Sêşem, 9 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Astengkirina mafê perwerdehiya zimanê dayikê sûcekî li dijî mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya protestokirina qeyûm de 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gengeşiya li ber avahiya CHP’ê ya Stenbolê mezin dibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî sedana şîna şehîdên li Nisêbînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tekîn bi piştgiriya polîsan kete hundirê avahiya Serokatiya Stenbolê ya CHP’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Zana Farqînî: Ji bo aştiyê divê gavên pratîkî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlîk: Hevala Emîne mîna çemekî ber bi şoreşa Kurdistanê ve herikî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Wanê bi girseyî serdana merasîma sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê pêşenga enternasyonalîst Emîne Erciyes û du hevrêyên wê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayan: Rêber Apo deriyê jiyaneke nû vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kemal Pîr: Yê ku li ber ronahiya heqîqetê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Hevala Bêrîtan sembola xeta welatparêziya Kurdistanê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin di pêvajoya aştiyê de divê bibin xwedî gotin, ne bibin temaşevan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinnews: Di meha Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Edalet Omer: Doza jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dozeke cîhanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Şopên lêdanê vedişêrin û dibêjin ‘xwe kuştiye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Agirê Jiyan piştî 7 salan konserê dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Perwerde esasê têkoşîna li dijî mejiyê bi serweriya mêr e
Rojava

Perwerde esasê têkoşîna li dijî mejiyê bi serweriya mêr e

Kongra Star perwerdeyê dike navenda têkoşîna li dijî mejiyê ji serweriya mêr. Bi dewreyên perwerdeyê re xisara mejiyê baviksalar a li ser civakê tê nîqaşkirin û ji bo guherîn û veguherînê têkoşîn tê meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Bandora neyînî ya mejiyê baviksalar a li ser civakê û pêwîstiya bi guhertina vî mejî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojeva bingehîn e. Ji bo dawî li newekheviyê bê anîn perwerdekirina mêr esas e. Bi rêya perwerdeyê tê xwestin, mejiyê mêr bê guhertin. Yek ji destketiyên girîng ên şoreşa jinê jî ev e.

Ji Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Rohilat Muslim, ji beşdarên dewreya perwerdeyê ya Kongra Star Mesûd Yûsif û Baqî Hemza li ser girîngiya guhertin û veguhertina mejiyê bi serweriya mêr ji ANF’ê re axivîn.

ŞERT E KU MEJIYÊ BAVIKSALAR BÊ GUHERTIN

Rohilat Muslim anî ziman ku mejiyê baviksalar zêdeyî hezaran sal in reh berdaye nava jiyanê, bi vî rengî li nava civakê mayinde bûye û got, “Ji bo ev mejî bê guhertin, yekane alternatîf perwerde ye. Guherîn û veguherîna mejiyê mêr ji aliyê Rêbertî ve hate destpêkirin. Bi vê armancê gelek dewreyên akademiyê hatin lidarxistin. Mejiyê bi serweriya mêr civak aniyê ber felaketekê. Ev rewş herî zêde bandorê li jinê dike. Dema ku rewş bi vî rengî be, mêr dibe her tişt, jin jî dibe ne tiştek; mêr bêqisûr, jin jî gunahkar tê dîtin. Pêwîstî bi guhertina vî mejî heye ku felsefeya hevjiyana azad di navbera jin û mêr de bê avakirin. Li gel mêr divê jin jî bi perwerdeyê bê zanekirin û birêxistinkirin.”

BI PERWERDEYÊ RE BER BI GUHERÎN Û VEGUHERÎNÊ

Rohilat Muslim diyar kir ku perwerdeya wan a destpêkê li Kantona Efrîn-Şehbayê destpê kir, piştre li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû û got, “Mirov dikare bibêje ku di perwerdeya de guherîn û veguherîn pêk hat. Ji bo rastiya hilweşîner a mejiyê bi serweriya mêr bê fêhmkirin bernameyên me hene. Ya rast, yekemcar rastiya xwe nas dikin, xwe dixin nava lêpirsînekê. Di encama lêpirsînên kûr de pêvajoya xwe naskirin, dîtin û veguherînê destpê dike. Bi şaşitiyên xwe dihesin. Dibînin ku serwer nînin. Ya herî girîng jî ew e ku mejiyê serweriya mêr qebûl dikin. Qebûlkirin û îqnabûn qonaxa herî girîng a veguherînê ye.”

MÊR Ê LI ZAYENDÎPERESTIYÊ MIKUR BÊ, WÊ WERE GUHERTIN

Rohilat Muslim destnîşan kir ku mêr ên guherîne, dema ku tevlî nava civakê dibin hingî şert û mercên hevjiyana wekhev diafirînin û got, “Bi pêşîgirtina li tundî, zext û zilmê re asta aramiyê ya civakê jî bilind dibe. Jiyaneke wekhev û demokratîk bi xwe re tîne. Zayendîperestî bi temamî ji holê neyê rakirin jî tê kêmkirin û civak dikeve ser rêya guherînê. Zehmet e ku mirov bibêje ev guherîn bi hemû mêran re heye. Di nava mêrên ku li tundî, zilm, zext û zayendîperestiyê mikur tên û hewl didin xwe biguherînin, guherîn û veguherîn tê dîtin.”

