În, 6 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê siyasî Emîn Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar li Mereşê hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Ji bo serketina pêvajoyê gavên şênber mecbûrî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşkêşvanê Çira TV û kedkarê çapemeniya azad Mûsa Alo koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê bi Tom Barrack re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Bila YOK bê rakirin, zanîngeh bêne azadkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê êrîşî rafîneriyek a  petrolê hate kirin: Kesek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kameran Osman: Li Herêma Kurdistanê di 30 salan de 238 zarok bûne qurbaniyên şer

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Sineyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hisên Hecî: Divê civaka Êzidî vê derfeta dîrokî ji dest nede

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Di meha Cotmehê de zextên li hemberî rojnamevanên jin dom kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê banga ji bo 25’ê Mijdarê: Niha dema xweparastinê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji bo şehîdên ragihandina azad û 3 şervanan merasîm hate lidarxistin
Rojava

Ji bo şehîdên ragihandina azad û 3 şervanan merasîm hate lidarxistin

Xelkê Qamişloyê ji bo 2 rojnamevan û 3 şervanên di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, merasîmeke girseyî lidar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên 19’ê Kanûna 2024’an li Bendava Tişrînê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûn û endamê QSD’ê Diyar Qamişlo, endama YPJ’ê Avzem Çiya û endamê hêzên Komandos Lûqman El Xemîs ên 2’ê Çileya 2025’an li Bendava Tişrînê şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de bi hezaran kes ji şêniyên herêmê, rojnamevan, sazî û dezgehên çapemeniyê, hêzên leşkerî, saziyên civaka sivîl û Kongreya Îslama Demokratîk amade bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê cangoriyên azadiyê destpê kir. Li ser navê Meclisa Malbarên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û anî ziman ku ew xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin û got: “Dema mijar dibe şehîd ziman lal dibe, ji ber ku nirxê şehadetê ne kêm e û mirov nikare bi axaftinê wateya wê bide. Em ê li hember faşîzmê serî hildin û tola şehîdên xwe hildin.” 

Bi navê Hêzên Leşkerî Nezîr Sofî axivî û got, “Em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurd re dixwazin. Şehîd ew in ên ku ji tunebûnê hebûn çêkirin û em di hizûra şehîdên xwe de dibêjin em her tim şopdarê rêya we ne û em gavek bi paş na avêjin. Divê em têkoşîna şehîdên xwe mezin bikin. Em soza xwe nû dikin û dibêjin em ê deyndarê gel, dayik û şehîdên xwe bin heta em tola şehîdên xwe hildin.”

Bi navê Yekîtiya Ragihandina Azad Ekrem Berekat diyar kir ku êşa ji ber şehadeta hevalên wan wê di dilê wan de bibe hêrs li dijî dijminê hov û got, “Ev 14 sal in gelê me bê navber têkoşînê dide meşandin. Me bi hezaran şehîd oxir kirin û bi rojane şehîdên me tên oxirkirin. Em wek ragihandina azad erkê me yê sereke ew e ku em bibin berdevkê civaka xwe. Em vê yekê bi raya giştî re parve dikin û dibêjin ku bedêlê wê çi bibe bila bibe em ê vê xetê bi ser bixin. Ji rojnemevanên ku xeta sîxurtiyê ya dewleta Tirk a dagirker eşkere kir Şehîd Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan e. Em ji Şehîd Cîhan re dibêjin kamêreya te wê li erdê nemîne û wê her dem dîmenê rastiyê li ser werin parvekirin. Em ji Şehîd Nazim Deştan re dibêjin wê pênûsa te li erdê nemîne û em ê her dem li pey şopa rastiyê bin û derewan eşkere bikin.” 

Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Elî Zaxuranî jî ragihand ku di hemû pîvanên Îslamê de hovîtiya dewleta Tirk li dijî ola Îslamê ye û got: “Şehîd ew zindiyên rast in û divê em her tim bi wan ser bilind bin. Her wiha divê xwîna şehîdên me li erdê nemîne û bi berxwedanî em daxwazên wan pêk bînin.”

Wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê wan hat kirin. Wesîqeyê şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn jî radestî hevrêyên şehîdan hat kirin. 

Di dawiya merasîmê de de cenazeyê Şehîd Diyar Qamişlo, Şehîd Avzam Çiya û Şehîd Lûqman El Xemîs bi tilîliyên dayikan ber bi axa pîroz ve veşartin.

Malbatên Şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn ji bo cenazeyên şehîdan werbigrin serlêdan hatiye kirin û tê payîn ku cenazeyê Şehîd Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn ber bi Bakurê Kurdistanê ve were rê kirin.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Mafê hêviyê’ divê êdî ne tenê bê nîqaşkirin, her wiha bi cih bê anîn
Nûçeya Pişt re YPJ’ê fermandar Bêrîtan û Avzem bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJIN: Rojnamevanên jin ên Kurd deriyê heqîqetê vedikin

Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN), di peyama xwe ya bi wesîleya 7’ê Cotmehê Roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol dewam dike

Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol a li beşa nihêrîna awarte bi antîbiyotîkan didome.

Ji aliyê Stêrk TV

34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

KCDK-E û TJK-E’yê, ragihandin ku ew 34’emîn Festivala Çanda Kurd a Navneteweyî ku îsal bê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ciwan Îbrahîm Rojava ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî serdana sersaxiya şehîd Ciwan Îbrahîm kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên Girkê û Rimêlanê ji bo Kurdî daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê merasîma bîranînê ya ji bo Ciwan Ereb

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?