Di çarçoveya serdana Sûdanî de bi buhayê 12.3 milyar Sterlîn projeyên mega û peymanên li ser hevkariya parastina stratejîk hatin mohrkirin.
Serokwezîr Sûdanî beriya ku Serokwezîrê Îngilstanê Keir Starmer bibîne, bi Qral Charles ê 3’emîn re hevdîtin kir.
BAZIRGANÎ BI 10 QATÎ ZÊDE BÛ
Lîderan paketeke ji peymaneke bazirganiyê ya enerjî, telekomunîkasyon, parastin, peydakirina ava vexwarinê û paqijkirina ava gemarî erê kirin. Londonê ragihand ku ev peyman li gorî sala derbasbûyî bazirganiyê bi deh qatî zêde dike.
Projeyên herî zêde balê dikişînin rehabîlîtasyona baregeha hewayî ya El Kayyarah û xurtkirina kapasîteya parastina hewayî ya li bakur û rojavayê Iraqê ye.
Her wiha bi projeyeke bi buhayê 5.3 milyar Sterlînî tê xwestin li başûr û rojavayê welêt ava paqij bê peydakirin û sîstema avdanê bê xurtkirin. Ev yek wê jiyana bi milyonan Iraqiyan baştir bike.
DI HEVKARIYA PARASTINÊ DE GAVÊN NÛ
Herdu serokwezîran li qada ewlekariyê jî mohra xwe danîn binê belavokeke hevpar ku serdemeke nû ya hevkariyê dide destpêkirin. Iraq xwe amade dike ku di Îılona 2025’an de xwe ji koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê ya navneteweyî vekişîne. Ev koalîsyona ku bi lîderiya Washingtonê di sala 2014’an de ava bû û Îngilistan û Fransa jî di nav de ne, li Iraq û Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê şer kiribû.
Iraq di vê pêvajoyê de ji bo hêza xwe ya parastinê hîn mezin bike bi welatên cuda re hevkariyan dike. Tê plankirin ku şêwirmendên leşkerî yên koalîsyonê jî gav bi gav ji Iraqê vekişin.
HEVKARIYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KOÇBERIYÊ
Di serdanê de têkoşîna li hemberî koçberiya neqanûnî jî hate nirxandin. Herdu welatan peymanek îmze kirin ku koçberên Iraqî yên mafê mayina wan li Îngilistanê nîne bi lez vegerin welatê xwe. Her wiha hate ragihandin ku Îngilistan ji bo xurtkirina ewlekariya sînor a Iraqê û têkoşîna li dijî qaçaxçitiya mirovan bi buhayê 66.5 milyon Sterlînê amûran pêşkêş bike.