Protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê berdewam dikin. Bi beşdarbûna Hevberdevkê Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) Alî Kenanoglû, Hevberdevkê Partiya Çepgirên Kesk Ahmet Asena, Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete, Parlamenterçm DEM Partiyê Oznûr Batin, Mahmût Dîndar, Perîhan Koca, Alî Bozan û rêxistinên civakî li pêşiya avahiya şaredariyê ya di bin dorpêçê de daxuyaniyej hate dayîn.
PEYAMA HEVSEROKAN
Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen ji qeyûm pirsî bê ka ‘’rewabûna xwe ji ku distîne.’’ Hevseroka Rêxistina Bajêr a Mêrsînê Bedriye Kûş jî li gel çepik û tîlîliyan peyama Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslanê xwend.
Naveroka peyama hevşaredaran wisa ye:
“Ji ber ku muxalefetê beriya niha li hemberî bêhiqûqiya qeyûman sekneke xurt nîşan neda, îro xeleka demokrasiyê tengtir bûye. Derbeya qeyûman, mijara têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hemû gel û muxalefetê ye. Bêdengiya li hemberî vê bêhiqûqiyê tê wateya hevparbûna zulma desthilatdariyê. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî vê bêedaletiyê têbikoşin. Em hemû hewldanên ku qeyûman rewa bikin, red dikin. Wê gel û nûnerên Mêrsînê yên hatine hilbijartin vê yekê tu carî qebûl nekin. Em bang li her kesî dikin ku bila li dijî desteserkirina şaredariyan helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan bidin. Em ê bi hev re ji bo pêşerojeke adil û azad têkoşîna xwe bidomînin.
Bi hezkirin, piştevanî û têkoşînê…”
JI KONSEYA BAJÊR ÎSTIFA KIRIN
Serokê Konseya Bajêr a Akdenîzê Prof. Dr. Atîlla Guney got ku ew desteserkirina Şaredariya Akdenîzê û rehîngirtina Hevşaredaran qebûl nakin û da zanîn ku ji Konseya Bajêr a Akdenîzê îstifa kirine. Ji Meclîsa Jinan a Konseya Bajêr a Akdenîzê Zubeyde Sadirli Akpinar jî destnîşan kir ku kiryarên qeyûman veguherîne rewşeke sîstematîk û got ku qeyûê li dijî hemû destkeftiyên jinan weke astengî û derbeyekê ne.
‘QEYÛM KETÎBÛN E’
Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete, desteserkirina şaredariyan weke ‘’ketîbûnê’’ pênase kir û da zanîn ku ew bi tu awayî vê yekê qebûl nakin. Zeynel Kete ji bo avakirina siyaseta demokratîk a li dijî qeyûman banga têbikoşina bi hev re kir.
Li ser navê Federasyona Elewî û Bektaşiyan jî Alî Ozveren axivî û got ku ew bi tu awayî xespkirina îradeya gel qebûl nakin.
Hevberdevkê Partiya Çepgirên Kesk Ahmet Asena jî got ku heya ku li welêt aşitî, azadî û edalet tê dabînkirin ew ê li ber xwe bidin.
‘DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN SABOTEKIRINA PÊVAJOYÊ YE’
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku zîhniyeta qeyûman veguheriye şiklekî birêvebirinê û ev yek anîn ziman: ‘’Desthilatdarî ji bo ku derewên xwe veşêrê despêkê çapemeniya azad bêdeng dike, çapemeniya xwe ava dike û hewl dide ku ‘’derewên xwe bide qebûlkirin.’’ Em ê li li ser van xakan têkoşîna xwe ya ji bo aşitî û heqîqetê bidomînin. Herweha hewldanên çareseriya aşitiyane berdewam dikin. Di vê pêvajoya ku ji 1’ê Cotmehê heya niha tê birêvebirin de kesên ku vê pêvajoyê sabote dikin, ew kes in ku Şaredariya Akdenîzê desteser kirine. Tişta ku zirarê dide aşitiyê zîhniyeta qeyûman e.’’
Kenanoglû di dawiya axaftina xwe de ew ê aşitiyê bi tenê ji înîsiyatîfa desthilatdariyê re nehêlin û got: ‘’Me kampanyaya ‘’Ji bo aşitiyê 1 milyon îmze’’ da destpêkirin. Ji Akdenîzê heya Mêrsînê û li Tirkiyeyê û li hemû deveran em ê parastina pêkvejiyanê bikin. Tevî wan jî em ê biparêzin. Ji ber ku ew ê biçin, em ê bimînin.’’