Pêncşem, 7 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Droneyek li Hewlêrê hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê Modernîteya Demokratîk Şukru Çatalbaş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gotin û pratîka dewletê li hev nayê, ev jî dibe sedema bêbaweriyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Denîz, Yusuf û Huseyîn hatin bîranîn: Têkoşîna wan berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtî Sînan Bulbul piştî 33 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Em dixwazin êdî têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 198’an nobeta Mexmûrê dewr girt: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê piştgirî da banga dayikên aştiyê ya li dijî darvekirinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa Nêrgiz Mihemedî krîtîk e: Di navbera mirin û jiyanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Divê rol û mîsyona YPJ’ê were naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Wanê qetilkirina rojnamevanan û binçavkirin hatin şermezarkirin
Kurdistan

Li Wanê qetilkirina rojnamevanan û binçavkirin hatin şermezarkirin

Li Wanê qetilkirina 2 rojnamevanên Kurd û binçavkirin careke din hate şermezarkirin û peyama “Em paşde gav navêjin” dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) xwestin li Wanê têkildarî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yên dewleta Tirk hatin qetilkirin, li kolana Hunerê daxuyaniyê bidin. Polîsan êrîşî çalakiyê kirin û 10 jê rojnamevan 55 kes binçav kirin. Dîsa di saetên êvarê de daxuyanî hate dayîn, qetilkirina rojnamevanan û êrîşa polîsan hate şermezarkirin.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Veysî Dîlekçî, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gonul Ûzûnay, hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, parlamenterê Amedê Mehmet Kamaç û gelek rêxistinên sivîl tevlî çalakiyê bûn.

‘EM PAŞDE GAV NAVÊJIN’

Girseya ku tevî dorpêça polîsan hatin ba hev, bê navber dirûşmên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.

Veysî Dîlekçî ewilî axivî û got, “Walîtî her daxuyaniyên me bi îsrar asteng dike. Rayedarên dewletê mecbûr in ku li gorî Destûra Bingehîn tevbigerin, lê mixabin waliyê vî bajarî li gorî qanûnan tevnagere. Bêyî muzakereyê bike rasterast mudaxeleyî daxuyaniya hevalên me dike. Em ji vir bang dikin; bi zext û tundiyê hûn nikarin bi me paşde gav bidin avêtin. Hevalên me yên bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin divê demildest serbest bên berdan.”

Mehmet Kamaç jî wiha got: “Gelê Kurd bi salane serî li ber we natewîne, ji niha û pê de jî serî li ber we natewîne. Çima qanûn li vê kolanê cuda ye û li kolaneke din cuda ye? Şermezarkirina qetilkirina du rojnamevanên ku di destên wan de ji bilî kamera û pênûsê tiştek di tineye çima qedexe ye? Hûn ji Golanî re dibêjin terorîst, lê serokê we yê MÎT’ê bi wî re li kuçe û kolanên Şamê digere. An hûn ê qanûna xwe biguherînin, an hûn ê mil bi mil bi terorîstan re nemeşin. Em her tim vê dibêjin; Di destekî de gul û di destê din de xencer nabe. Duh we li meclîsê digot divê em yekîtiya civakî pêk bînin, aştiya navxweyî pêk bînin. Li aliyekê siyasetmedar vê dibêjin, li aliyê din jî walî û midûrên polîsan…Em binçavkirina hevalên xwe qebûl nakin.”

BERXWEDANA ROJAVA HAT SILAVKIRIN

Gonul Ûzûnay bal kişand ser şer û êrîşên dagirkeriyê yên li Sûriyeyê û wiha domand: “Têkoşîna gelê Kurd a li dijî çeteyan rastiyên girîng ên li Sûriye û Rojava derxist holê. Di şexsê xebatkarên çapemeniyê Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn de hat dîtin ku Kurd li Rojava tên qetilkirin û bi şerê herî hovane re rû bi rû ne. Gelên li Tirkiyeyê bi siyaseta demokratîk dixwazin bibin dengê gelên Sûriyeyê û gelên Rojava. Lê belê mîna îro li Wanê ev xwedîderketin rastî zext û zorê tên. Bi taybetî li Wanê her bertekeke demokratîk a ku tê xwestin bê nîşandan rastî êrîşan tê. Em weke partiyên siyasî û demokratîk van êrîş û qedexeyan şermezar dikin. Em ji vir bang dikin; divê hûn hem hiqûqa xwe û hem jî hiqûqa navneteweyî nas bikin. Dest ji van êrîşan berdin. Yekane çavkaniya van hemû pirsgirêkan pirsgirêka Kurd e û pêwîste demildest çareser bibe. Em dîsa dibêjin; Bbi van êrîşan hûn nikarin pêşiya rastiyê bigirin. Pênûs û kamerayên xebatkarên çapemeniya azad wê li erdê nemînin. We îro danê nîvro zêdetirî 50 hevalên me binçav kir, lê binêrin em dîsa hatin vir û em xwedî li wan derdikevin.”

Piştî axaftinan daxuyaniya çapemeniyê bi çepik, tilîlî û dirûşman bi dawî bû. 10 rojnameger jî di nav de 55 kesên ku di saetên sibehê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hatin berdan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Kocaeliyê piştgirî dan ‘Bangawazên Aştiyê’
Nûçeya Pişt re Gundên Kobanê û Girê Spî hatin bombebarankirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bayik: Em bar bigirin ser milê xwe, tenê ji Rêber Apo re nehêlin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku Tevgera Apoyî li ser bingeha…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em guherandina qanûna rewşa medenî red dikin’

Li navçeya Kelarê der barê pirsgirêk û astengiyên guherandina qanûna rewşa medenî ya Iraqê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1’emîn di 25’ê Nîsanê de destpê dike

Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya Yekemîn di 25'ê Nîsanê de destpê dike. Di festîvalê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karasû: Em dixwazin êdî têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?