Parlamentera Rihayê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kûnt Ayan têkildarî rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê hatin qetilkirin, pêşnûmeyek pêşkêş kir.
Parlamenter Dîlan Kûnt Ayan diyar kir ku dewleta Tirk bi qetilkirina rojnamevanan re sûcê şer kiriye û xwest Komîsyona LêkoLînê ya Meclîsê bê avakirin.
Di pêşnûmeyê de hate xwestin, komîsyon kuştina rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, girtin, binçavkirin û lêpirsîna li hemberî rojnamevanan lêkolîn bike.