Şemî, 5 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li lojmanên leşkerî êrîşî karkerê ku formeya ‘Amedsporê’ li xwe kiribû hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re 11 sal ceza hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdeyî 100 aktîvîstan bang kir: Darvekirinan rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ataşehîrê şehîd tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîvê şevê de bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PJAK: Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê bibin welatê jinên azad
Kurdistan

PJAK: Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê bibin welatê jinên azad

PJAK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî da û got, Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê bibin welatê jinên azad.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Adar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî daxuyaniyek nivîskî parve kir. Daxuyaniya PJAK’ê bi vî rengî ye:

“Partiya me PJAK, 8’ê Adarê Roja Navneteweyî ya Jinê  li hemû jinan, bi taybetî jinên karker, azadîxwaz û demokrasîxwazan pîroz dike. Bê guman di siberojê de wê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bibin welatê jinên azad.

Herçend tevgerên jinan li ser asta cîhanê li ser bingehê hişmendiya îdeolojîk û paradigmayê berdewam dikin, lê hîna jî pergalek hegemonîk ku li ser prensîb û rêzikên dijminatiya jinê hatiye avakirin ser jiyan û cîhanê serdeste. Ev pergal ji jinan re cihek mirovî qebûl nake û wan wekî ‘zayenda duyemîn’ dibîne. Di cîhanek wisa de ku hemû pêşketinên teknolojîk, hunerî, zanistî û hemû hêza siyasî û civakî di xizmeta pergala serdest de ne da ku jin bikevin bin koletiyê, modela jiyanê jî li gorî wê tê çêkirin. Ji ber vê yekê di cîhanek wisa de pêdivî bi têkoşînek rojane heye.

Di Îrana îroyîn de ku yek ji rejîmên herî dijî jin ên herêmê ye, hikûmraniya wê rengê mêr-serdestiyê girtiye. Zêdetirî çil salin ev civak ji azadiya jinê bêpar maye, li ber rûxandinê ye. Hema her tişt bi awayekî tirsnak bûye amûrek ji bo dijminatiya li dijî jinan.

Bê guman civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê di vî warê de gihiştine astek hişyariyê ku têra şoreşek bi pêşengiya jinan dike. Niha ku şoreşa gelên Îranê, bi taybetî ‘Jin, Jiyan, Azadî’, gihiştiye asteke bilind û di mehê berê de civak dîsa pêlek ji hişyarbûn û xwepêşandanê dît, asoya bi dawîkirina zulma li ser civak û jinan derket. Niha rejîma Komara Îslamî ya dij-jinê gihiştiye qonaxa xwe ya dawî. Ji berê zêdetir ispat bûye ku Îrana nû wê tenê li ser bingehê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikare sîstemek layizê cihêrengiyê bidest bixe.

Di vê pêvajoyê de ku Îran li ber guherînek dîrokî de ye û guherîna rejîmê nêzîke, çarenûsa jinan û mafê wan ê azadiyê ji bo partiya me di pêşiya hemû mijaran de ye. Êrîşên Amerîka û Îsraîl li dijî Îranê pêvajoya guherîna Îranê leztir kiriye. Lê tiştê ku dê civakê bi awayekî azadîxwaz biafirîne, civaka agahdar û hişyar be.

Di vî alî de tenê bi demokrasî û bi avakirina şaristaniya demokratîk dikare cihê rast ji jinan re li Îran û Rojhilatê Kurdistanê were dayîn. Ev jî bi nasandina mafê jinan yê beşdarbûna siyasî û birêvebirina civakê dest pê dike. Ji ber ku ew hêza sereke ya şoreşa nû ya Îranê bûne. Ev jî dê bibe ceribandinek girîng ji bo Îrana pêşerojê. Di pergala nû ya Îranê de, çarenûsa civak, jin û ekolojî – jîngeh divê di serê hemû bernameyan de bê danîn. Civaka azad tenê bi azadiya van sê bingehan, bi taybetî azadiya jinan, tê pîvandin.

Ji ber vê yekê ceribandina herî mezin a dîrokî li pêşiya civakên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Partiya me PJAK li ser van prensîban ji bo bidestxistina mafên xwezayî yên jinan sekinî ye û ji bo wê têkoşîn dike. Ji niha ve, bi azadkirina girtiyên siyasî yên jin li Îranê divê guherîn dest pê bike û bi bikaranîna destkeftiyên tevgera azadîxwaz a Kurdan, Rojhilata Navîn a xweşik were avakirin.

Îro jinên Kurd li asta Rojhilata Navîn, ji bilî rêxistinbûna civakî, xwedî rêxistinbûna hêza xwe ya şoreşger û gerîla ne. Ev hêz li ser bingehê paradigmaya ‘civaka demokratîk û ekolojîk, li ser azadiya jinê’ dixebite û bûye piştgiriyek ji bo gelên herêmê û jinên azadîxwaz ên cîhanê.

Ev pêşketina jinên Kurd li ser rewşa xerab a jin-dijminî û paşverûtiya sîstema siyasî ya welatên herêmê derbas dibe. Ev destkeftiyane jî di sayeya têkoşîn û hewldanên dehsalên borî de hatine bidestxistin û ji bo gelên herêmê, bi taybetî gelê Kurd, pir bi nirxin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Navneteweyî ya Jinê li hemû jinan, bi taybetî jinên têkoşer, azadîxwaz û demokrasîxwaz pîroz dike. Civaka jin-dijmin û paşverû civaka mêr-serdeste û ev bingeh di nav gelê Kurd de êdî bê wate ye.

Guherîna dîrokî ya Îranê bi hatina 8’ê Adarê re pir bi wate ye. Azadiya jinan li Îranek guhertî de şertê sereke yê hemû azadiyane. Azadiya gelê Kurd û azadiya jinan bi hev re girêdayî ne. Hêza tevgera me jî ji ber têkoşîna hevbeş a gelê me, jinan û rêberiya Rêber Apo ye ku jinên Kurd gihandine cihê wan yê layîq. Ji niha û şûnve bi têkoşîn, yekîtiya neteweyî-demokratîk û rêxistinkirina civakê dikare azadiya tam were bidestxistin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji şervanên YPJ’ê peyama 8’ê Adarê
Nûçeya Pişt re SAMER: 95 Jinan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Newroza Qendîlê bang li partiyên Kurd hate kirin: Firsenda dîrokî ji dest nedin!

Di pîrozbahiya Newrozê de ya li Qendîlê ku bi hezaran kes li hev kom bûn,…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD: Çareseriya pirsgirêka Efrînê bi bidawî dagirkeriya Tirkiyeyê ve girêdayî ye

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku çareseriya pirsgirêka Efrînê bi bidawîbûna dagirkeriya Tirkiyeyê û qedandina…

Ji aliyê Stêrk TV

Karasu: Êdî ne dema gotinê, dema kirinê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, biryara vekişîna gerîla ji Tirkiyeyê ji bo dewlet…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

725 malbatên koçberên Serêkaniyê li benda vegerê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li lojmanên leşkerî êrîşî karkerê ku formeya ‘Amedsporê’ li xwe kiribû hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

QSD’ê şehadeta şervanê enternasyonalîst ê Fransî Zinar Koçer ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hejmara qurbaniyên şerê Yemenê 120’î derbas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?