Li Amûdê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteweyên wê hatin şermezarkirin û berxwedana QSDˈê hat silavkirin. Ji bo yekitiyê jî bang li hêzên siyasî yên Kurd hat kirin.
Şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSDˈê re anîn ziman.
Şênî ji Qada Jina Azad kom bûn, bi hildana alên QSD û Rêveberiya Xweser, ala Sûriyeyê û bi vekirina pankartên “Em li dijî dagirkeriyê hevgirtî bin”, “Na ji dagirkeriyê re”, “QSD hêza me ye”, “Bijî biratiya gelan”, “Bijî yekitiya Kurd, Ereb û Suryan” û “Bijî yekitiya gelê Kurd” dest bi meşê kir.
Di meşê de dirûşmên “Em hemû QSD ne” û “QSDˈê hêviya me ye” hatin berzkirin.
Meş li Qada Şehîd Cîhad sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Însiyatîfa Gel Mezher Şêxo axivî û hilweşîna rejîma Baasê pîroz kir.
Mezher Şêxo got: “Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin, divê yekitiya Kurdî were avakirin da ku em mafên xwe di Sûriyeya nû ya nenavnedî de mîsoger bikin. Divê em bi rêya yekitiya partiyên siyasî yên Kurd destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.”
Meş bi dirûşman bi dawî bû.
PEYAMA JINÊN CIWAN
Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Firatê der barê banga serferberiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de daxuyaniyek da. Daxuyanî li navenda Yekitiya Jinên Ciwan a li bajarê Kobanê ji aliyê endama yekitiyê Îslim Îbrahîm ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wek jinên ciwan ên Kobanê piştgiriya şervanên xwe û piştgiriya QSD`ê dikin. Em tu carî dest ji axa xwe bernadin, em ê li kêleka şervanên xwe têkoşîn bikin û li ber xwe bidin. Me çawa çeteyên DAÎŞ`ê di Kobanê de tune kir em ê careke din çeteyên dewlta Tirk di Kobanê de tune bikin.”
Yekitiya Jinên Ciwan di dawiya daxuyaniyê de got: “Em jinên ciwan her tim amade ne, em ê li ber xwe bidin û bê navber li kêleka şervanên xwe têbikoşin. “
Çalakî bi dirûşma “Berxwedana jiyan e” bi dawî bû.