Şemî, 2 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li gelek bajaran bi deh hezaran kes ji bo 1’ê Gulanê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kadikoyê 1’ê Gulanê: Hêza me ya guhertinê heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: %71’ê kesên hatine sêdarekirin girtiyên siyasî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Egeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÇHD: Nêzî 350 kesên ku dixwestin biçin Taksîmê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    1’ê Gulanê li Mexmûrê bi coşekî mezin hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê mitînga 1’ê Gulanê: Aştî ne lutif e, pêdivî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welat tenê bi keda destê karkeran pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karkerekî li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya ku ti carî şaş nabe, sosyalîzm e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Azadî bi droneyan hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Di karên çandiniyê yên demsalî de jin rû bi rûyê mêtingeriyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêvîn Reşîd: Ji bo parastina mafên xwe divê em jin dengê xwe bikin yek û bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama KJK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê: Jin azad nebe ked azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Newaya Jin: Li dijî tundiya civakî dema avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA hate damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YJA Star: Damezrandina PKK’ê cejneke neteweyî ye
Kurdistan

YJA Star: Damezrandina PKK’ê cejneke neteweyî ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ragihand ku salvegera damezrandina PKK'ê cejneke neteweyî ye, Newrozeke duyemîn e û destnîşan kir ku PKK di navenda faşîzma serweriya mêr de gogeke ji agir a ronahiya hêviyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em salvegera 46’emîn a partiya me PKK’ê di serî de  li afirînerê vê destana bêdawî Rêber Apo, li avakerên wê tevahiya şehîdên şoreşê, berxwederên ku li zindanan di şopa Mazlum û Sarayan de dimeşin û li tevahiya gelê xwe yê serhildêr û berdêldayî pîroz dikin. 

Di van 46 salan de,  biryardarî, vîn, egîdî, dilsozî û baweriya ku Rêber Apo di doza azadiya gelê Kurd de bê rawestan dayî nîşandan, bi xwe re vejîna kurdê azad, jina azad û civaka azad pêkan kir. Partiya me PKK, bi şêwedana Rêber Apo re, ev 46 sal in bê dûdilî li erk û berpirsiyariyên xwe yên şoreşa mezin a mirovahiyê radibe. Ev 46 sal in PKK, di oxira şeref û rûmeta welat de ked dide û xwîn dirijîne. Ji bo ala partiya me nekeve, ji bo teqez serkeftina ku heqkirî bidest bixe û bi vê yekê ji bo pêşiya qirkirina gelê Kurd teqez were girtin, di van 46 salan de bi deh hezaran fedaîyan xwe cangorî kirin. Ji şehîdê yekem yê enternasyonal Heqî Qerer heya şehîdê dawiyê yê enternasyonal Ezîz Musil, ji her neteweyan şoreşgerên rastîn, mirovên azadî û aşitîxwaz, cihê tekoşînê di nava PKK’ê de dîtin û bê sînor tevlî vê şoreşa mezin a mirovahiyê bûn. 

Ji Sarayan heya Berwar û Bêrîtan Nurheqan, ji Leyla Sorxwînan heya Medya Egîd, Axîn Gabar û Hejar Zozanan bi hezaran jinên Kurd, bi birdoziya rizgariya jinan ya ku di bin fikra Rêber Apo û bedena wê PKK’ê de derfeta pêşketinê ango hênase girtinê dîtî, yek bi yek destan nivîsandin û di azadkirina giyanê jinan de, gavên pir mezin avêtin. Di her pêvajoyekê de şehîdên sembol û pêşengên berxwedanê û bi sedan mînakên wan derketin û agirê vî şerî li ser xwe girtin. Ji Fermandar Egîd heya Bêrîtan, Ji Xwedawend Zîlan heya Reşît Serdar û Adil Bilîkiyan, Ji Nuda û Viyanan, Ji Delal Amed û Egîd Civyanan heya berxwederên tûnelên şer Cumalî Çorûm û Çavrêyan, ji Botanan, Hêjaran heya Bager û Avzeman û heya şehîdên berxwedaniya ku di sala 2024’an de li çiyayên Bakûrê Kurdistanê destan nivîsandî û fedaiyên Zîlan Rojger Hêlîn û Asya Ali’yan bi deh hezaran şehîdên me yên ku ne gengaz e em li vir navê wan rêz bikin, avakerên şoreşa mezin a cîhanî, avakerên şoreşa jina azad, civaka azad û avakerên PKK yên rasteqîn in. Ango PKK bi xwe partiyeke şehîdan û arteşeke şehîdan e. Lewra PKK serkeftina doza xwe ji zû ve mîsoger kiriye û binkeftina wê bi tu awayî ne gengaz e.

