Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li gelek bajaran ji bo girtiyên jin çalakî hatin lidarxistin
Jin

Li gelek bajaran ji bo girtiyên jin çalakî hatin lidarxistin

MED TUHAD-FED û TUAY-DER'ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li gelek bajarên Tirkiyeyê daxuyanî dan çapemeniyê û bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan li dijî girtiyên jin têne kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Di serî de Amed, Êlih, Sêrt û Mersînê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

AMED 

Li ber Edliyeya li Amedê daxuyaniyek hate dayin, dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin qîrîn, wêneyên jinên ku di encama tundiyê de hatin qetilkirin, hate hildan. Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsa “Jin li ber xwe didin, dengê wan derdikeve derveyî dîwaran”, “Jin ên girtî li ber xwe didin”, “Di 25’ê Mijdarê de em bi girtiyên jin re ne” hatin hildan.

Di daxuyaniyê de ji ewil Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn axivî û da zanîn ku jin li dijî zextan têkoşîneke bênavber didin. Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku tevî pêvajoyê jî binpêkirinên li dijî girtiyan didomin, jin dev ji berxwedanê bernadin û got: “Her ku em hêviyê mezin dikin dê navê van xakan bibe aştî.”

Hevseroka TUAY-DER’ê Yeter Erel Tuma jî metna hevpar xwend. Metna hevpar wiha ye: “Dema ku em ber bi 25’ê Adarê ve diçin, tekoşîna li dijî neyeksaniyê, kedxwariyê û tundiya li hemberî jinan wateyeke wê ya dîrokî careke din derdikeve pêşberî me û disekine.  Piştî berxwedana Xwîşkên Mîrabelî 25’ê Mijdarê ji bo hemû jinan, bes ne ji bo ku êşên wan ên paşerojê bibîrbînin, îro jî bûye navê parastina aştî, dadî û jiyanê.

Îro jî em vê daxuyaniyê li gorî rihê 25’ê Mijdarê ji bo mezinkirina alîkarî û bîranîna berxwedana birûmet a ku jin li her qadê didine ye. Pêkutiya li hemberî jinê, sînoran nas nake; dîwarên malan, kolanan, kargehan derbas dike û digihêje heta dîwarên zindanan. Bi taybetî jinên Kurd ên dîlgirtî hem ji ber nasnameya polîtîk, hem jî ji ber ku jin in bi îhlalkirinên mafan ên giran re rû bi rû ne. Kesên ku cezayên wan qediyane û nehatine berdan, ên mafê wan ên tenduristiyê hatine xespkirin, çîrokên jinên ji jiyana civakî û têkiliyan ve qut bûne, di pergala edaleta vî welatî de birîneke kûr îşaret dike. Binpêkirinên li girtîgehan ne takekesî ne, encama polîtîkayeke sîstematîk derdikeve pêşberî me.

Mînaka herî balkêş a vê polîtîkayê Garîbe Gezer a di sala 2021’ê de wefat kiribû, ku di Girtîgeha Kandirayê de rastî tundiyek sîstematîk û destdirêjiyê hatibû ye. Tiştên ku Garîbeyê jiya bû, di girtîgehan de tundiya li hemberî jinan, çi qasî kûr û nepen tê meşandin, bi awayekî jandar derxistiye pêşberî me.

Dîsa di dema borî serdemê cuda de çîrokên jinên ku canê xwe dane ya jî rastî îhlalên giran hatine hene. Kesên gelek salan di şert û mercên dîlgirtî de tekoşîn dane û îro jî bi pirsgirêkên tenduristî ve jiyana xwe berdewam dike Aysel Tûglûk û gelek hevalên wê jinên siyasî, berdewamiya vê tabloyê li ber çavan radixe. Ev hemû jin, ne tenê mexdûriyetê, di heman demê de bîra berxwedaniyek birûmet ji me re mirat maye.

Koka vê berxwedaniyê pir kûr e. Di dîwarên zindanan de neketin qeydan lê ti carî rûmeta wan a nayê jibîrkirin mezin bû. Berxwedaniya bêhempa ya Sakîne Cansizê ya li Zindana Amedê, wêrekiya Leyla Qasimê ya li ber sêdarê, hîna jî sekna bibiryar a bêdeng wekî Maqbûle Ozbek, Besê Anûş û yên wekî wan olan dide. Gîtara ku ji deste Nûdem Dûrakê hatibû girtin, ji kesên ku xwestibûn denge jinan bitemirîne, wergeriya awaya azadiyê. Her yek ji wan ji me re ev mirata hişt; li ku derê dibe bila bibe, berxwedaniya jinê parastina jiyanê ye.

