Şemî, 5 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li lojmanên leşkerî êrîşî karkerê ku formeya ‘Amedsporê’ li xwe kiribû hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re 11 sal ceza hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zêdeyî 100 aktîvîstan bang kir: Darvekirinan rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Sîncar li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ataşehîrê şehîd tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîvê şevê de bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnertiya PYD’ê: Em biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mûstafa Aksoy li Kanîreşê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sûriyeyê di 8 mehan de 118 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Seqizê jinek hat binçavkirin û ceza li 3 jinan hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîşaneya ‘Jin, Jiyan, Azadî’: Keziyên bi pelên dara berû hûnandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bernameya çalakiyan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Armanca vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be
Kurdistan

KCK: Armanca vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be

KCK: Armanceke girîng a vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be. Azadiya Rêber Apo wê demeke welê bide destpêkirin ku têkoşîna azadiya jinê wê li tevahî cîhanê gav bavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Adar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Li her devera cîhanê ji destpêka sedsala 20’an û vir ve 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê pîrozkirin. Îro 8’ê Adarê bûye rojeke welê ku têkoşîna azadiyê û piştevaniyê ya hemû jinan gihiştiye lûtkeyê. Em 8’ê Adarê roja bilindkirina têkoşînê û piştevaniyê li hemû jinê cîhanê pîroz dikin. Em hemû jinên ku 8’ê Adarê veguherandine roja azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Hemû sîstemên mêtingeriyê û zextê bi kujerên kastîk re destpê kirine ku jin kirine kole” û wiha hate gotin, “Desthilatdariya mêran a li ser jinan bûye destpêka hemû xirabiyan. Zexta li ser jinan qat bi qat zêde bûye, vê yekê mêtingerî û zexta li ser hemû civakê jî zêde kiriye. Modernîteya kapîtalîst jin kirine qralîçeya metayan, vê yekê civak û mirovahî aniye ber bi dawîbûnê.

Piştî ku jin ketin ferqa koletiya kûr û zexta zêde, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de gav avêtin û bûn hêzeke civakî. Ketin ferqa koletiya kûr û zexta zêde, vê yekê di jinan de enerjiyeke şoreşgeriyê ya xurt derxist holê. Di her 8’ê Adarê de daxwaza jinan a ji bo azadî û demokrasiyê hîn zêdetir pêş dikeve. Di roja me de bûne hêzeke şoreşgeriyê ya kûreyî ku her roj têdikoşe. Êdî nakokiya zayendî, bûye nakokiya civakî ya herî berfireh û kûr.”

JIN WÊ DI PÊŞKETINA SOSYALÎZMA CIVAKÎ YA DEMOKRATÎK DE BI ROLA PÊŞENGTIYÊ RABIN

Di daxuyaniya KCK’ê de ev xisûs jî hatin diyarkirin: “Rêber Apo di sala 1998’an de îdeolojiya rizgariyê ya jinê derxist holê, bi vê yekê re di têkoşîna azadiyê ya jinê de pêşketinek çêbû. Ev bilindbûna di têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de demek kurt li hemû cîhanê lez da pêşketina têkoşîna azadiyê ya jinê. Têkoşîna azadiyê ya jinê gihişt bingehekî îdeolojîk-teorîk û veguherî hêzeke xurt. Têkoşîna azadiyê ya jinê bi vê asta îdeolojîk û teorîk her roj wê hîn zêdetir pêş bikeve û teqez wê hemû mirovahiyê bigihîne jiyana azad û demokratîk.

Îro hêzên azadiyê yên jinan li hemû cîhanê têkoşîna yekgirtî bilind dikin. Bi Konfederalîzma Demokratîk a Jinan a Cîhanê re bûye pêkhateya herî xurt a têkoşîna komunalîst enternasyonal. Jin wê bi vê enerjiya şoreşgeriyê di pêkhatina sosyalîzma civakî ya demokratîk de bi rola pêşengtiyê rabin.

Jin di van rojên wiha de ku modernîteya kapîtalîst di hemû mirovahiyê de tarîtî ava kiriye, bûye hêviya hemû mirovahiyê. Têkoşîna azadiyê ya jinê hêzeke şoreşgeriyê ye ku wê her cure tarîtiyê ronî bike. Rûyê ronahiyê yê mirovahiyê ye. Di pêvajoyeke welê de ku hêzên muxalîf ên sîstema modernîst a kapîtalîst a desthilatdariya mêr digot min bêdeng û bêbandor kir, têkoşîna azadiyê ya jinê li dijî sîstema desthilatdariya mêr bûye pêşengê têkoşînê.

Me di serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ û serhildana keziyên porên jinan de dît ku têkoşîna azadiyê ya jinê çiqasê bi bandor e. Evane demek kurt veguherîn têkoşînên ku hemû jinên cîhanê xwedî lê derketin. Li Şîliyê sala 2019’an di protestoya bi dansê ya jinan de jî nava demek kurt li her devera cîhanê xwedî lê hate derketin.