Tekoşîna Jina Azad a ku bi tevlîbûna Şehîd Sara (Sakîne Cansiz) a ji civîna damezrandina partiya me PKK’ê ve destpêkirî, îro ber bi lûtkeyan ve hildikişê û digihîje heya dilê Asya Aliyan. Di çaryêka sedsala jinan û ‘25’ê Mijdarê Roja Tekoşîn û Hevgirtina Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan’ de tevkariya herî mezin, bû tevkariya fikrên Rêber Apo û pratîka wî ya ku di kesayeta van şehîdan de xwe şênberkirî. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku îro li seranserî cihanê bûye îlhama tekoşîna jinan, nîşana Rêber Apo radike; mohra ked, xwêdan û xwîna van şehîdan radike. Lewra tevlîbûna Şehîd Sara ya ji damezrandina PKK’ê re û jiyana wê ya ku bi timî şerê azadiyê ve derbasbûyî, hem remza Têkoşîna Jinên Kurd e û hem jî xûlaseya wê ye. Ew çanda berxwedêriya jina serhildêr ya ku ji dilê Sarayan gihiştî heta dilê Asya Ali’yan, di 46. Saliya PKK’ê de jî bû gulokek ji agir û di navenda fazîşmê ango biryargeha fereseta zilamê serwer de teqiya û mîna zelzeleyekê textê zilmê hejand. 

Partiya me PKK ev nêzikî nîv sedsalê ye bê rawestan şer dike û rojane hesabê şerê xwe ango tekmîla xwe dide gelê Kurdistanê. Her tim rastiya şer û têkoşîna xwe bi awayekî herî zelal ji gel re û raya girştî re raber kiriye û vê yekê weke çandeke jêneveger didomîne. Lewra ji derketina PKK’ê heya roja îro PKK, bi rastiya gelê Kurd re yek e, goşt û neynîk e ango yek giyan û yek beden e. Di vê nîv sedsalê de ku têde gelek dewlet, gelek pêkhate, gelek partî û sazî têk çûn, berxwedana PKK’ê xwe dispêre rastiya yekbûna wê ya bi gel re. Lewra PKK, derveyî gelê xwe pala xwe nade tu hêzên din. Ji ber vê ev 46 sal in yek ji dirûşmeyên ku herî zêde hate berzkirin û li welat û derveyî welat olan da jî, dirûşmeya “PKK gel e, gel li vir e!” bû. Rûxmî hemû polîtîkayên qirêj yên aqilê mêrdewletê jî gelê me û partiya me PKK tu caran  hev berneda û ji hev qut nebû. Yekîtiya Rêber Apo, gel û partiya me PKK’ê, herî zêde di qadên Newrozan de û herî dawî jî di meşa dîrokî ya ku pira Koln’ê hêjandî de ji tevahî cîhanê re hat raberkirin.  Lewra salvegera damezrandina partiya me PKK’ê cejneke neteweyî û newrozekî duyemîn e. Coş, kelecan û bextewariya ku cejna Newrozê piştî sedan salan jî di dilê gelê me dide avakirin, wê piştî sedan salên din jî bi cejna damezrandina PKK’ê vbi awayekî domdar û dîrokî bijî. Lewra di ketina 47 saliya partiya xwe PKK’ê de em Rêber Apo bi coş û kelecana Newroza duyemîn, bi bextewariya damezrandina PKK’ê  silav dikin, hezkirin û girêdana xwe ya bêdawî raber dikin. Tekoşîna partiya me PKK’ê, dijminê mêtînger, yê ku di zilmê de sînor û exlaq nas nake, aniye li ber rewşekî rizîbûnê û hilweşandinê. Ji ber vê heya ku qirkerî û înkargeriya xwe didomîne wê rizîna wî jî heta ku têk diçe  bidome ku ev yek pir eşkere ye. Lewma  doza PKK’ê serkeftin teqez mîsoger kiriye. Ji bo vê mîsogeriya ku bi xwîna şehîdan avabûyî bigihînin serkeftinê wekî artêşa Star em ê her tim bi vîn, bawerî û tempoyek bilind li erk û berpirsiyariyên xwe  rabin. Bi vê biryardariyê em dibêjin 47 saliya PKK’ê wê bibe sala azadî û serketinê!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Bi PKK’ê re serdemeke nû ya dîrokî destpê kir
Nûçeya Pişt re JXK’ê li Berlînê çalakiya 25’ê Mijdarê li dar xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê di roja 60’emîn de ye

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê di roja 60’emîn de didome.

Ji aliyê Stêrk TV

Bal li ser Konferansa Kurd a li Rojava ye

Konferansa yekrêzî û helwesta hevpar ku bi salan e di rojeva Kurdan de ye dawiya…

Ji aliyê Stêrk TV

DBP wê ji bo 8’ê Adarê li 11 bajaran atolyeyan lidar bixe

Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî ragihand ku ew ê ji bo 8’ê Adarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

1’ê Gulanê li Mexmûrê bi coşekî mezin hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê mitînga 1’ê Gulanê: Aştî ne lutif e, pêdivî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Avakirina welat tenê bi keda destê karkeran pêkan e’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karkerekî li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?