Ev wêne bîrdariyek e ku ji bo xwedîderketina li bîranîna şoreşger Sakîna Cansiz (Sara) hatiye avakirin. Li tuneleke li Metînayê hatiye kişandin ku niha li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker berxwedan lê dewam dike. Ev tunel di dîroka têkoşîna jinê de xwedî wateyeke girîng e. Vê tunelê şahidî ji avabûna Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) re şahidî kir ku partiya destpêkê ya jinê bû. Sala 1995’an dema ku zivistan dibû bihar bi sedan şoreşgerên jin li vê şikeftê li hev kom bûn. Ya ku pêşengî ji vê kongreyê re kir û kongre bi rê ve bir Sakîne Cansiz bû. Gerîlayên azadiyê yên ku em îro di vî wêneyî de dibînin, li tunelên şer ên ku bi derfetên xwe ava kirine, bîranîna partiya destpêkê ya jinê YAJK û pêşenga wê Sara li kevirên vê tunelê neqişandine.
Ev şikefta ku bû cihê nivîsandina pirtûka ‘Jiyana min timî şer bû’ ya Sakîne Cansiz, sal jî di ser re derbas bibin ew cih e ku xwedî li bîranîna YAJK û hevrê Sara tê derketin. Kadroyên tevgera azadiyê ya jinê li ser şopa Sara meşiyan û li vê derê tevlî perwerdeyê bûn, dilsoziya xwe ya bi azadiya jinê û têkoşîna rizgariya welêt re hîn xurt kirin. Îro jî li ser vê xetê şer dikin û li ber xwe didin. Şoreşgera mezin Sara beriya damezrandina PKK’ê jî dest bi birêxistinkirina jinan kiribû, li gelek deveran bi jinan re civîn lidar xisitbû Hevala Sara ku sala 1979’an dîl kete destê dijmin bi berxwedana xwe ya li zindanê bû sembola têkoşîn û rûmetê ya jinên Kurd. 12 salan serî li ber şert û mercên zindanên serî netewand, li ber xwe da û piştî ku ji girtîgehê derket yekser berê xwe da qada Rêbertî û enerjiya xwe hemû tevlî nava têkoşînê kir.
GERÎLAYÊN JIN GAV BI GAV BER BI AZADIYÊ VE DIÇIN
Piştî diyalogên hêja yên bi Rêber Apo re berê xwe da çiyê, li gelek herêmên Kurdistanê tevlî karê gerîlatiyê bû, bi taybetî li qadên weke Zap, Qendîl û Metînayê gerîlatî kir û di heman demê de fermandarî kir. Hevala Sara ji bo fikrên Rêbertî yên li ser azadiya jinê bixe meriyetê bi rola pêşeng rabû, li her devera ku lê bû perwerdeya berxwedan û têkoşînê da gerîlayên jin. Ev tunela ku ji aliyê hêzên gerîla ve ji bo bîranîna Sakîne Cansiz Û YAJK’ê hate hatekirin, niha li Metînayê navenda berxwedaneke dîrokî ye. Gerîlayên azadiyê li nuqteya ku tunela YAJK’ê lê ye û li her goşeya Metînayê li dijî artêşa Tirk a faşîst li ber xwe didin.
Ev berxwedan di salvegera 12’emîn a Komkujiya Parîsê de mîna bersiva herî bi wate ya li dijî dijmin e. Gerîlayên YJA Starê bi dilsoziya xwe ya bi şehîd Sara re têkoşînê hîn mezin dikin. Nivîsa YAJK’ê nîşaneyeke dîrokî ye, wêneyê li binê pirtûka ‘Jiyana min timî şer bû’ ya Sara jî sembola berxwedan û baweriyê ye. Jinên ku li dora fikrên Rêbertî têkoşîna azadiyê meşandin, di şexsê hevala Sara de hemû zehmetî ji pêşiya xwe rakirin û bi gavên xurt ên têkoşînê bi pêş ve çûn. Ji ber ku gavên destpêkê her tim ên herî zehmet in, lê belê yên ku dibin malê dîrokê jî ew gavên zehmet in. Îro li qada Metînayê gerîlayên YJA Starê di çarçoveya vê mîrateya dîrokî de berxwedana serdemê temsîl dikin. Gerîlayên jin gotina ‘YAJK temînata azadiyê ye’ ya Rêber Apo diqîrin û ber bi azadî û serketinê ve gav bi gav bi pêş ve biçin.