Pêncşem, 3 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Çeşmeyê agir vedimire, li Odemîşê 2 tax hatin veguhestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gava li ser mafê hêviyê bê avêtin wê pêvajoya çareseriyê xurt bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş ê ku di sekreteryaya Îmraliyê de cihgirtibû, hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna kovara Lemanê de 4 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya wezaretê bertek nîşanî bendevên ku tê payin li Cizîr û Roboskê bên çêkirin, hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê Zîlan bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Rêber Apo hîn jî nikare bi rengekî çalak tevlî pêvajoyê bibe, gaveke xweşbîn nehatiye avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya ‘Dilê Çiya’ her Şemiyê di Stêrk TV de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li parêzgeha Silêmaniyeyê 2 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Divê yekîtiyên komunal ên jinan hebin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku dawiya meha Sibatê ji Îmraliyê daxuyanî were
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku dawiya meha Sibatê ji Îmraliyê daxuyanî were

Tirkiye û Kurdistan li benda peyama Rêber Apo ne. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku dibe ku peyam dawiya meha Sibatê were û bi hatina peyamê re têkoşîn wê ber bi merheleyeke nû ve biçe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Sibat 2025 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk daxuyaniya Rêber Apo tê payîn. Di vê pêvajoyê de sererastkirinên zagonî û destûra bingehînî gelek girîng in û berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê parlamentê. Her wiha DEM Partî wek nûnera muxalefeta civakî ya li parlamentê di vê pêvajoyê de roleke sereke dilîze.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê bersiv da pirsên ANF’ê û diyar kir ku dibe ku dawiya meha Sibatê heyet biçe Îmraliyê û ji Rêber Apo peyam were. 

Serdema ku em jê derbas dibin di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de nîqaşên girîng dihewîne. Eger em ji derve li van hemû nîqaşan binêrin, em ê wêneyekî çawa bibînin?

Em li Tirkiyeyê ji serdemeke wisa re derbas dibin ku bûyer li ser hev diqewimin. Bi taybetî ji 1’ê Cotmehê û vir ve hevdîtinên cuda tên kirin. Piştî banga Devlet Bahçelî em dibînin ku pirsgirêka Kurd bi awayên cuda tê nîqaşkirin. Bi rastî jî ev pêvajo ji aliyekî ve gelek giring e. Pêvajoyeke dîrokî ye. Pirsgirêka Kurd di vê serdemê de li hemû Tirkiyeyê û li ba hemû pêkhateyên civakê bûye mijara nîqaşê. Hevdîtinên heyeta me li Îmraliyê pêk anî û rengvedana wan a di nav civakê de xwedî wateyeke dîrokî ne û gelek giring in. Peyamên ku birêz Abdullah Ocalan di vê heyamê de bi rêya heyetê şandî gelek berfireh in. 

Hevdîtin hem ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên aştiyane û demokratîk ve girîng e hem jî di çarçoveya demokratîkbûna giştî ya Tirkiyeyê de peyamên girîng dihewîne. Her wiha di vê pêvajoyê de muxalefet û hemû dînamîkên civakî yên li Tirkiyeyê banga piştgiriyê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd kirin. Ji bo mixalefetê jî peyamên gelek giring şandin. Ev geşedan hemû gelek giring in.

Ji aliyekî ve ev nîqaş didomin lê ji aliyê din ve DEM Parti bûye navenda êrîşan û hemû pêkhateyên derveyî AKP’ê bûne hedef. Hûn derbarê vê de çi difikirin?

Tevî ku pêvajoya diyalogê berdewam dike, heyet diçe Îmraliyê û tê, peyamên birêz Ocalan digihêjin mixataban, kedeke bi vî rengî tê dayîn, di heman demê de tayînkirina qeyûman, operasyonên li dijî HDK’ê û dîsa operasyonên li dijî Rojava, ev hemû bi awayekî pir cidî didomin. Her wiha li dijî lihevkirina bajarî operasyon didomin. 

