Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Hinceta bendemayinê nemaye, divê gava şênber bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Tifaqa Parastinê ya Mekkeyê ji bo TBMM’yê hat pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê
Rojava

Ji Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo diyaloga bi armanca avakirina Sûriyeya nû beyannameyek ji 10 xalan weşand û got, "Avêtina van gavan wê çarenûsa pêvajoyê diyar bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo diyaloga derbarê avakirina Suriyeyê de, beyannameyek belav kir. 

Beyanname li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê ji aliyê Hevserokên Meclisa Rêveber Evîn Siwêd û Hisên Osman ve bi zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin.

Beyanname wiha ye:

“Bi ketina rejîma Baas a despotîk re, Sûriye derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi armanca ku em bikarin bi serketî derbasî pêvajoya derbasbûnê bibin, divê em hevgirtî bin. Divê em ji bo xêzkirina nexşerêyeke hevbeş bibin yek û bi hev re kar bikin. Divê siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ku Sûriye wêran kiriye, bi dawî bibe. Divê hemû hêzên siyasî di pêvajoya derbasbûnê de cihê xwe di avakirina Sûriyeya nû de bigirin. Li ser vê yekê em bang li hemû aliyên sûriyeyî dikin ku nêzîkatiyên xwe yên li beramberî hev, di ber çavan re derbas bikin û berjewendiyên nîştimanî yên hevpar di ser her tiştî re bigirin.

Li ser vê bingehê, em dibînin ku tevkariya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêveberiya siyasî ya li Şamê de dê li gorî berjewendiyên tevahî sûriyeyiyan be. Ev tevkarî dê bibe destek ku em bi serketî ji vê pêvajoya zehmet derkevin.

Wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em berpirsyariyên xwe li hember gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wê, dizanin. Ji bo bicihanîna erkên li hember gelê me, em ji bo avakirina Sûriyeya nû beyannameya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî pêşkêş dikin.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rola erênî ya dewletên Ereban, dostên ku piştgiriyê didin tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê erênî dinirxînin. Divê ev piştevanî ji bo avakirina Sûriyeya nû dewam bike da ku mafên hemû pêkhateyan li gorî bingehên demokratîk mîsoger bike da ku zemîneke guncaw a destpêkirina diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî ya giştî ku her kes tê de beşdar bibe, peyda bike.

Ji bo avêtina van gavan ku em wek çarenûsî di vê pêvajoyê de dibînin, em bang li tevahî hêzên Sûriyeyê dikin ku bi hev re li ser van xalan kar bikin:

– Parastina yekitî û serdestiya xaka Sûriyeyê û parastina wê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

– Divê li seranserî xaka Sûriyeyê çalakiyên leşkerî werin rawestandin û diyaloga nîştimanî ya giştî ya avakirinê dest pê bike.

–  Helwesta hezkirinê bigirin û ji xîtaba nefret û xiyanetê ya di navbera sûriyeyan de dûr bikevin. Sûriye bi hemû pêkhate û rengên xwe dewlemend e, divê ev pirrengî û dewlemendî li ser esasê demokrasiya adilane were parastin.

– Ji bo yekkirina nêrînan der barê pêvajoya derbasbûnê de divê civîneke awarte bi beşdariya tevahî hêzên siyasî yên sûriyeyî li Şamê were lidarxistin.

– Divê beşdariya jinan di pêvajoya siyasî çalak be.

– Serwet û çavkaniyên aborî milkê tevahî gelê Sûriyeyê ne, divê bi awayekî adilane li tevahî herêmên Sûriyeyê were belavkirin.

– Divê garantiya vegera niştecihên resen û koçberên ku bi darê zorê koçber bûne, were dayîn. Divê mîrasa wan a çandî were parastin û siyasetên guhertina demografiyê werin bidawîkirin.

– Li gel geşedanên li Sûriyeyê rû didin, em teqez dikin ku em ê şerê li dijî terorê bidomînin da ku rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst venegere. Ev yek jî dê bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî be.

– Divê dagirkerî bi dawî bibe, biryara diyarkirina siberoja xwe di destê gelê Sûriyeyê de be. Divê rêbeza cîrantiya baş were pêkanîn.

– Em rola avakar a dewletên Ereban, Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî û tevahî hêzên navneteweyî yên çalak ên li Sûriyeyê pêşwazî dikin. Em bang li wan dikin ku roleke erênî û aktîf di pêşkêşkirina şêwiran, piştevaniya gelê Sûriyeyê, nêzîkirina nêrînên pêkhateyan de pêk bînin. Divê ev rol ji bo parastina ewlehî û rêgirtina li ber destwerdanên derve di kar û barên Sûriyeyê de be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Til Rifetê planeke din a qirêj a çeteyên dewleta Tirk
Nûçeya Pişt re Milîsên MAK’ê bi çalakiyan silav dan berxwedana Rojava
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hişyariya xwe têkildarî seyaheta ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên ciwan: Ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin

Çalakiya 4 rojan a ku jinên ciwan li Strasburgê dabûn destpêkirin bi govend û stranên…

Ji aliyê Stêrk TV

Bavê 9 zarokan Derwîş: Em ji mala me avêtin, gotin vegera li Reqayê ji bîr bikin

Ebdû Xalid Derwîş ku bi 9 zarokên xwe li avahiya dibistanê li erdê dimîne got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Muzexaneya Kobanê ji koçberan re bûye stargeh

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

TEV-ÇAND‘ê şehîdên 19‘ê Cotmehê bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Jinên ciwan bertek nîşanî êrîşa li Şêxmeqsûdê dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star texrîbkirina pekrewangeha Şêxmeqsûd şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?