Hevserokê Giştî yê Partiya Mirovahî û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya ji ANF’ê re axivî. Kaya diyar kir ku bala hemû Kurdan li ser Rojava ye û wiha got: “100 sal berê di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Kurd firsenda avakirina dewleta xwe û bidestxistina statuya xwe dîtibûn. Bi Peymana Lozanê re ev şans hat windakirin. Kurdistan bû çar parçe û di navbera çar dewletan de hat parvekirin. Piştî 100 salan du ji van dewletan; Iraq û Sûriye êdî di nava yêkîtiyê de bi yek parçe nikarin hebûna xwe bidomînin. Pêkan xuya nake ku pergala heyî dewam bike. Niha şertên nû yên li Rojava derketin holê, ji bo Kurdan piştî 100 salan firsenda xwe rêvebirin û fermîkirina statuya xwe pêşkêş dike.”
JI BO DESTKEFTIYAN BERDÊLÊN MEZIN HATIN DAYÎN
Kaya destnîşan kir ku divê Kurd di vê pêvajoyê de gelekî baldar bin û ji bo sûd ji vê firsendê werbigirin divê her tişta pêwîst bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê têkiliyên bi dewletên bibandor ên di siyaseta navneteweyî û cîhanê de bên xurtkirin û xebatên siyasî û dîplomatîk bên zêdekirin. Têkiliyên ku heta niha li qadê hatine danîn, bi taybetî divê bi aliyên bi hêz re were pêşxistin. Bi heman rengî divê têkiliyên bi hêzên xwecihî û gelên li herêmê dijîn, bên xurtkirin. Li ser navê Kurdan avakirina nûnertiyekî xwedî girîngiyekî mezin e. Ev nûnertî divê Kurdên li Rojava û parçeyên din di nava xwe de bihewîne û li ser bingeha peymanekî were avakirin. Eger avaniyeke bi vî rengî were pêkanîn, tu hêz nikare li hemberî wê bisekine. Neteweya Kurd neteweyekî rengîn e ku ji bawerî û siyasetên cuda pêk tê. Nûnertiyeke ku vê curbicuriyê bingeh bigre, wê destê Kurdan xurt bike. Bi saya avaniyeke wiha hêzên ku bi Kurdan re têkilî deynin wê bi zanebûna ku ev mekanîzma nûnertiya hemû Kurdan dike, tevbigerin.”
Kaya anî ziman ku ji bo destkeftiyan berdêlên mezin hatine dayîn û wiha got: “Destketiyên li Rojava encama têkoşîn û berxwedanê ye. Bi tu awayî bi xwe an jî bi saya kesî nehatiye bidestxistin. Kurd ji pêvajoyên giran derbas bûn û gihiştin vê astê. Ji bo parastin û mayîndekirina van destkeftiyan divê hewldaneke mezin were dayîn. Ji ber vê yekê divê deskeftiyên gelê li ser her tiştî û berjewendiyên her kesî bê girtin. Jibîrkirina van destkeftiyan ku bi berdêlên mezin hatin qezenckirin, wê bibe xeletiyek mezin.”