Pêncşem, 22 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DBP: Em ê li gorî rexne û daxwazên gel nexşerêyekê amade bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nabe ku pêvajoya aştiyê bi bêçekbûnê bê pênasekirin, gavên demorkatîkbûnê divê bêne avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li 3 navçeyên Stenbolê çalakiya meşaleyî li dar xist: Deriyên Îmraliyê vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 6 mehan de 568 binpêkirinên mafan û 344 zarokan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Akdenîzê li dijî desteserkirin û polîtîkayên şer çalakî hat lidarxistin
Rojane

Li Akdenîzê li dijî desteserkirin û polîtîkayên şer çalakî hat lidarxistin

Li Akdenîzê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin û li hemberî polîtîkayên şer banga piştevaniya kampanyaya ‘’Ji bo aştiyê 1 milyon îmze’’ hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê berdewam dikin. Bi beşdarbûna Hevberdevkê Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) Alî Kenanoglû, Hevberdevkê Partiya Çepgirên Kesk Ahmet Asena, Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete, Parlamenterçm DEM Partiyê Oznûr Batin, Mahmût Dîndar, Perîhan Koca, Alî Bozan  û rêxistinên civakî li pêşiya avahiya şaredariyê ya di bin dorpêçê de daxuyaniyej hate dayîn. 

PEYAMA HEVSEROKAN

Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen ji qeyûm pirsî bê ka ‘’rewabûna xwe ji ku distîne.’’ Hevseroka Rêxistina Bajêr a Mêrsînê Bedriye Kûş jî li gel çepik û tîlîliyan peyama Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslanê xwend. 

Naveroka peyama hevşaredaran wisa ye: 

“Ji ber ku muxalefetê beriya niha  li hemberî bêhiqûqiya qeyûman sekneke xurt nîşan neda, îro xeleka demokrasiyê tengtir bûye.  Derbeya qeyûman, mijara têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hemû gel û muxalefetê ye. Bêdengiya li hemberî vê bêhiqûqiyê tê wateya hevparbûna zulma desthilatdariyê. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî vê bêedaletiyê têbikoşin. Em hemû hewldanên ku qeyûman rewa bikin, red dikin. Wê gel û nûnerên Mêrsînê yên hatine hilbijartin vê yekê tu carî qebûl nekin. Em bang li her kesî dikin ku bila li dijî desteserkirina şaredariyan helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan bidin.  Em ê bi hev re ji bo pêşerojeke adil û azad têkoşîna xwe bidomînin.
Bi hezkirin, piştevanî û têkoşînê…”

JI KONSEYA BAJÊR ÎSTIFA KIRIN

Serokê Konseya Bajêr a Akdenîzê Prof. Dr. Atîlla Guney  got ku ew desteserkirina Şaredariya Akdenîzê û rehîngirtina Hevşaredaran qebûl nakin û da zanîn ku ji Konseya Bajêr a Akdenîzê îstifa kirine.  Ji Meclîsa Jinan a Konseya Bajêr a Akdenîzê Zubeyde Sadirli Akpinar jî destnîşan kir ku kiryarên qeyûman veguherîne rewşeke sîstematîk û got ku qeyûê li dijî hemû destkeftiyên jinan weke astengî û derbeyekê ne. 

‘QEYÛM KETÎBÛN E’

Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete, desteserkirina şaredariyan weke ‘’ketîbûnê’’ pênase kir û da zanîn ku ew bi tu awayî vê yekê qebûl nakin. Zeynel Kete ji bo avakirina siyaseta demokratîk a li dijî qeyûman banga têbikoşina bi hev re kir. 

Li ser navê Federasyona Elewî û Bektaşiyan jî Alî Ozveren axivî û got ku ew bi tu awayî xespkirina îradeya gel qebûl nakin. 

Hevberdevkê Partiya Çepgirên Kesk Ahmet Asena jî got ku heya ku li welêt aşitî, azadî û edalet tê dabînkirin ew ê li ber xwe bidin. 

 ‘DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN SABOTEKIRINA PÊVAJOYÊ YE’

Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku zîhniyeta qeyûman veguheriye şiklekî birêvebirinê û ev yek anîn ziman: ‘’Desthilatdarî ji bo ku derewên xwe veşêrê despêkê çapemeniya azad bêdeng dike, çapemeniya xwe ava dike û hewl dide ku ‘’derewên xwe bide qebûlkirin.’’ Em ê li li ser van xakan têkoşîna xwe ya ji bo aşitî û heqîqetê bidomînin. Herweha hewldanên çareseriya aşitiyane berdewam dikin. Di vê pêvajoya ku ji 1’ê Cotmehê heya niha tê birêvebirin de kesên ku vê pêvajoyê sabote dikin, ew kes in ku Şaredariya Akdenîzê desteser kirine.  Tişta ku zirarê dide aşitiyê zîhniyeta qeyûman e.’’

Kenanoglû di dawiya axaftina xwe de ew ê aşitiyê bi tenê ji înîsiyatîfa desthilatdariyê re nehêlin û got: ‘’Me kampanyaya ‘’Ji bo aşitiyê 1 milyon îmze’’ da destpêkirin. Ji Akdenîzê heya Mêrsînê û li Tirkiyeyê û li hemû deveran em ê parastina pêkvejiyanê bikin.  Tevî wan jî em ê biparêzin. Ji ber ku ew ê biçin, em ê bimînin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MERSÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mazlum Ebdî: Em ê bi hev re alîkar bin
Nûçeya Pişt re Li Îdirê gel li dijî dagirkeriyê meşiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamgeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz destpê kirin

Ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz ku îsal cara duyemîn tê lidarxistin, serlêdanan…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

Gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi armanca protestokirina ambargo û binçavkirinên ji aliyê hikûmeta Iraqê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevlîbûna Derhênerê Misrî li Mîhrîcana Fîlman a Rojava hate astengkirin

Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5'emîn di roja duyemîn de dewam dike. Lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DBP: Em ê li gorî rexne û daxwazên gel nexşerêyekê amade bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Nabe ku pêvajoya aştiyê bi bêçekbûnê bê pênasekirin, gavên demorkatîkbûnê divê bêne avêtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 22’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TJA’yê li 3 navçeyên Stenbolê çalakiya meşaleyî li dar xist: Deriyên Îmraliyê vekin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?