Bi taybet derbarê operasyona li dijî HDK’ê de dixwazim vê yekê bibêjim: Li vir hedefa esas rêxistinên sosyalîst in ku bi gelê Kurd re di nav piştgiriyê de ne û hem li dijî hemû pêkhateyên DEM Partiyê  HDK’ê hem jî li dijî kesên nêzî wan operasyoneke giring pêk hat. Tê gotin ku dibe ku ev operasyon hîn berfirehtir bibe. Her wiha tayînkirina qeyûman. Niha li aliyekî em ê behsa aşitî û çareseriya pirsgirêka Kurd bikin, lê em ê rêzê li mafê dengdanê û hilbijartinê  yê Kurdan negirin. 

Erdogan di kongreya AKP’ê de bal kişand ser ‘siyaseta sivîl’, lê belê tevî ku HDK di navenda siyaseta sivîl de cih digire bû hedef, gelo ma ev ne nakokiyek e?

Erê behsa siyaseta sivîl kir ku jixwe HDK û DEM Partî vê yekê dikin. Em vê yekê wekî êrîşa siyaseta sivîl a takekesan û siyaseta demokratîk dibînin. Her wiha li dijî Rojava êrîş didomin. Bi qeyûman mafê dengdan û hilbijartinê yê Kurdan tê desteserkirin. Dema ev mafê te tune be mafê te yê welatîbûnê jî tune ye. Di nav vê pêvajoyê ne tenê DEM Partî, dostên wê û HDK bûne hedef, ev rejîma zextê li qadên din jî bi dijwarî xwe dide hîskirin. Îro em dibînin ku zexta qesrê giheştiye TUSIAD’ê, yanî sermayeyê. Xuya ye ku hikûmet bi rêya darazê hatiye ber deriyê sermayeyê. Niha, xeleka ku min behs dikir berfireh bû û giheşt şaredariyên CHP’ê û Ekrem Îmamoglû.

Baş e, gelo mimkin e ku mirov li derdoreke wiha behsa çareserî û demokrasiyê bike?

Di rewşeke wiha de zehmet e ku mirov behsa demokrasî û çareseriyê bike. Wek DEM Partî em dixwazin têkoşîna xwe li ser xeta siyaseta demokratîk bidomînin û dizanin ku çareseriya pirsgirêka Kurd ya bi wayekî aştiyane û demokratk wê kartêkirineke mezin li demokratîkbûna Tirkiyeyê bike. Her wiha dixwazim behsa vê jî bikim ku Tirkiye bi hejariyeke dijwar re rû bi rû ye. Nêzî 50 milyon kes di bin sînorê hejarî û birçîbûnê de dijîn. Karkerên sendîkayî nikarin mafê xwe yê grevê bi kar bînin. Divê ev serdem bi dawî bibe.

Hûn ji bo vê yekê çi dikin?

Me li çar aliyê Tirkiye û Kurdistanê civînên gel pêk anîn. Me bi hêzên demokrasiyê û saziyên civaka sivîl ên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anîn. Em bi hogirên xwe yên Elewî re civiyan. Û me bi tevgera femînîst, Tevgera Jinên Tirkiyeyê re hevdîtinên gelek giring kirin û em ê berdewam bikin. Em ji her kesî re behsa aşîtiyê dikin. Ev tişteke pir giring û hêja ye. Me bi mixalefetê re hevdîtin kirin û di warê aşîtiyê de encameke pir erênî derket.

Bi ya we desthilata ku mixataba din a vê meseleyê ye çi dike?

Niha bersiva vê pirsê me peyda nekiriye. Tevî ku civak evqas zêde dilxwazê aşîtiyê ye, desthilat wekî ku vê yekê nabîne tevdigere ku ev yek berê Tirkiyeyê dide rewşeke antîdemokratîk. Em nizanin AKP dixwaze çi bike. Gelo ji bo çareseriyê projeyeka wê heye? Hebe ev plan û projeya wî çi ye? Divê desthilat ango Erdogan derbarê pêvajoyê de biaxive. Fikra wan a li ser vê pêvajoyê û diyalogê çi ye? Daxwaza wan çi ye? Ev pêla êrîşan zirareke mezin dide pêvajoya diyalogê. Loma divê demildest ev êrîş bi dawî bibin.

Daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meraq tê payîn. Lê bi peyamê re wê xeta têkoşîneke polîtîk çawa bê ristin? 

