Girtiyê siyasî yê Kurd Ahmed Guven ku 30 sal in girtî ye, rewşa wî ya tenduristiyê giran bûye.
Girtî Ahmed Guven ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kocaeliyê tê ragirtin, bi rêya telefonê bi birayê xwe Mervan Guven re axivî û têkildarî rewşa xwe ya tenduristiyê agahî da.
Li gorî vê yekê, rewşa tenduristiyê ya Ahmed Guven giran bûye û di dema randevûya nexweşxaneyê de leşker bi rengekî kêfî destûrê nadin.
Her wiha Wezareta Edaletê jî vê rewşê ji nedîtî ve tê.
Malbata Guven ji ber rewşa nebaş a tenduristiyê ji jiyana Ahmed Guven bi fikar e.
Malbata Guven diyar kir ku eger lêkolîn û tedawiya li ser tenduristiya Ahmed Guven neyê kirin, dibe ku metirsiya li ser jiyana wî zêde bibe.