Di encama lehî û hezazên ji ber barînên zêde yên li derdora Hîmalayayê li Hindistan û Nepalê de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber barînên zêde yên ji roja Înê heya niha yên li eyaleta Uttar Pradeş a li ser sînorê Hindistanê yê Nepalê 81 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ji ber barînan gelek cade û xanî di bin avê de man û rêyên hin gundan hatin girtin. Hate ragihandin ku ji bilî lehî û hezazê welatiyan ji ber bûyerên weke hilweşîna bînayan, ceyranê, ketina daran jiyana xwe ji dest dane.
Barîn li herêmê bûn sedema zirareke mezin maddî. Hate diyarkirin ku zêdetirî 1,000 xaniyan zirar dîtine û gelek rê jî êdî nikarin werin bikaranîn.
Li gorî daneyên Saziya Rêveberî û Kêmkirina Rîska Afetê ya Neteweyî (NDRRMA), li Nepalê di encama lehî û hezazan de herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rayedaran dan zanîn ku hê jî 4 kes winda ne û 7 birîndar jî hene. Hate diyarkirin ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê berdewam dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 26’ê Tebaxê de li nêzîkî sînorê Çînê morenek hilweşiyabû û di encamê de lehiyeke mezin rabûbû. Di encama vê bobelatê de zêdetirî 1,400 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 5,700 kes jî winda bûbûn.