Îro li Îranê jî jin di hedefa heman polîtîkayên zext û tundiyê de ne. Wekî mînaka Jîna Emînî vîn û bedena jinê hîna jî di bin zextên dewletê de xuya dibe. Di zindanên Îranê de bi hezaran jin, bes ji bo nasnama xwe û daxwazên azadiyê girtî ne. Di nav wan de jinên wekî Pexşan Ezîzî, Zeyneb Celaliyan, Atena Daemî û Spîdeh Reşo di bin şertên îşkenceya giran de têne ragirtin. Hinek ji wan gefa darvekirinê lê tê xwarin, hin ji wan di binê siya van gefan de canê xwe dane.

Dixwazin dengê jinan bitemirînin, lê ev zext tirsê nîne, werdigere berxwedaniyê. Li Îranê jinên ber bi sêdara îdamê ve dibin, temsîliyeta rûyê herî tehl ê zexta li ser bedena jinê ye. Lê ruxmî van hemû zextan jî, jinên Îranî bi qîrîna ‘Jin, jiyan, azadî’ bûn remza tekoşîna jinên hevpar a ku sînor derbas kiriye.

Tekoşîna jinan ne li girtîgehan, li kolanan, li malan û li her qadên jiyana civakî de di binê zextan de ye. Çîrokên jinan ên wekî Rojîn Kabaîş, Gulistan Dokû û Narîn Gezerê, li vê erdnîgariyê ji ber ku jin in çawa bi awayekî sîstematîk dikin hedef şanî me dide. Nedîtina kiryaran an jî parastina wan, berdewamiya zextên siyasî ya li ser jinan bi awayekî vekirî derdixîne pêşberî me. Pratîka van kuştin û windakirinan, tekoşîna jinan îro jî di navbera jiyan û mirinê de çawa wekî xeteke zirav de diçe dîsa tîne bîra me.

Tam jî bi vê sedemê, banga çareseriya demoqratîk û aştiyê ya ku Abdullah Ocalan di 27’ê sibatê de, lezgînî û wateya tekoşîna ku jin didin kûr dike. Heta polîtîkayên şer ên ji ber zextan dertên berdewam bike, jin dê hem li girtîgehan, hem lî li kolanan dê bibin hedef. Aştiya civakî û azadiya jinan bi vê banga ‘perspektîfa çareseriya demoqratîk’ ve rasterast girêdayî ye.

Wekî jinan, em dizanin ku; bi dawîbûna tecrîdê, pêvajoyek vekirina rêyên çareserî û diyalogê, tê wateya ji kokê hejandina zextên li hemberî jinan e. Em îro yên ku ji mîrata vê berxwedaniyê hêzê digirin, dîsa bang dikin; hemû cureyên zextên li ser jinan nemînin û jin jiyaneke bi azad bijîn pêkan e. Ev jiyan tenê bi wekheviyê, edaletê û demokrasiya xwe dispêre Civaka Demokratîk pêkan e.  Em wekî jin dizanin ku cîhanek bi aştî, azadî û bêtundî pêkan e. Û heta ku em vê jiyanê bi Civaka Demokratîk re ava bikin, wê tokoşîna me berdewam be. Jin, jiyan, azadî.”

Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

ÊLIH

TUAY-DER a Êlihê û TJA’yê bi heman boneyê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratik e” hate hilgiritn. Metna hevpar ji hêla Hevberdevka TUAY-DER a Êlihê Nûriye Başçi ve hate xwendin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û ” Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

SÊRT

Li Sêrtê jî bi pêşengtiya nûnertiya TUAY-DER’ê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Revşan Arslan ve hate xwendin.

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

MÊRSÎN

Bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Akdenîzê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinan avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Metna hevpar ji hêla Hevseroka Çukurova TUAY-DER’ê Adalet Kuran xwend. Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakiya rûniştinê, bi dirûşm û stranan bi dawî bû.

COLEMÊRG

Colemêrg TUHAY-DER’ê jî li navenda navçeya Geverê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadiya jinê avakirina civaka demokratîk e” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevseroka Colemêrg TUHAY-DER’ê Pinar Yilmaz ve hate xwendin.

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

WAN

Wan TUHAY-DER’ê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji hêla Hevseroka Wan TUHAY-DER’ê Rengîn Karaduman ve hate xwendin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin
Nûçeya Pişt re ‘Timî li ser esasê perspektîfên Rêbertî têkoşîn kirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DFG û MKG’ê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser çapemeniya azad dan

MKG û DFG'ê operasyonên li Belçîka û Tirkiyeyê yên li ser xebatkarên çapemeniya azad şermezar…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 2’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Artêşa Tirk êrîşên hewayî û bejahî dewam dike

HPG'ê ragihand ku hêzên wan di pozîsyona agirbestê de ne, lê belê artêşa Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Trump cardin gef li Îranê xwar: ‘An lihevkirin an jî êrîşeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pentagonê wezîfeyeke nû da Elon Musk: Wê şerê siberojê plan bike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Talîban: Di êrişên hewayî yên Pakistanê de zarok jî di nav de 9 sivîl mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?