Em ji dil bawer dikin ku ev peyam wê bibe xwedî wateyeke dîrokî. Em dizanin ku birêz Ocalan di warê demokratîkbûna Tirkiyeyê de xebateke pir cidî û kûr dimeşîne û di vê wateyê de em hêvî dikin dê di banga wî dê peyamên aşîtî û çareseriyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê jî cih bigirin. Em wisa bawer dikin pêyama wî dê derbarê pirsgirêka Kurd de be ku ev pirsgirêk ji derdora tundî û pevçûnê derkeve û di nav çarçoveyeke hiqûqî û siyasî de bê nîqaşkirin û divê di rêya çareseriyê de pêşketin werin bidestxistin. Bêguman ev banga dîrokî dê di ji aliyê gelê Kurd û Tirk, Tevgera Azadiya Kurdistanê û DEM’ê ve bi bendewariyeke mezin were pêşwazîkirin. Her kes meraqeke mezin li benda vê bangê ye. 

Baş e, piştî hatina vê bangê dê çi bibe?

Wek DEM Partiyê em amade ne ku erk û berpirsiyarên xwe pêk bînin û bibin rêveberê vê pêvajoyê. Me bi gelek dînamîkên siyasî û civakî yên Tirkiye û Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. Me behsa aştiyê û wê yekê kir ku heger aşîtî were Tirkiyeyê dê kedkar, jin, ciwan, parêzvanên xwezayê û mafên mirovan û siyaseta demokratîk çi bi dest bixe. Me behsa wê yekê kir ku gelên Tirkiyeyê çawa dikarin wek xwîşk û bira û wekhev bijîn. Me behsa pirsgirêkên hogirên xwe yên Elewî kir.

Ev nîqaş û hevîtinên pir hêja ne. heger encamên ji van nîqaş û hevdîtinan derketî bi rastî werin sepandin , Tirkiye wê bi lez û bez bikeve pêvajoya demokratîkbûnê. Dema daxuyanî hat dê xebatên me bikevin merhaleyeke nû. Her wiha divê em lê binêrin ka daxuyanî ji aliyê hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê ve çawa tê xwendin û em bibiryar in ku vegerin û vê nîqaşê bikin. Em ê bi gel re civîn û hevdîtinên berfireh li dar bixin û wekî duhî em ê ji bo binecihkirina aşîtiyê di nav hemû civakê de ked û hewleke mezin îro jî bidin.

Bi ya we di vê tabloyê de ya dikeve ser milê desthilatê çi ye?

Bi hatina vê daxuyaniyê em hêvî dikin ku desthilat, hikûmet û Serokomar jî wekî me ji bo siyaseta demokratîk hewl bidin. Jixwe her pêvajo bi vî rengî pêş nekeve, zehmet e ku aşîtî pêk were.  Lewma divê gav bên avêtin. Ji ber ku em nizanin hikûmet bi rastî li ser vê mijarê çi difikire, ev aliyê nîqaşên me her kêm dimîne. Em baş dizanin ku yên pev diçin, dê li hev werin. Çinku dema em li mînakên vê yekê yên li cîhanê dinêrin, hevdîtinên ku aliyên pev diçin di pêvajoyên çareseriyê de pêk anîne xizmeta aşîtî û çareseriyê kirine. danûstandin û rêyên erênî yên ku aliyên nakok di pêvajoyên çareseriyê de avêtine, xizmeta aştiyê kiriye. Bi vê bangê re wekî partiya mizakere û diyalogê ku siyaseta demokratîk dimeşîne, em ê bikevin pêvajoyeke nû ku em ê ji gavê zêdetir ji bo binecihbûna aşîtiyê hewl bidin.

We di bernameya Îngilistanê de jî, hinekê behs kir, hîna hin xalên di hevdîtinên Îmraliyê de bi raya giştî re nehatine parvekirin, di hevdîtinên Îmraliyê de mijarên ku hatine nîqaşkirin, lê li nava raya giştî nehatiye belavkirin, gelo çi ne?

