Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Nûdem Yaman têkildarî xebatên komînên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Nûdem Yaman bal kişand ser banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo û destnîşan kir ku piştî banga 27’ê Sibata 2025’an gelê wargehê û tevahî gelê Kurd ketiye nava liv û tevgerê û diyar kir ku heya niha jî gelê wargeha Mexmûrê li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo û pergala ku pêşniyar dike, dimeşe.
‘KOMÎN LINGEKÎ ESASÎ YÊ PERGALA ME YE’
Nûdem Yaman pergala ku ji aliyê Rêber Apo ve tê pêşbinîkirin a komînan bi bîr xist û got: “Di nav sîstema me de lingekî esasî rêxistinkirina komînan bû. Rêber Apo, her tim bal kişand ser; ‘Çima girîngiya komînan heye? Çima em li ser komînan bi sekinin? Divê komîn di çi astê de bin…’ Her tim Rêbertî di pirtûk û manîfestoya xwe de diyar kiriye ku mîna xeteke jiyan kirinê pêşkêşî gelê Kurd û tevahî gelê cîhanê kiriye.”
Nûdem Yaman da zanîn ku pergala komînan di dîroka mirovahiyê de beriya pergala kapîtalîzmê û hemû pergalên hegemonîk ku mîna ketibe nava xwîna mirovan de hatiye jiyankirin û diyar kir ku ji destpêka dîroka mirovahiyê, heya roja îro jî civak bi şêwazê komînan jiyana xwe meşandiye.
Nûdem Yaman anî ziman ku bi demê re pergala komînan ji cewherê wê hatiye derxistin û got: “Rêber Apo dixwaze ku pergala komînan dîsa li cewherê xwe bizivire. Jixwe wateya komînê ji kombûnê tê, yanî civak bi vê yekê xwe komî ser hev dike û pirsgirêkên xwe nîqaş dike. Di dîrokê de jî mînakên vê yekê hene. Yek ji van jî komîna Parîsê ye. Her çiqasî nikaribe xwe demek dirêj li ser linga bigire jî, Rêber Apo ji tecrûbeyên wê jî sûdê werdigire û weke xetekê diyar dike.”
‘BI HATINA MANÎFESTOYÊ RE MECLÎSA GEL DEST BI PÊNGAVEKE JI NÛ VE RÊXISTIN KIRINA KOMÎNAN KIR’
Nûdem Yaman ragihand ku bi hatina manîfestoya “Civaka Demokratîk û Komînal” ya Rêber Apo re, Meclîsa Gel a Mexmûrê pêvajoyeke xebata perwerdekirin û rêxistinkirina komînan û ji nû ve avakirinê daye destpêkirin û wiha got, “Bi qasî 3 mehan xebatek hat meşandin. Di nava van 3 mehan de, mal hatin ziyaretkirin, bi gel re, bi şexsan re nîqaş hatine meşandin da ku em bikaribin komînan rêxistin bikin. Dîsa bi kesên temen mezin ên bi tecrûbe re nîqaş hatin meşandin. Di dawiyê de civînên taxan çêbûn, di wan taxan de rêveberî hatin diyarkirin, di asta giştî de komîngeh hatin avakirin, di asta komîngehan de jî êdî rêveberiyên wan jî hatin diyarkirin da ku civak bi xwe di meclîsê de cih bigire. Êdî wê ji sedî 60’ê gel nûnertiya xwe di meclîsê de bigire.”
Nûdem Yaman behsa girîngiya aktîfkirina komînan kir û destnîşan kir ku eger komînên wargehê bên aktîfkirin wê hemû pirsgirêkên civakê çareser bibin.
Nûdem Yaman di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman, “Her ferdê ku li vê wargehê jiyan dike, her ferdê ku hevpeymana civakî qebûl kiriye, wê endamê komîna xwe be. Wê bikaribe di komîna xwe de xwe îfade bike. Her serê çend mehan wê civînên komînan bên lidarxistin, wê pirsgirêkên xwe nîqaş bike, wê pêwîstiyên xwe nîqaş bike. Wê ev pergal derfeteke xwe îfadekirinê bide gel ku ne ji jor ve, wê ji herî jêr ve, ji gel biryarên ku derdikevin, ber bi meclîsê ve were. Ev jî tê wateya ku gel bi xwe wê biryarê xwe bigire. Li şûna pergala dewletê ku 3-4 kes li ser gel biryaran digirin, wê di pergala komînan de gel bi xwe biryarên xwe yên aborî, çandî, civakî û hwd li gor xeta Rêbertî ku diyar kiriye, bigire. Bi vî rengî encex civak dikare pergala xwe ava bike. Êdî mirov dikare di nava komînan de komînên pîşeyî, aborî û hwd ava bike û hemû pirsgirêkên xwe bi rêxistinî çareser bike. Encex civak dikare xwe bi pergala rêxistinkirina komînan ji şerê cîhanê û kaosa ku li Rojhilata Navîn diqewime rizgar bike. Bê komînbûyîn bê rêxistinbûyîn e, bê rêxistinbûyîn jî perçebûn e.”
Nûdem Yaman di dawiya axaftina xwe de behsa konferansa komînan kir û da zanîn ku di encama xebatên rêxistinkirina komînan û lidar xistina konferansê şûn de, wê rêveberiyên taxan bi awayekî aktîf lêkolînan li ser taxan bikin û diyar kir ku ji bo çawaniya çareserkirina pirsgirêkên taxan, bi şêwazê komîngehan pirsgirêkên xwe çareser bikin.

