Koçberiya ji gundên Ziyaret, Gundê Mezin, Eqîbê, Bênê û Dêr Cimêlê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, dewam dike.
Wesayîtên ji herêmên xweser derbasî herêmê bibûn, ev 2 roj bûn ji aliyê çeteyan ve li Ehdasê dihatin astengkirin. Piştî hewldanan wesayît îro di saetên piştî nîvro de derbasî herêmê bûn.
Sivîlên dixwazin derkevin bi wesayîtan tên veguhestin.
GELÊ LI ŞEHBA Û ŞÊRAWA KETIN RÊ
50 wesayîtên ku ji bo veguherstina gelê Şehba û Şêrawa yên di dorpêça çeteyên dewleta Tirk de asê mabûn, xwe gihandin sivîlên li gundên Ziyaret, Gundê Mezin, Eqîbê, Bênê û Dêr Cimêlê.
HÊJ ÊN DI DORPÊÇÊ DE HENE
Wesayîtan sivîl ji gundên Ziyaret, Gundê Mezin, Eqîbê, Bênê û Dêr Cimêlê wergirtin û ber bi herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser ve ketin rê.
Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku 29’ê Mijdara 2024’an li ser Til Rifat û Şehbayê pêk hatin, Meclîsa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhestina gel a ji bo herêmên bi ewle girt. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê (2024) de dest bi veguhestina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin.
Heta niha zêdetirî sed hezar welatî veguhestine Tebqa, Reqayê û bajarên din ên Herêmên Xweser. Lê hîn jî gelek welatî li Şehba û Şêrawa mane. Ji bo veguhestina kesên mane jî, 50 otobus 3’yê Kanûnê (2024) ber bi Şehba û Şêrawa ve derketin rê. Lê li ketina bajarê Ehdasê ji aliyê çeteyan ve hatibûn astengkirin.
Piştî hewldanan îro wesayîtên ku ji herêmên xweser derketibûn rê, ji bo veguhestina welatiyan derbasî herêma Til Qerah bûn.