Weke hevserokên partî û berdevkan di roportaj û axaftinên me kirine de, me cewherê van hevdîtinan parve kir. Mijara sereke ya hatî axaftin ew e ku pirsgirêka Kurd ji zemînê tundî û şer biçe ser zemînekî hiqûqî û siyasî. Ya duyemîn, bi rastî jî ev pêvajo bi çareserî û aştiyê tacîdar bibe û tevkariyan li Rojhilata Navîn jî bike. Ji ber ku Birêz Ocalan bi hûrgûlî giranî dide vê; li Rojhilata Navîn geşedanên nû diqewimin, sîstema kûreyî xwe çêdike, li Sûriyeyê geşedanên nû diqewimin. Van geşedanan bandor li Tirkiye û Îranê jî kiriye. Diyar kiriye ku ji bo demokratîkbûna Îran û Tirkiyeyê avêtina gavên şênber, cidî û bilez wê ji bo wan jî bisûd be û aniye ziman ku ji bo jiyana hevpar û aştiya hundirîn a li Tirkiyeyê ew ê wezîfe û berpirsyariyên dikevin ser milê wan bi cih bînin.

Yek ji xalên ku bi girîngiyeke mezin destnîşan kiriye, têkoşîna jinan û asta têkoşîna jinan a roja îro û pêşxistina vê ye. Di heman demê de qala cînayeta Narîn Guran jî kir û li ser cînayeta Narîn Guran analîz dike ku sîstema heyî civak çiqas rizandiye û têkildarî vê yekê peyam dide ku rêxistinbûna civakî çiqas girîng e. Bi rastî jî ev pir girîng e. Her wiha diyar kiriye ku eger demokratîkbûn û rêxistinbûna civakê pêk were, hingê wê pêşî li qetilkirina jinan, tundiya li dijî jinan, îstismara zarokan û komkujiya zarokan were girtin.

Ev tiştekî pir hêja û binirx e. Ev mijareke ku Kurd, Tirk, Ereb, Çerkes, Laz û hemû gel û baweriyên din jî yên min navê wan neaniye ziman, eleqeder dike. Ji ber ku îstismara zarokan, komkujiya zarokan, tundiya li dijî jinan li temamiya Tirkiyeyê diqewime. Tavşantepe mînakek girîng e, lê di heman demê de em dizanin ku li seranserê Tirkiyeyê tiştên heman diqewimin û ji bo têkoşîna li dijî vê yekane rê pêkanîna rêxistinbûna civakî ye. Li ser van nîqaş hatiye kirin û ji sernavê ve ez dikarim wiha îfade bikim.

Rayedarên partiya we ragihandibûn ku daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Ocalan wê di navîna meha Sibatê de were dayîn. Gelo çima ev daxuyanî dereng ket? Sedema vê derengbûnê çiye?

Amadekarî negihiştin. Yanî, hûn dizanin şandeya me çû serdana Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê. Hem li Hewlêr û hem jî li Silêmaniyê hevdîtin pêk anîn û nû vegerîn. Divê nirxandinên li wir bên ragihandina Birêz Ocalan. Hîna hevdîtinên şandeyê, negihiştine Birêz Ocalan û evane wê bigihijin. Her wiha wê hem ew bi xwe û hem jî muxatabên wî diyalogekê çêbikin û wê rojekê were diyarkirin. Agahiya di destê me de ew e ku wê dawiya vê mehê, yan jî di despêka meha pêşiya me de daxuyanî were.

Yanî dawiya Sibatê yan jî destpêka Adarê?

Belê, rast e.

Yanî hîna dîrokek zelal nîne?

Na, dîrokek zelal nîne. Bendewarî ew e ku di dawiya meha Sibatê yan jî destpêka Adarê de ev hevdîtin çêbibe, helbet daxwaza me ew e ku demildest tecrîd rabe û derfet bê dayîn ku Birêz Ocalan bi fîzîkî azad bibe û bixebite. Zemîneke bitendurist ava bibe ku bi her kesê bixwaze re hevdîtinê bike û wî bi xwe jî aniye ziman ku ev hevdîtin û pêvajoya diyalogê bigihije ser zemînekê hiqûqî. Evane hemû pir girîng in.

Piştî ku ev daxuyanî hat, wê berpirsyariyeke çawa bikeve ser milê siyaseta sivîl û muxalefeta civakî? Divê mirov ji hemû beşên civakî re çi bêje?

