Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Hinceta bendemayinê nemaye, divê gava şênber bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Tifaqa Parastinê ya Mekkeyê ji bo TBMM’yê hat pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Mafê hêviyê’ divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin, her wiha bi cih bê anîn
Kurdistan

‘Mafê hêviyê’ divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin, her wiha bi cih bê anîn

Ji DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku divê rewşa Rêber Apo tenê di çarçoveya 'mafê hêviyê' de neyê nirxandin û got, azadiya wî ya fîzîkî divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê Kamûran Tanhan destnîşan kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, şert û merc jê re bêne afirandin ku karibe têkiliyê bi derdorên siyasî û civakî re dîne û got, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aramiya herêmî divê ev gav bêyî dereng bikeve bê avêtin.

Ji wekîlên hiqûqnas ên DEM Partiyê Tanhan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinên aştiyê de aktorê bingehîn e; ji bo hevdîtin bi rengekî erênî bi encam bibe azadiya wî ya fîzîkî divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin. Tanhan bi bîr xist ku li tevahiya cîhanê bi danûstandinan dawî li şer hatiye anîn, aştî hatiye pêkanîn û got, “Gelekî girîng e ku şert û mercên azad ên lîderan bêne afirandin. Rola ku Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bilîze, ne cihê nîqaşê ye. Birêz Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê hiştin. Ev mesele li pêşiya destpêkirina pêvajoyekê astengiya herî mezin e.”

‘MAFÊ HÊVIYÊ’ Û BIRYARÊN NAVNETEWEYÎ

Tanhan destnîşan kir ku rewşa Rêber Apo divê tenê di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de neyê nîqaşkirin û got, “Di çarçoveya peymanên navneteweyî de Tirkiye neçar e ku vî mafê nas bike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2015’an de têkildarî Birêz Ocalan biryar wergirt. Her wiha biryarên DMME’yê yên têkildarî Hayatî Kaytan û Civan Boltan hene. Ev yek işaretê bi wê pêwîstiyê dike ku divê guhertinên qanûnî di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de bê kirin. Her wiha di nava sala 2024’an de di encama serlêdana li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê hate kirin de têkildarî ‘mafê hêviyê’ salek dem ji Tirkiyeyê re hate dayin. Bêguman ev pêvajo eger tenê bi ‘mafê hêviyê’ ve bê girêdan wê bibe rewşeke şaş û ne di cih de. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de aktorê bingehîn e û rola wî divê di çarçoveyeke hîn berfireh de bê nirxandin. Ji bo serketina pêvajoyê divê karibe bi rojnamevan, muxalefet, desthilat û beşên din ên civakê re têkiliyê dîne û şert û mercên vê yekê bêne afirandin. Ev danûstandin wê bandoreke erênî li pêvajoya ji bo aştî û çareseriyê bike.”

GUHERTINA QANÛNÎ JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ

Tanhan destnîşan kir ku di nava şert û mercên heyî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin, ji bo pêkanîna vê yekê divê guhertinên qanûnî bêne kirin û got, “AKP ne di nav de 10 partiyên siyasî yên cuda yên ku koma wan li Meclîsê heye, têkildarî sererastkirina qanûnî ya li ser qeyûman me pêşniyar kir û tê zanîn di mijarên bi heman rengî de lihevkirinek pêk hatiye. Ev yek jî nîşan dide ku di mijara ‘mafê hêviyê’ yan jî azadiya fîzîkî de sererastkirinek dikare bê kirin, lê belê tê dîtin, desthilatdarî di vê mijarê de bê biryar e. Halbûkî guhertin û sererastkirin divê teqez bê kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hevdîtina heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû destpê kir
Nûçeya Pişt re Ji bo şehîdên ragihandina azad û 3 şervanan merasîm hate lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyan êrîşî nexweşxaneyê kirin

Çeteyên Hikûmeta Demkî û dewleta Tirk êrişî Nexweşxaneya li Şêxmeqsudê kirin. Li nexweşxaneyê gelek birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?