Duşem, 28 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xozatê li dijî tiryak û çetebûnê meşeke girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Denîz Goktaş banga azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Şopandin û Nirxandinê civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyan serdana rêveberiya Kobanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li biryargehên partiyên Kurd xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyê 83 salî yê Qendîlê: Hesret û hêviya me azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Feryada dayika Ceylan li dilê min neqişî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolandina gora komî ya Şerfedînê bi dawî bû, pêvajoya tiba edlî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Qamişlo û Çilaxayê xwendekar ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê çalakî lidar xistin
Rojava

Li Qamişlo û Çilaxayê xwendekar ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê çalakî lidar xistin

Xwendekarên ku li Qamişlo û Çilaxayê hatin cem hev, ragihandin ku heta daxwazên wan ên perwerdehiya bi zimanê dayikê bên qebûlkirin, dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Îlon 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Şamê bi biryarnameyekê zimanê Kurdî di dibistanan de bi 3 saetan sînordar kir. Xwendekar bi rêya çalakî û xwepêşandanan nerazîbûna xwe ya li beramberî vê biryarnameyê tînin ziman û daxwaz dikin bi zimanê xwe yê dayikê xwendina xwe berdewam bikin.

QAMIŞLO

Xwendekarên Dibistana Şehîd Gabar û Satei El Hisrî li pêşiya avahiya Gerînendetiya Herêma Qamişloyê kom bûn û daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê mamoste Rojîn Mihemed ve hate xwendin û dûre name dan gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hessam.

Xwendekaran, di nameyê de daxwaza mafên xwe yên ziman û çandî kir û polîtîkaya rejîma Baasê û sîstemên berî wê bi bîr xistin û got Kurdan ji derveyî mala xwe nikarîbû bi zimanê xwe baxivin û divê di vê pêvajoyê de ev pirsgirêk bi rêya destûr û qanûnan were çareserkirin.

Di berdewama nameyê de daxwaz kirin ku zimanê Kurdî jî mîna yê Erebî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê, li saziyên fermî û bi taybet li herêmên ku zêdetirî xwe Kurd in were bikaranîn, materyal bi zimanê Kurdî bin, zarokên Kurd dibistan û zanîngehan bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, çand û nasnameya Kurdî were parastin, destek ji bo wêje, huner, çapemenî û saziyên çandî yên Kurdî were dayîn.

Di dawiya nameyê de xwendekaran ji gerînendeya herêma Qamişloyê daxwaz kir ku nameya wan bigihîne aliyên têkildar.

Xwendekarên Dibistana Şehîd Hisên Hacî ya seretayî ya taxa Meyselûn a Qamişloyê daxuyanî da. Rosêl Remedan û Lavîn Ferhad bi Kurdî û Erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku netewe bi rêya ziman çand û dîroka xwe diparêzin, gelê Kurd xwedî mîraseke bi hezaran salan e.

Xwendekar û mamosteyên Dibistana Hitîn û Dibistana Ehmed Miryod ên bajarê Qamişloyê ji bo zimanê Kurdî daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê xwendekar Mehmûd Hisên ve bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, anî ziman ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin û daxwaz kir ku materyal mîna berê bi zimanê Kurdî bin.

Di berdewama daxuyaniyê de, hate ziman ku hewl tê dayîn wan ji mafên wan dûr bixin, îdeolojiya xwe li ser wan ferz bikin, ji ziman û nasnameya wan mehrûm bikin û gotin nabe ku zimanê Kurdî sînordar bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû xwendekaran kirin ku ew ji bo pêvajoyeke têkoşîna aştiyane ya firehtir amade bin da ku dengê xwe bigihînin hikûmetê û Wezareta Perwerdeyê daxwazên wan ên rewa û qanûnî pêk bîne.

ÇILAXA

Li gundê Dêrna Axa yê Çilaxayê xwendekar û malbatên wan daxuyanî da. Daxuyanî li dibistana seretayî ya gund ji aliyê xwendekar Şîlan Omer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, gotin ku ji mafê hemû gelan e ku bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û Wezareta Perwerdeyê bi vê biryarê zilmê li gelê Kurd dike.

Her wiha dan zanîn ku ev biryar li dijî qanûn û mafên mirovan e, ew ne li dijî zimanan e û dixwazin bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin.

Xwendekaran ji Rêveberiya Dibistanan daxwaz kir ku dengê wan bigihînin Wezareta Perwerdeyê û rewşa xwendekaran binirxînin ev bûye 14 sal ew bi zimanê Kurdî dixwînin.

Di dawiya daxuyaniyê de, ji Wezareta Perwerdeyê daxwaz kirin ku biryara xwe biguherîne û ew ji dibistanê heyanî zanîngehê bi zimanê Kurdî bixwînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lehî û hezazên li Hîmalayayê: Zedetirî 100 kes mirin
Nûçeya Pişt re Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi komxebatan dewam dike

1'emîn Konferansa Parlemeterên Jin ên Kurd ku di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîla TV dîmenê xistina Akinci weşand

Gerîla TV dîmenê SÎHA’ya Akinci ya duh li Qendîlê hatî xistin, weşand.

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Li derdora girtîgeha Eqtan a Reqayê pevçûn didomin

QSDˊê ragihand ku ji 3 rojan ve hêzên wan bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Lehî û hezazên li Hîmalayayê: Zedetirî 100 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Qonaxa duyemîn a paqijkirina mayînan dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?