Pêdiviya me hemûyan jî pir bi aştiyê heye. Bi rastî jî erdnîgariya me êdî ji şer, xwîn û rondikên çavan pir westiya. Li Tirkiyeyê wiha, li Sûriye, li Iraq, li Îran û temamiya erdnîgariya Rojhilata Navîn ev wiha ye. Em di demeke wiha re derbas dibin ku ji her tiştê bêhtir pêdiviya me bi aştiyê heye. Niha rewşa em di nav de, pêvajoya li Tirkiyeyê bi rastî jî pir tevilhev e. Civak dibêje me ku serê wan tevilhev dibe. Li aliyekê dibêjin aştî, li aliyê din darê xwe li ser serê me kêm nakin, tundiyê didomînin. Rast e, ev pêvajo pir tevilhev e jî. Hin alî hene ku nayên fêmkirin. Taybetmendiya vê pêvajoyê jî ev e. Gelo, tişta esas li vir çiye? Ya esas, ew e ku pêvajo bi aştiyeke bi rûmet û guherîn û veguherîneke demokratîk re tacîdar bibe. Rêya bi ser xistina vê ew e ku gelê Kurd bi tena serê xwe xebatekê bi rê ve bibe yan jî divê em gelê Kurd di vê mijarê de tenê nehêlin. Divê em hîn zêdetir piştgirî bidin gelê Kurd. Di heman demê de divê em ji bîr nekin ku aştî wê heta dawiyê pêşî li têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê veke. Îro li Tirkiyeyê jiyan buha ye, birçîtî-xizantî ev qas kûr bûye, sendîka nikarin grevekê bikin, nikarin mafê xwe yê grevê bi kar bînin, karker û kedkar nikarin bêjin ez birçî me. Dema dibêjin jî dixwazin têkîliya wan bi ‘terorê’ re çêbikin. Rêya avakirina aştiyê ew e ku li Tirkiyeyê karker, kedkar, xizan, jin, zarok, parêzvanên mafên mirovan û xwezayê, Elewî, Xristiyan, her bawerî û gel soz û baweriya xwe ya ji bo aştiyê xurt bike. Divê em ji aştiyê bawer bikin, em bawer bikin ku aştî wê feydeyeke mezin bide vê xakê. Divê em bawer bikin ku aştî wê li Tirkiyeyê jiyaneke hevpar û demokratîk pêk bîne. Divê hemû rêxistinên pîşeyî û kedê yên li Tirkiyeyê, rêxistinên girseya demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî yên muxalefetê, eniya demokratîk a çep sosyalîst û hemû beşên din hevdû hembêz bikin, bibin yek û yekîtiya xwe çêbikin. Em di demeke wiha re derbas dibin.

Ez vê ji du aliyan ve dibêjim. Yek, divê em xwe li dijî vê sîstema zextê bi rengekî xurt biparêzin, ji bo pêşîgirtina li vê pêla êrîşê kampeke demokratîk a pir fireh rêxistin bikin. Du, ji bo ev pêvajo bi aştî û çareseriyê encam bibe, divê dengê aştiyê ji Behra Reş heta Ege, Marmara û Kurdistanê li her derê bilind bibe. Divê em di vê demê de li her derê dengê aştiyê bilind bikin, ji bo aştiyê têbikoşin û hîn bêhtir xwe rêxistin bikin. Ez bawer dikim ku em ê vê yekê bikin. Li Tirkiyeyê atmosfereke wiha çêdibe. Tenê tişta pêwîst, em bibin yek û têbikoşin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji kantona Firatê gel ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket
Nûçeya Pişt re HPG: Hêza ku li Guherzê kemîn danî, tîma kontra ya taybet bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PDK bi maskeya parazvanên sînor xiyaneta xwe dinixumîne

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo planên xwe yên dagirkeriyê ji PDK'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa dagirkeriyê ya li Metînayê derbasî qonaxeke nû bû

HPG'ê got, "Êrîşa dagirkeriyê ya 16'ê Nîsanê li herêma Metînayê destpê kir, bi piştgiriya PDK'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya jinan dewam kir

Nobeta Edaletê ya Îzmîrê ku li dijî desteserkirina vînê hatiye destpêkirin diyarî Denîz Poyraz kirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Zanist

Objeya navstêrî: Bi leza di saetekê de 200.000 kîlometreyî derbas bû

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 25 kes mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pentagon: Bernameya nukleerî ya Îranê salek an jî du salan hate derengxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?