TÊKOŞÎNA JINAN MEJIYÊ MÊR TÊK BIR

Yek ji beşdarên dewreya perwerdeyê ya Kongra Star a ji bo mêran Mesûd Yûsif anî ziman ku jinên pêşengiyê li Rojava dikin, ne tenê li Rojava li tevahiya welatên Rojhilata Navîn bi mejiyê serweriya mêr re têdikoşin û pêşî li guherîn û veguherînê vedikin. Mesûd Yûsif diyar kir ku berxwedana jinan dibe sedem ku mêr lêpirsîna xwe bikin û got, “Encama vê lêirsînê jî têgihiştina zayendîperestiyê afirand. Bêguman ev yek bi destê mêran nehate afirandin. di encama têkoşîna jinan a li hemberî mejiyê bi serweriya mêr de ev destketî hate afirandin. Avakirina sîstema hevserokatiyê li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê destketiyeke mezin bû. Pêşketinên hem li nava civakê hem jî li nava saziyan, destketiyên hatin bidestxistin di encama vê sîstemê de pêk hatin.”

ZEHMET E KU XISARÊN WÊ DI DEMEKE KURT DE JI HOLÊ BÊNE RAKIRIN

Mesûd Yûsif işaret bi dewreya perwerdeyê kir û got, “Nepêkan e ku xisarên mejiyê serweriya mêr di nava rojek, du rojan de ji holê bêne rakirin. Em mirovên ji Rojhilata Navîn in. Bi vî mejî ji dayik bûn û mezin bûn, lewma ne hêsan e ku dest ji vê yekê berdin. Ez bêteredût beşdarî dewreya perwerdeyê ya Kongra Star bûm. Di nava pêvajoya perwerdeyê ya mehekê de me dît û nirxand bê mejiyê bi serweriya mêr çawa reh berda her qada jiyanê û rêbaza xwe ya têkoşînê ya li hemberî vê yekê me di ber çavan re derbas kir.”

NEWEKHEVÎ BI TÊKOŞÎNA JINÊ JI HOLÊ TÊ RAKIRIN

Beşdarekî din ê dewreya perwerdeyê ya Kongra Star Baqî Hemza jî destnîşan kir ku pêşengiya jinê ya ji Şoreşa Rojava re hêmana esasî ya serketinê ye û got, “Guhertina mejiyê bi serweriya mêr, pêşketina ber bi lêgerîna li azadiya mêr bi têkoşîna jinê bi pêş ket. Eger em bala xwe bidin ser dîrokê, wê bê dîtin ku jiyana bi destê jinê hatiye avakirin ji aliyê mêr ve hatiye dizîn. Bi vî rengî her roja ku derbas bû zext, tundî û zilma li nava civakê zêde bû. Newekheviya navbera zayendan civak ser û bin kir û cîhaneke ne demokratîk û newekhev afirand. Ev newekhevî îro bi têkoşîna jinan ji holê tê raıkirin. Jinên ku îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo ji xwe re kiriye rêber, li her qada jiyanê bi têkoşîna xwe maf bi dest xistin û sîstema hevserokatiyê ava kirin. Eger şoreş gihîştibe vê astê, bi saya jinan e ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û pêşengî ji hemû saziyên civakê re kirin.”

JIN JI ALIYÊ JINAN VE TÊ AVAKIRIN

Baqî Hemza işaret bi destketiyên dewreya perwerdeyê kir û got, “Bi hêza jinê hesiyam. Min dît ku jin avakarê jiyanê ye û îqna bûm ku jiyana bi şertên wekhev ên bi jinê re wê civakê bi pêş ve bibe. Jiyaneke wekhev wê asta pêşketinê ya civakê zêde bike. Heta ku jin ne azad be civak û mêr jî azad nabe. Hevdu temam dikin. Me careke din hêza guherînê ya jinê dît ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk tîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên li Mannheimê di 8’ê Adarê de li kolanan bûn
Nûçeya Pişt re SOHR: 745 Elewî yên sivîl hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Elî Kanîroj û hevrêyên wî heqîqet û azadî nîşan dan’

Fermandarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Elî Kanîroj û Xemgîn Amed, Helgûrt Bagok ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îtalyayê çeteyên ku li ser Tirkiyeyê qaçaxçitiya koçberan dikir hat bêbandorkirin

Polîsên li herêma Calabria ya li başûrê Îtalyayê, tora qaçaxçitiya mirovan bêbandor kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebê bendên hevbeş ên kontrolê hatin danîn

Li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Hêzên Asayîşê û Hêzên Ewlekariyê yên desthilata…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

DAÎŞ li başûrê Sûriyeyê vedigere

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

New York Times: Li gel sozên reformê jî li Sûriyeyê otorîterî dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hewlên dewleta Tirk a kirîna milkên li Serêkaniyê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Nasnameya 4 şervanên şehîd hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?