H.A. ya ku bi piyade astsûbay M.A. re zewicandî, li mala xwe ya li taxa Ahî Evranê ya li Kirşehîrê bi awayekî birîndar hat dîtin. Jina ku 9 mehî ducanî û bi çekê hatî birîndakirin jiyana xwe ji dest da.
Tîmên tenduristiyê H.A. rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kirşehîrê û li wir bi sezeryanê bebeka wê hat xilaskirin.
Hat diyarkirin ku poyade astsûbay M.A. li Îdirê kar dike û ji bo destûra salane hatiye Kirşehîrê.
Esra Agar jî li mala xwe ya li gundê Pleşê yê girêdayî navçeya Kolikê ya Semsûrê bi awayekî birîndar hat dîtin. Piştî mudaxeleya ewil ya tîmên tenduristiyê, Esra Agara bi çekê hatî birîndarkirin, rakirin nexweşxaneya Kahtayê ya Dewletê, lê tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.