Li her devera cîhanê tundiya li hemberî jinê zêde bûye. Sedemê vê ew e ku tirsa sîstema desthilatdariya mêr a li hemberî têkoşîna azadiyê ya jinê, çêdibe. Êrîşa li hemberî jinan, helwesta sîstema desthilatdariya mêr a li hemberî têkoşîna azadiyê ya jinê di şexsê kesan de nîşan dide. Lewma ji bo tunekirina zextên li ser jinan, divê li dijî sîstema desthilatdariya mêr têkoşîn were meşandin.

Şerê cîhanê yê 3’yemîn diqewime ku navenda wê li Rojhilata Navîn e. Wisa ku şer bi hincetan tê rewakirin û normalîzekirin. Sîstema modernîteya kapîtalîst civakê û xwezayê tune dike. Çavkaniya her cure tundiyê, desthilatdariya li ser jinê û tundiya li hemberî jinê ye. Kok û çavkaniya şer, desthilatdariya mêr e. Her cure zor û tundî ji aliyê zihniyeta desthilatdariya mêr ve tê avakirin. Heya ku desthilatdarî û zexta li ser jinan neyê tunekirin, şer bi dawî nabin. Lewma ji bo bi dawîbûna şer, divê têkoşîna azadiyê ya jinê were pêşxistin. Yên ku şer naxwazin, divê di têkoşîna azadiyê ya jinê de cih bigirin. Ji ber ku çavkaniya şer sîstema desthilatdariya mêr e, jin her tim li dijî şer rabûne û bûne parêzvanên aştiyê. Yek ji asta girîng a bernameya têkoşîna azadiyê ya jinê jî ev e.

MÊR JÎ KOLEYÊN SÎSTEMA DESTHILATDARIYA MÊR IN

Mêr jî koleyên sîstema desthilatdariya mêr in. Yê ku mêran qirêj dike û di mijara exlaq û wijdanê de dike pirsgirêk, sîstema desthilatdariya mêr e. Lewma ji bo hemû mêr xwe ji qirêjê paqij bikin û ji koletiyê rizgar bikin, divê di xwe de guhertina zihniyetê çêbikin û di têkoşîna azadiyê ya jinê de cih bigirin. Heta ku di têkoşîna azadiyê ya jinê de cih negirin, ne dibin sosyalîst ne jî dibin demokrat. Ji bo bi serxistina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, divê têkoşîna azadiyê ya jinê were pêşxistin, ev yek pir girîng e. Ji ber ku daxwaza azadiyê û zanebûna demokrasiyê bi xeta azadiyê ya jinê kûr dibe. Ev jî wê têkoşîna azadî û demokrasiyê ji her alî ve xurt bike û bigihîne serketinê.

Rêber Apo kedeke bêhempa di ber têkoşîna azadiya jinê de da û di têkoşîna li dijî pergala serdest a mêr de jî rolek girîng lîst. Li ser vê bingehê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku dê têkoşîna azadiya jinê xurtir bike, da destpêkirin. Armanc ji civaka aştî û demokratîk ew e ku li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jiyaneke azad û demokratîk avakirine. Têkoşîna Aştî û Civaka Demokratîk ji nêz ve jinan eleqedar dike. Dema ev pêvajo mîna ku hatî armanckirin bi pêş ve biçe, gelê me, tevahiya gelan û bi taybetî jî jin dê bi ser bikev in. Ji ber vê yekê divê jin pêşengiya têkoşîna aştî û civaka demokratîk ku ji hêla kedkarê têkoşîna azadiya jinê ve hatî dest pê kirin, bikin.

Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve divê Rêber Apo bikaribe bi rengekî azad bijî û bixebite. Li ser vê bingehê divê jin ji bo azadiya Rêber Apo pêşengiya têkoşînê bikin. Yek ji armancên herî girîng a 8’ê Adarê divê azadiya Rêber Apo be. Azadiya Rêber Apo wê bibe wesîleya pêvajoyeke nû ku têkoşîna azadiya jinan ne tenê li Rojhilata Navîn li seranserê cîhanê bide destpêkirin. Em bawer dikin ku 8’ê Adara îsal dê azadiya Rêber Apo hê nêzîktir bike. Li ser vê bingehê em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin û bi coş têkoşîna jinan a ji bo azadkirina hemû mirovahiyê silav dikin…”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê 3 kes hatin revandin
Nûçeya Pişt re Rêxistinên hiqûqî: Bila 8’ê Adarê bibe çiraya aştiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Trump plana ‘êrişa bi sînor’, ji Macron pêşniyara ‘mîsyona pir neteweyî’

Piştî ku hevdîtinên aştiyê bê encam man, rêveberiya Washingtonê operasyonên leşkerî yên bi sînor ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Newroza Hezexê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd hat kirin

Li navçeya Hezexê bi sedan kes li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê hatin cem hev…

Ji aliyê Stêrk TV

3 kesên ku desteserkirina vînê şermezar kirin hatin girtin

Ji 14 kesên ku di çalakiyên şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Akdenîzê de hatibûn binçavkirin 3 jê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şopdara rastiya jiyanê: Şîlan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Evîndar Ararat: Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?