Delegasyona jinên siloven ji rojnamevan, xwendevan û mamosteyan pêk tê. Delegasyon bi armanca piştgiriya Jin Tv û naskirina xebatên rojnamevaniya jinên Kurd serdana xwe pêk ani. Ji bo danasîna kar û xebatên rojnamevaniya jinên Kurd ji aliyê rojnamevan Devrîm Arsalan û Aysel Avesta ve seminerek ji bo delegasyone hat pêşkeş kirin.
Delegasyona Jinên Sloven ji bo pirsgirêkên rojnamevanên jin ên Kurd ji nêz ve nas bikin û di ragahandina Slovenya de bikin rojev bi xebatkarên Jin TV’yê re hevpeyvînên taybet çêkirin.
Di heman demê de endamên delegasyonê ji bo armanca serdana xwe vebêjin bûn mêvanê bernameya Jin TV ya Nêrîna Azad.