Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir O. Pedersen cara yekem piştî rûxandina rejîma Beşar Esed serdana Şamê kir. Berdevka Pedersen, Jenifer Fenton diyar kir ku Pedersen gihiştiye Şamê û wê piştre daxuyanî bide. Fenton têkildarî hevdîtinê hûrgillî parve nekirin û pirsa ‘gelo Pedersen wê bi lîderê HTŞ’ê Colanî re hevdîtin bike yan na’ bêbersiv hişt.
Pedersen ji bo ku li Sûriyeyê şerekî navxweyî yê nû çênebe, pêşniyareke berfireh kiribû. Pedersen 14’ê Kanûnê li Urdun a cîranê Sûriyeyê, beşdarî civînên têkildar rojeva Sûriyeyê bûbû.