Çalakiya şermezarkirinê ya li Êlihê bi pêşengiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hate lidarxistin.
Li pêşiya avahiya DBP’ê ya bajêr daxuyaniyek hate dayin û pankartên bi nivîsa “Rojava rûmeta me ye” û “Gel li dijî darbeya qeyûm li ber xwe dide” hatin hildan.
Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Songul Korkmaz bi taybetî bal kişand ser êrîşên li ser Bendava Tişrînê û diyar kir ku ew vê yekê qebûl nakin û wê xwedî li Rojava derkevin.
Songul Korkmaz nerazîbûn nîşanî desteserkirina îradeyê ya li Sêrtê jî da û got, “Divêr he kes xwedî li îradeya sindoqê derkeve. Ji aliyekî ve destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din jî êrîşan dikin, îradeya gel nas nakin. Em ê qeyûm nas nekin.”
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk got, “Em komkujiyên li Tişrînê şermezar dikin. Em bang li her kesî dikin ku polîtîkayeke ji bo parastina jiyana mirovan bimeşînin.”
Tekîk anî ziman ku AKP her roj darbeyê li îradeya gel dike û got, “Me di 12’ê Îlonê û 15’ê Tîrmehê de dît bê darbe tê çi wateyê. Tişta ku ku hûn şermezar dikin, çima hûn dikin?”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û dirûşma “Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e” hate qîrîn.