenduristî û perwerdehiyê ji bo zarokên karker bê dabînkirin.
* Divê ji bo ku pêşnûmaya zagonê ya ku ji bo îstîsmara zarokan bi rêya zewacê rewşa cezadarkirinê ji holê radike careke din nebe rojev bi daxuyaniyek bê eşkerekirin.
* Divê temenê zewacê ku di Qanûna Medenî de bi erêkirina malbatê 17 ye û bi biryara dadgehê bûye 16, bê erê û na derxinin ser 18 saliyê,
* Divê mifaya zarokan a bilind li ber çavan bê girtin û ji bo sûcên li dijî zarokan tên kirin çanda necezakirinê ji holê were rakirin.
* Divê dudiliyên di xalên 17, 29 û 30’emîn ên peymanê de bên rakirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê naskirin,
*Divê bi rêxistinên mafên zarokan re hevkariyê bikin û polîtîkayeke ku zarokan bi tevahî dikare biparêze were pêşxistin.
Di serî de ji bo Peymana Mafên Zarokan, em bangawaziyeke lezgîn dikin ku careke din bibin alîgirê Peymana Stenbolê ku xwe dispêre mafên mirovan.
ENQERE
Hêzên Demokrasî û Kedê yên Enqereyê, li ser Cadeya Sakaryayê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo zarokan, em ê bi zarokan re cîhaneke wekhev, azad û adilane ava bikin” hat vekirin. Berdevka Meclîsa Jinan a Enqereyê ya DEM Partiyê Nebahat Çalpanê daxuyanî xwend û got “Dixwazin zarok bibin ‘hilgirên îdeolojîk’ ên dewletê. Zarokan wekî objeyên guherbar dibînin ku dikarin bi rêya perwerdeyê dirûveke nû bidin wan. Zarok di heman demê de bûne hedefa esas ên polîtîkayên şer.”
ÎZMÎR
Komaleya Li Her Derê Zarok, li navçeya Bornovayê li Kuçukparkê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Xizanî zarokan dikuje” û “Ji bo mafên zarokan budçe” hat vekirin û timî dirûşmeyên “Bijî zarok û mafên zarokan”, “Ne ji bo sermayeyê ji bo zarokan budçe” û “Kuştinên zarokan polîtîk in” hatin berzkirin.
Endama komaleyê Nehîr Diga Yenerê daxuyanî xwend û wiha got: Ev 33 sal e ku Tirkiyeyê Peymana Mafên Zarokan a NY’ê îmze kiriye lê ezmûna Tirkiyeyê ya di warê mafên zarokan de her ku çû xirabtir bû.”
SÊRT
Li pêşiya avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Sêrt ê daxuyanî hat dayîn. TJA, Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, rêxistinên navçe û bajar yên DBP û DEM Partiyê û gelek welatî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo zarokan jiyanek azad; zarok, azadî û aşitî” hat vekirin.
Hevseroka Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Şernas Çelepkolûyê axaftinek kir û got: “Pirsgirêkên ku zarok dijîn her roj zêdetir dibin. Em hemû zarokên hatine qetilkirin careke din bi hesret û rêzdarî bi bîr tînin û bi şîara Rêya Sêyemîn dibêjin, li dijî polîtîkayên desthilatê yên dijminatiya zarokan dikin bijî mafên zarokan.”