Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Timî li ser esasê perspektîfên Rêbertî têkoşîn kirin’
Rojava

‘Timî li ser esasê perspektîfên Rêbertî têkoşîn kirin’

Gaziyên şer ên şehîd Hogir Amed û şehîd Serkêş Riha bi bîr anîn û gotin, “Heval Hogir û heval Serkêş her tim li ser esasê perspektîfên Rêbertî yên ji bo gaziyan pêşengî kirin, têkoşîn meşandin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Gaziyên şer Hogir Amed û Serkêş Riha 11’ê Mijdara 2024’an li Hesekê di encama teqîna mayînekê de bi hevalê xwe Hemze Serêkaniyê re şehîd bûn.

Gaziyên jin Arîn Koçer û Şîlan Kobanê bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta wan têkildarî Hogir Amed û Serkêş Riha nêrînên xwe anîn ziman.

HOGIR Û SERKÊŞ DU FEDAÎ Û DILSOZÊN APOYÎ BÛN

Gaziya şer Arîn Koçer di destpêka axaftina xwe de şehîd Hogir, Serkêş û Hemzê bi bîr anî û got, “Şehadeta her sê lehengan ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wendahiyên mezin bûn. Bêguman di têkoşîna azadiyê de pêwîst e mirov ji her tiştî re amade be. Em weke şervanên Rêber Apo dizanin li pêşiya me şehadet jî, birîndarî jî heye. Tevahî hevalên me li ser vî esasî têkoşîna xwe didomînin.”

Arînê diyar kir ku ew bi şehîd Hogir û şehîd Serkêş re li heman qadê mane û wiha domand, “Her du heval jî pir girêdayî Rêbertî û gelên herêmê bûn. Ti carî di nav hevalan de ferq û cudatî nedikirin. Lewma pir dihatin hezkirin. Heval Hogir û heval Serkêş ti carî negotin, ‘Em birîndar û gazî ne, lewma em ê êdî li rehetiya xwe binêrin.’ Ji berê hê zêdetir bi kar û xebata têkoşînê rabûn. Hê dema bi awayekî fizîkî di nav me de jî bûn me ew mînak digirtin. Timî, rûken, bi coş û hêvî bûn.”

Gaziya şer Arîn Koçer bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî, “Ez careke din di yekemîn salvegera şehadeta wan de her sê hevalên me yên hêja heval Hogir, Serkêş û Hemze bi bîr tînim. Em ê tola wan qehremanên xwe rakin, hewldanên dijmin û xayînan vala derxin. Em soza xwe ya pêşxistina têkoşîna azadiyê ji wan re nû dikin. Em ê hedef û armancên wan ên ji bo azadiyê pêk bînin. Şehîd ronahiya rêya me ya serkeftinê ne. Em li ser şopa wan ber bi azadiyê ve dimeşin.”

EGÎD Û CANFEDAYÊN WELATÊ XWE BÛN

Gaziya jin Şîlan Kobanê jî anî ziman ku şehîdan bi xwîn û canê xwe rêya diçe azadiyê rohnî kirine û wiha axivî, “Şehîd ji bo me pîvan û rêgezên jiyana pîroz in. Em li ser xeta şehîdan dimeşin. Şoreşa me bû şoreşa şehîdan. Şehîd pêşeng û rêberê me ne.”

Şîlanê diyar kir ku ew xwedî Tevgereke ji bo tevahî mirovatiyê têkoşîn dike ne û ev anî ziman, “Em xwedî heval û hevrêyên wiha ne ku tevî hemû birîndarî û êşên xwe jî ji bo gel û xaka xwe têkoşîn dikin, şer dikin û li ber xwe didin. Heval Hogir û heval Serkêş weke du hevalên gaziyên şer bi rûmet û serbilindî kar û xebat meşandin. Bêguman di serî de hevalên gaziyên şer, tevahî şervanên azadiyê û gelên me vê hêz, îrade û cesaretê ji Rêbertî digirin. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe em pêş xistin, çavên me vekir.”

Gaziya şer Şîlan Kobanê wiha dawî li axaftina xwe anî, “Heval Hogir û heval Serkêş li ser esasê perspektîfên Rêbertî yên ji bo gaziyan pêşengî kirin, têkoşîn meşandin. Em ê li ser xeta wan hevrêyên hêja ji sedî sed serketinê bi dest bixin, Rêbertiya xwe bi awayekî fizîkî azad bikin û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serketinê tacîdar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gelek bajaran ji bo girtiyên jin çalakî hatin lidarxistin
Nûçeya Pişt re ‘Em bi zarokên xwe serbilind in û azadiya Rêber Apo dixwazin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şamê çekdarên nenas kesekî qetilkirin

Li gundewarê Şamê du kesên bi çek, bavê sê zarokan qetil kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Divê lêborîn bê xwestin, navê Dersimê lê bê vegerandin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di salvegera Terteleya Dersimê de axivî û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Divê kujerên Murat Aslan bên darizandin

Dayikên Şemiyê aqûbeta Murat Aslan pirsîn ku sala 1994’an li navçeya Bajaranû ya Amedê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kremlinê civîna bilind a Şi Cinping-Trump-Putin piştrast kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?