Yekşem, 24 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lêpirsîn ji bo meşa CHP’ê hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel: Ji niha û pê ve navenda me ya giştî parlemento ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Îmraliyê ji Giravê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Gimgimê nobeda SEJ’ê di roja 22’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozel ji navenda giştî ya CHP’ê derket: ‘CHP êdî li kolanan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êrîşê xwendekaran kir, berxwedan berfireh dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mamosteya Kurdî Foruzan Îslamî li Ûrmiyeyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo du şehîdan li Amedê sersaxî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji baroyên Kurdistanê daxuyaniya ‘Bêhukmiya Teqez’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji koçberiyê ber bi Zagrosan ve rêwîtiya şoreşgerekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi YPJ’ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Jiyana Zeyneb Celaliyan di metirsiyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em li dora statu û azadiya Rêber Apo hêza xwe bikin yek!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî banga piştevaniya navneteweyî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kuçukbalaban: Qeyûm li pêşiya aştiyê asteng e!
Rojane

Kuçukbalaban: Qeyûm li pêşiya aştiyê asteng e!

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban ku li sê bajarên şaredariya wan hate desteserkirin lêkolîn kir, anî ziman ku qeyûm rêya aştiyê dixitimîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê berxwedana gelê Kurd bi biryardarî dewam dike. Jİ 7 heta 70 salî mirov ji bo xwedîderketina li îradeya xwe li qadan e.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban ku li bajarên darbeya qeyûm lê hate kirin lêkolîn kir, ji ANF’ê re axivî.

Kuçukbalaban anî ziman ku di navbera 5-7’ê Mijdarê de bi şandeyekê serdana her sê bajaran kir, lêkolîn kir û got, “Sê serdem in ku qeyûm li şaredariyan tê tayînkirin û îrade tê desteserkirin. Bivê nevê şêniyên herêmê ji vê yekê nerazî ye. Vê nerazîbûnê jî bi xwepêşandanên aştiyane nîşan didin. Lê belê me dît ku hêzên ewlekariyê bi hêzeke zêde li nava kolanan êşkence kirin. Bi taybetî li Êlihê ev tundî û êşkence hatin dîtin û gelek serlêdan li hemberî vê yekê hate kirin. Li Mêrdînê, Êlihê û Xelfetiyê avahiyên şaredariyan ji xwe dorpêçkirî ne. Li her deverê tîmên taybet ên polîs û jendermeyan hatine bicihkirin, hewl didin çavê gel bitirsînin.”

Kuçukbalaban diyar kir ku li Êlihê 250 kes ku 70 jê zarok bûn hatin binçavkirin û 10 jê zarok 25 kes hatin girtin.

Li gorî daneyên Kuçukbalaban eşkere kir, li Mêrdînê 7 jê zarok 15 kes hatin binçavkirin, yek jê zarok 2 kes hatin girtin, li Êlihê 16 kes hatin binçavkirin û 10 jê hatin girtin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê anî ziman ku bûyerên diqewimin ji pêvajoya dawî cuda nîne û got, “Ji aliyekî ve bang li Abdullah Ocalan tê kirin, li aliyê din jî li warê wî li Xelfetî jî di nav de hûn namzetên ku bi dengdana gel hatine hilbijartin ji wezîfeyê dûr dixînin. Ev yek tê wê wateyê ku aştî di plana we de nîne.”

Kuçukbalaban diyar kir ku di vir de wezîfeyeke mezin dikeve ser milê rêxistinên civakî yên sivîl, raya giştî ya demokratîk û got, “Beriya her tiştî dewlet û hikumetê qebûl kirine ku aktorê herî krîtîk ê meseleya Kurd, Abdullah Ocalan e. Wê demê divê destûr bê dayin ku Ocalan karibe hem bi rêxistina xwe hem jî bi rêxistinên civakî û sivîl re hevdîtinê bike. Divê şert û mercên vê yekê bêne afirandin. Ji ber ku Kurd êdî bêzar bûne ku meseleya Kurd weke amûreke polîtîk tê bikaranîn. Divê ev yek êdî li ser xeteke polîtîk a rast bê meşandin. Nabe ku ev yek tenê ji desthilatdariyê bê hêvîkirin. Di vir de divê rêxistinên civakî yên sivîl, raya giştî ya demokratîk, rewşenbîr, nivîskar, çapemenî bi roleke hîn çalak rabin, di vê mijarê de gavên hîn bi wêrekî biavêjin.”

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûm pêşî li aştî û çareseriyê digire û ragihand ku heta ev kiryarên antî demokratîk dewam bikin kes nikare qala aştiyeke navxweyî bike.

Kuçukbalaban diyar kir ku şaredar bi hincetên bê bingeh ji wezîfeyê hatin dûrxistin û divê wezîfeya wan tavilê radestî wan bê kirin.

Kuçukbalaban got, “Di meseleya Kurd de ev pêvajoya ku di asta gotinê de destpê kiriye hêja û girîng e; divê binê vê yekê bê dagirtin, weke gavên bi nêta baş jî destpêkê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û derfet jê re bê afirandin ku karibe malbat, parêzer, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî bibîne. Li Paketa Dadgeriyê ya 9’emîn divê efûyeke giştî ji bo girtiyên siyasî tavilê bê bicihkirin û li meclîsê bê nirxandin. Di heman demê de xalên ku bi dudilî nêzîk bûne yên di peymana xweseriyê ya rêveberiyên xwecihî ya Yekîtiya Ewropayê bê bicihanîn û şaredarî bi rengekî azad, xweser û taybet bê pênasekirin. Di heman demê de divê pêvajoya bêşer bê ragihandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Artêşa Tirk li Guherzê baregehek nû ava kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Entegrasyona demokratîk, demokrasiya muzakereyî û komunbûyîn

Civakeke ku bi pêvajoya entegrasyona demokratîk hev nas dike û dibîne ku bi demokrasiya muzakereyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tirbespiyê, Çilaxa û Hesekê agirê Newrozê hatin pêxistin

Gelê Tirbespiyê, Çilaxa û Hesekê cilên elêrî li xwe kirin, bi coşeke mezin Newroz pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ferhad Şamî: Nîqaşên derveyî civînê rastiyê nîşan nade

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya QSDˊê Ferhad Şamî diyar kir ku her tiştê li derveyî çarçoveya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Lêpirsîn ji bo meşa CHP’ê hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozel: Ji niha û pê ve navenda me ya giştî parlemento ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şandeya Îmraliyê ji Giravê vegeriya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Gimgimê nobeda SEJ’ê di roja 22’yemîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?